• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
04 MIJDAR 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    MHP: Dibe ku ji bo Demîrtaş biryara tahliye were dayîn

    MHP: Dibe ku ji bo Demîrtaş biryara tahliye were dayîn

    Komîsyon dê bi rojeva ‘serdana Abdullah Ocalan’ bicive

    Komîsyon dê bi rojeva ‘serdana Abdullah Ocalan’ bicive

    Li Girtîgeha Erzînganê li ser girtiyan zext tên kirin: Zilm û îşkencê bi dawî bikin

    Li Girtîgeha Erzînganê li ser girtiyan zext tên kirin: Zilm û îşkencê bi dawî bikin

    Li Cizîr û Mêrdînê bang kirin: Dev ji polîtîkaya qeyiman berdin

    Li Cizîr û Mêrdînê bang kirin: Dev ji polîtîkaya qeyiman berdin

    Xelkê Amedê: Divê Demîrtaş û girtîyên sîyasî tavilê bên berdan

    Xelkê Amedê: Divê Demîrtaş û girtîyên sîyasî tavilê bên berdan

    Platforma Saziyên Demokratîk: Êrişa selefî ya li ser jinan nayê qebûlkirin

    Platforma Saziyên Demokratîk: Êrişa selefî ya li ser jinan nayê qebûlkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    MHP: Dibe ku ji bo Demîrtaş biryara tahliye were dayîn

    MHP: Dibe ku ji bo Demîrtaş biryara tahliye were dayîn

    Komîsyon dê bi rojeva ‘serdana Abdullah Ocalan’ bicive

    Komîsyon dê bi rojeva ‘serdana Abdullah Ocalan’ bicive

    Li Girtîgeha Erzînganê li ser girtiyan zext tên kirin: Zilm û îşkencê bi dawî bikin

    Li Girtîgeha Erzînganê li ser girtiyan zext tên kirin: Zilm û îşkencê bi dawî bikin

    Li Cizîr û Mêrdînê bang kirin: Dev ji polîtîkaya qeyiman berdin

    Li Cizîr û Mêrdînê bang kirin: Dev ji polîtîkaya qeyiman berdin

    Xelkê Amedê: Divê Demîrtaş û girtîyên sîyasî tavilê bên berdan

    Xelkê Amedê: Divê Demîrtaş û girtîyên sîyasî tavilê bên berdan

    Platforma Saziyên Demokratîk: Êrişa selefî ya li ser jinan nayê qebûlkirin

    Platforma Saziyên Demokratîk: Êrişa selefî ya li ser jinan nayê qebûlkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Omer Ocalan qala hevdîtina dawî kir: Derfet hene ku Kurd xwe li her derê rêxistin bikin

Mahmût Altintaş / AW

4 MIJDAR 2025 - 11:18
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Enqere – Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan têkildarî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re anî ziman ku wan di hevdîtinê de li ser pêvajo, bîranînên zarokatiyê û gelek xalan axivîne û got: “Serokatî bêtir li ser rêxistinkirina civakê rawestiya û got ‘Bê ked tiştek nabe. Derfet hene ku Kurd êdî dikarin xwe li her derê  bi rêxistin bikin’.” 

Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Omer Ocalan li gel ferdên malbata xwe di 31ê Cotmehê de li Grava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtina malbatî pêk anî. Di hevdîtinê de xwîşka Abdullah Ocalan Fatma Ocalan û xwarziyên Abdullah Ocalan Berfîn û Alî Ocalan jî cih girtin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan têkildarî hevdîtinê diyar kir ku Abdullah Ocalan herî zêde li ser siyaseta gelparêz û xurtkirina rêxistina herêmî rawestiyaye.

