Platforma Saziyên Demokratîk dê di çerçoveya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de bi daxwaza perwerdehiya fermî ya zimanê Kurdî ber bi Wezareta Perwerdehiyê ve meşek girseyî li dar bixe.
Platforma Saziyên Demokratîk a Enqereyê di çerçoveya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de dê bi daxwaza perwerdehiya fermî ya zimanê Kurdî bi dirûşmeya, “Statuya Kurdî Perwerdehiya bi Kurdî” meşek li dar bixe. Meş dê 15ê Gulanê roja Înê di seat 17:00an de li ber avahiya Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Ankayê (ANKA-DER) a li navçeya Çankaya Enqereyê dest pê bike û li ber Wezareta Perwerdehiyê bi dawî bibe û li vir dê daxuyanî bê dayîn.
Her wiha di heman rojê de li Eywana Nergîsê ya navçeya Çankayayê ji aliyê Koma Anatoliya û Koroya Zarokan a Anatoliyayê ve konserek bê lidarxistin û ji aliyê ANKA-DERê ve jî şanoya zarokan dê bê nîşandan.