Piştî gava duyemîn a dîrokî ya Rêveberiya Tevgera Azadî ya Kurdistanê ku bi daxuyaniyeke ragihandibû ku hemû hezên xwe ji Bakurê Kurdistanê vekişandine. Piştî vê gavê fikir û nêrînên Abdullah Ocalan li ser pêvajoyê, nirxandinên wî yên derbarê gava nû de ji aliyê raya giştî ve jî tê meraqkirin. Omer Ocalan derbarê hevdîtinê de pirsên Ajansa Welat bersivand. Omer Ocalan bi lêv kir ku ew li ser bîranînên li gund, pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û gelek tiştan axivîne.

* Weke malbat we bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re di 31ê Cotmehê de hevdîtin pêk anî. Di serî de rewşa tenduristî û morala Abdullah Ocalan çawa bû?

Di nav salekê de weke malbat min 5 caran bi Serokatî re hevdîtin kir. Di navbera hevdîtina me ya yekem û ya dawî de gelek cudahî heye. Bandora tecrîde ji aliyê fizîkî ve jî bandor li ser kiribû. Lê vê cara dawî dema me Serokatî dît bi moral û kêfxweşî me pêşwazî kir. Bi coş bû. Yek jî taybetmendiya vê hevdîtinê seatek û 40 deqîqe me hevdîtin pêkanî û zêdetirî seatekê em bi Kurdî axivîn. Kurdiya Serokatî hem akademîk bû û hem jî herêmî bû. Bi xwişka xwe Fatma Ocalan re li ser bîranînên li gund axivîn.

* Hevdîtina we piştî demeke dirêj pêk hat. Li pêşiya hevdîtinê çi astengî hene, çima hevdîtin bi awayekî bi rêk û pêk nayê kirin?

10 sal in li ser birêz Abdullah Ocalan tecrîdeke mezin hat meşandin. Piştî tecrîdê hevdîtinan dest pê kir. Hevdîtin ji bo me girîng in. Em nikarin bêjin çûyîn û hatin bi rehetî pêk tê lê ev hevdîtin jî bi wate ne. Ji ber ku di pêvajoya 2013an û 2015an de tenê Heyeta HDPê diçû Girava Îmraliyê. Lê vê carê malbat û parêzer jî diçin. Lê em jî weke malbat dixwazin qanûna înfazê ya dewletê ji bo her kesî çi be, divê ew maf ji bo Girava Îmraliyê jî pêk were û malbat bi awayekî rêk û pêk hevdîtinê bike. Sedema vê çi ye em nizanin. Lê ya girîng çûyîna şande, parêzer û malbatê ye. Em van hevdîtinan bi wate dibînin.

* Hevdîtina we di çi şert û mercan de dest pê kir? Di hevdîtînê de we ewilî bi kîjan mijarê dest bi axaftin û sohbeta xwe kir?

Serokatî demeke dirêj bû xwîşka xwe nedîtibû. Dema em çûn Grava Îmraliyê ewilî em çûn cihê hevdîtinê û piştrê Serokatî hat. Em çûn rûyê hev, destê me girt. Bêtir qala gund û malbatê kir. Bi xwişka xwe re li ser bîranînên xwe yên gund axivî. Serokatî qala 50-60 sal berê dikir. Qala bîranînên xwe yên zarokatiyê kir. Ji xwişka xwe re digot, ‘Çi tê bîra te. Di zarokatiya te de çi bîranîn hebin ji min re qal bike’. Ji me re got ‘ez ê qala bîranîneke xwe bikim hûn jî baş guhdar bikin, ez ê ji we re qala serhildana xwe ya yekem bikim’.

‘Serhildana Yekem’

Serokatî wiha qala bîranînê kir; ‘Rojekê li pişt gund rezekî me hebû. Li wir ez û birayê xwe Mehmet ketin nîqaşan. Li wir heta nava gund min ew da ber keviran. Di nava gund de bavê min Omer jî xwest Mehmet biparêze. Wê demê li dijî bavê xwe jî derketim û di nav me de şerek çêbû û hemû gundî jî bi ser me de hatin. Ew bûyer serhildana min a ewil e. Piştî wî şerî ez çûm malê û ji kîsikê bavê xwe 10 lîre girt û ji Amara heta mezraya Karayê ya Xelfetiyê meşiyam. Wê demê wesayitên posta hebûn. Ez li wir li wesayîta postayê siwar bûm û çûm Bêrecûkê. Li Bêrecûkê jî li wesayîteke siwar bûm û çûm Nîzîpê cem mala xizm û xwişka xwe. Li Nîzîpê cihek heye jê re dibêjin; Deşta Baraq. Li wir palehî dihat kirin. Ez jî 2 rojan çûm li wir min palehiyê kir û min rojê 5 lîre girt û her du rojan min 10 lîre girt û li wir mam. Ew serhildana min a ewil bû. Ev têkoşîna min ji zarokatiya min heta niha berdewam dike’.

Qala van bîranîn û jiyana gund kir. Qala hevalên xwe yên li gund û Hasan Bîndal kir. Got, ‘Em di zarokatiyê de jî heval bûn û dema me tevger damezrand jî ew bi me re bû, li Bekayê hevalê min ê herî nêz bû. Ew bi komployekê şehîd bû’. Bêtir qala tiştên civakî û herêmî hat kirin. Qala gundên derdorê kir.

* Piştî daxuyaniya gerîlayan a vekişîna ji bakurê Kurdistanê pêvajo derbasî merhaleyek nû bû. Gelo Abdullah Ocalan li ser vekişandina gerîlayan nirxandinek kir?

Tevgera Azadî 4 gavên stratejîk pêk anî. Di serî de Serokatî di 27ê Sibatê de bangawazî kir. Tevgera Azadiyê kongreya xwe pêk anî û ragihand ku xwe fesix kiriye. Piştre 30 endamên Tevgera Azadiyê çeken xwe îmha kirin. Herî dawî jî Rêveberiya Tevgera Azadiya Kurdistanê ragihand ku ew hêzên xwe yên li Bakurê Kurdistanê vedikişînin. Ev gav hem ji bo Kurdan hem ji bo herêmê û hem jî ji bo Rojhilata Navîn gavên stratejîk in. Di navbera Serokatî û dewletê de jî pêvajo tê meşandin. Heta niha carna xitimandinên biçûk hebin jî Serokatî bi înisiyatîf tevdigere û wan xitimandinan ji holê radike. Divê hemû kes jî bizanibe; gavên Serokatî û tevgera wî davêjin ne gavên rojane ne gavên stratejî in. Ji bo welat û Tirkiyeyê şanseke mezin e. Şerê niha li cîhanê heye, dema em li geşedanên li Rojhilata Navîn binêrin divê em van gavan baş binirxînin. Serokatî û Tevgera Azadiyê dema gavekê diavêjin ji aliyekî ve azadiya civakê jî difikirin û ji aliyê din ve jî ewlehiya civakê difikirin. Divê bi vî awayî were nirxandin.

‘Bê ked tiştek nabe’

Birêz Ocalan ev yek destnîşan kir; ‘Bê ked û têkoşîn tiştek nabe’. Ji me re got, ‘Hûn çi bikin hûn ê bi keda xwe bi dest bixîn, hûn ê bixebitin. Peywîra hemû saziyên Kurdan rêxistinkirina civakê ye. Dema hûn civakê bi rêxistin bikin hûn dikarin siberoja xwe jî mîsoger bikin. Bajar bi bajar, navçe bi navçe, gund bi gund, tax bi tax û mal bi mal hûn ê gel rêxistin bikin û vê pêvajoyê bi gel bidin fêmkirin û qanihkirin’. Serokatî ev tişt jî gotin; ‘Dema me dest bi vî karî kir, ne zanebûna bi me re hebû ne jî pereyên me hebû. Li ser ziman û nasnameya me çend gotin hatibûn kirin. Me jî bi wan gotinan dest pê kir. Niha her tişt heye. Gelek derfet hene. Divê rêxistinbûyîna we xurt be. Modela em ji Tirkiyeyê re pêşniyar dikin; modela Komara Demokratîk e. Rêxistinkirina civakê jî; civakeke exlaqî û polîtîk e’. Serokatî li ser bikaranîna madeyên tiryak û întîxarê jî nirxandin kirin û got, ‘Divê hûn civakeke polîtîk û exlaqî ava bikin û ji bo vê bixebitin’.

‘Em ê tifaqa demokrasiyê ava bikin’

Her wiha ji bo DEM Partî jî anî ziman ku di demên pêş de şande wê bê firehkirin û hevserok jî di nav de dê bi wan re nîqaşan bike. Serokatî got, ‘DEM Partî wê modela li Tirkiyeyê çawa pêş bixînê em ê nîqaş bikin. Ji bo Kurdan hat merhaleke lê ew partî dê li Tirkiyeyê çawa mezin bibe. Em ê tifaqa demokrasiyê pêş bixînin. Yek ji xwe re dibêje ‘Tifaqa Cumhur’ yek jî dibêje ‘Tifaqa Millet’. Em ê jî tifaqa demokrasiyê ava bikin û van mijaran ji gelê Tirkiyeyê jî bidin fêmkirin’. Serokatî ji bo hez û partiyên nijadperest ên li Tirkiyeyê jî ew nirxandin kir; ‘Hinek li dijî hevdu lîstikan dimeşînin. Lê divê muxalefeta serekê ya Tirkiyeyê weke CHPê neyê van lîstikan. Divê CHPê di vê pêvajoyê de rola xwe bilîze. Divê CHPê jî tev li vê pêvajoyê bibe’.

* Divê piştî vê merhaleya ku pêvajo gehiştiyê ji aliyê dewletê ve çi qanûn bên amadekirin. Gelo Ocalan li ser vê yekê analîzek kir?

Me di hevdîtinê de nirxandinên li ser gava Rêveberiya Tevgera Azadiya Kurdistanê bi Serokatî re par ve kir. Me ji Serokatî re jî got, Neteweyên Yekbûyî heta saziyên navneteweyî û hin dewletên sereke piştgiriya pêvajoyê kirin. Sekreteriya Giştî ya Neteweya Yekbûyî jî derheqê gava Tevgera Azadiyê de tiştên erênî gotin. Serokatî jî li ser vê gava dîrokî nirxandin kir. Lê ji bo dewletê nirxandinek nekir. Dewlet wê çi gavan biavêje an wê çi amade bike tiştek negot. Nirxandin li ser gel û li ser siyaseta demokratîk kir. Serokatî got, ‘Derfet êdî çêbûne. Derfetên ku Kurd dikarin li her derê xwe bi rêxistin bikin çêbûye. Hûn dikarin li her derê siyasetê bikin’. Serokatî got divê hûn vê derfeta nermbûnê bikar bînin. Serokatî got, ‘gel bi rêxistin bikin’. Em jî dibêjin em ê vî barî bi gelê xwe re parve bikin. Serokatî ji bo dewletê tiştek negot. Civak wê çi bike, rêxistin û partiyên me wê çi bikin li ser vê nirxandin kir.

* Gelo Abdullah Ocalan têkildarî gefên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û geşedanên li Sûriyê û çekdanîna HSDê tiştek nirxandinek kir?

Serokatî ji bo HSDê, ji bo Rojava û Sûriyeyê hevdîtinên derbasbûyî de gelek tişt gotin. Lê ji bo niha got tiştek negot tenê got, ‘ez pêvajoyê dişopînim’. Lê em dikarin vê bejin, pirsgirêka Suriye di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Suriyeyê de tê çareserkirin. Yanî ew mesele derveyî Tirkiyeyê. Lê dema mijar dibe Kurd Tirkiye dixwaze li her derê bandor bike. Rêveberiya Xweser wê pêşeroja xwe diyar bike. Entegrasyoneke çawa dê pêk were, siyaseteke çawa dê bibe, şert û mercên Kurdan wê çawa bibe ew ê diyar bikin. Serokatî di hevdîtinên derbasbûyî de got; ‘Divê hezên Rêveberiya Xweser xwe bigihînin Şamê û bandora wan bêtir li Şamê hebe’. Çareseriya Sûriyeyê di navbera HSDê û Suriyeyê de ye. Yanî Wezareta Karên Derve gefan dixwe lê em nikarin wan esas bigrin. Kurdên Sûriyeyê û gelê Sûriyeyê wê siberoja xwe diyar bikin. Hevdîtinên di navbera HSDê û Sûriyeyê de jî berdewam dikin.

* Heke ji aliyê Tirkiyeyê ve tu gav neyên avetin Kurd wê çawa tevbigerin? Abdullah Ocalan li ser vê yekê çi dibêje?

Serokatî dema şerê çekdarî yê 41 salan dinirxînê dibêje, ‘Dubarebûnek heye. Kurdan hebûna xwe da qebûlkirin, tu kes nikare Kurdan tune bihesibîne. Modeleke mezin heye. Niha şûnve parastina Kurdan a herî mezin ji aliyê fikrî ve wê çêbibe. Ji aliyê siyaseta demokratîk ve wê çêbibe.’ Kurdan berê ji Kurdbûna xwe şerm dikir. Niha Kurdên li dijî paradîgmaya serokatî siyaset dikin û reş dikin jî bila bizanibin, bi saya Serokatî û Tevgera Azadiyê siyasetê dikin. Her çiqas zimanekî qirêj li dijî kesên bedel dane bikar bînin jî Kurdbûna wan jî hatiye mîsogerkirin. Gelê Kurd bi pêşengiya birdoziya Serokatî hişmendiyek ava kir. Ji bo wê heke meriv di civakê de bi rêxistin be li dijî hemû şerê taybet û fizîkî dikare li ber xwe bide. Birêz Abdullah Ocalan dema qala paradîgmaya Modernîteya Demokratîk dike li ser 8 xalan radiweste. Di van 8 xalan de yek xweparastin e. Lê dema em li ser wan 7 xalan xwe bi rêxistin bikin tu kes nikare pêşiya Kurdan bigire. Tevgera Azadî jî zanebûneke mezin û hişmendiyeke Kurdbûnê pêş xist. Ji bo wê jî divê em xwe bi rêxistin bikin.

Serokatî got, ‘Ez li vir bi şev û bi roj dixebitim. Hemû enerjiya xwe didim vî karî. Divê hevalê me û gelê me bi berpirsyariyê tevbigerin. Berpirsiyariya ser milê xwe’. Ji bo wê jî pêşeroja Kurd û Kurdistanê û Rojhilata Navîn bi modela Serok Apo wê pêşketîtir û bilindtir bibe. Çarenûsa Rojhilata Navîn jî ev model e. Serokatî deriyek mezin vekiriye û destê aştiyê li hewa nehiştiye.

* Heta niha di şert û mercên fizîkî ya Abdullah Ocalan de tu guherîn pêk nehatiye, ev yek bandoreke çawa li ser xebatên wî û pêvajoyê dike?

Wezareta Ewropa ji bo mafê hêviyê pêk bînê dem da Tirkiyeyê. Lê ew jî bê çare ne. Her sal ji bo Tirkiyeyê deme dide. Lê ji bo mafê hêviyê em dikarin bêjin hinek tişt wê bi pêşengtiya Serokatî çêbibe. Tiştên Komîteya Ewropa dibêje girîng in. Lê nikarê bide kirin. Mafê hêviyê di serî de Serokatî û bi hezaran girtiyên di zindanan de ne eleqedar dike. Raste Serokatî hat rojevê û Devlet Bahçelî jî ev yek got lê bi hezaran girtî li benda pêkanîna vî mafî ne. Divê beriya her tiştî şert û mercên Serokatî jî bi rê û rêbazekê werin sererastkirin. Şert û mercên birêz Ocalan li Grava Îmraliyê hê jî weke berê ye. 26 sal in Serokatî di zindana Girava Îmraliyê de ye. Bi salan tecrîdeke girankirî li ser hat meşandin. Heke wê bi Kurdan re aştiyê bikin divê Serokê Kurdan jî di şert û mercên azad de be. PKKê jî daxuyanî da got ‘divê Serokê me azad be’. Her çiqas Serokatî azadiya xwe dernexe pêş jî lê tevgera wî û gelê wî daxwaza azadiya wî dikin.

* Gelo Abdullah Ocalan derbarê xebatên komîsyonê û neçûna komîsyonê ya Girava Îmraliyê de nirxandinek kir û çûyîna komîsyonê ya Îmraliyê çima girîng e?

Me xebat û bernameyên komîsyonê bi Serokatî re parve kir. Serokatî li ser xebatên komîsyonê zêde nirxandin nekir. Lê avabûna komîsyonê xebatên li Meclîsê tên kirin em nikarin tune bihesibînin. Li gelek kes û saziyan hate guhdarîkirin. Ev bi wate ye. Lê guhdarîkirin piştî demekê bê wate dibe. Di serî de divê hûn bi muxatabê sereke re hevdîtinê bikin. Muxatabê sereke kî ye? Serok Ocalan e. Divê Meclîs û komîsyon biçe li Serokatî guhdar bike. Serokatî gaveke bi wêrek avêt. Divê wate bidin vê gavê. Şerê 41 salan ê têkoşîna çekdarî da sekinandin. Heke komîsyon li serokê vê serhildanê guhdarî neke lê gelo wê li kê guhdarî bike? Dema li Serokatî neyê guhdarîkirin komîsyon bê wate dibe. Hêviya me jî ew e ku komîsyon biçe Girava Îmraliyê. Ev ji bo Kurdan jî bi xêr e, ji bo Tirkan jî. Bi şer Kurd jî tune nebûn Tirk jî tune nebûn. Divê em mînakan bigirin. Êdî wateya vê tune ye. Kurd jî dixwazin wekhev û azad bijîn. Serokatî ji bo vê destê xwe kiriye bin vî barî û vî agirî. Hinek kes jî li derdora agir dizivirin. Divê alîkar bibin ku ew agir bê tefandin. Kurd nabe Tirk û Tirk jî nabe Kurd. Lê dikarin di bin sîwana demokrasiyê de bi hev re bijîn. Rojek beriya rojekê divê komîsyon biçe bi muxatabê sereke re hevdîtinê bike. Muxatabê sereke jî wê pirsgirêk û pêşniyaran ji komîsyonê re parve bike.

Di dawiyê de Serokatî got, ‘Tu biçe ku derê silavên min li gel bike, silavên min li yên ku pirs dikin jî bike yên ku pirs nakin jî bike’. Em jî bi rêya Ajansa Welat ji hemû gelê me re silavên Serokatî dibêjin.

Etîket: Abdullah OcalanOmer Ocalan
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Komîsyon dê bi rojeva ‘serdana Abdullah Ocalan’ bicive

Komîsyon dê bi rojeva ‘serdana Abdullah Ocalan’ bicive

4 MIJDAR 2025
Tuncer Bakirhan: Divê komîsyon biçe li birêz Ocalan guhdarî bike

Tuncer Bakirhan: Divê komîsyon biçe li birêz Ocalan guhdarî bike

4 MIJDAR 2025
Abdullah Ocalan: Siyaseta gelparêz rêya têkoşîna demokratîk nîşan dide

Abdullah Ocalan: Divê Kurd bi her alî ve tev li qanûnîtiya komarê bên kirin

4 MIJDAR 2025
‘Tevgera Azadiyê gavên cidî avêtin divê dewlet jî biavêje’

‘Tevgera Azadiyê gavên cidî avêtin divê dewlet jî biavêje’

4 MIJDAR 2025
Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re civiya

Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re civiya

3 MIJDAR 2025
Abdullah Ocalan: Civakê birêxistin bikin

Abdullah Ocalan: Civakê birêxistin bikin

2 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • MIJDAR 2025 (67)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne