Siyasetmedar û Berdevka TJAyê ya berê Ayşe Gokkan ku girtî ye ji bo bîranîna xizmên xwe yên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane peyamek şand û got: “Hûn hîmê pêşeroja azadiya reng û dengên welat in. Em tu carî stêrkên welat ji bîr nakin.”
Siyasetmedar û Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) a berê Ayşe Gokkan a ku niha di Girtîgeha Jinan a Sîncanê ya Enqereyê de girtî ye bi rêya parêzera xwe ji bo bîranîna xizmên xwe yên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, peyamek şand. Gokkan di peyama xwe de xizmên xwe Welat Ercan (Denîz), Memduh Gokkan (Denîz), Eyup Gokoglu, Hamdî Gokkan, Avnî Gokoglu ku di oxira têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got: “Stêrkên azadiyê bi rojên xweş ji dayîk bûn û bi temen pênase nabin. Hûn bîra welat, stêrkên gerdûna bê dawî ne. Em tu car stêrkên welat jî bîr nakin.”
Berfirehiya peyama Ayşe Gokkan bi vî rengî ye:
“Demsal bahar û payîz be lênûsk pênûs têr nake ku stêrkên riya azadiyê pênase bike. Hêstek giran bê jî ev, lê hûn bêhempa ne. Demsalên ku hûn têde bûn, stêrk di heman demê de cejna vejîn, newroz û berxwedana dayîkên aştiyê û cîhanê ye. Lewma dev nagere ku bêje xwezil ne bi demsala bahar û payîzê be. Hûn bi ruh, hiş, bîr û beden ji têkoşîna azadiyê re amade bûn. We got, ‘Çi dibe bila bibe dê encam serfirazî û vîna azad be. Şopa we jî wisa bû. We baş dizanibû; hinek şop hene lanet lêanîne, lê hinek jî hene yên rê û rêhevaltiyê ne. Hûn bi dil hêsanî ketin riya azadiya civakî. Çi ji dest û dilê we qediya we parve kir. Û zêdetir jî bi jiyana xwe ve we çavên hem diliyê ji dil hîs kir.
Hûn bûn şopdarên serfirazan
Di zanebûna wê şopê de dilê we bû delîlê dilê Rêberê Serdemê. Bi vê coş û xiroş a we re hemêz hemû tije hest, bîr û baweriya azadiya welat bû. We şopên lanet lêanînê bi êştir, şermtir tune û dê tune be jî. Di sifreya têkoşîna we ya gund û bajaran, dest û zozanan de her çêj hebû; Ji tirş û şîrîniyê bigire heta tehl û tûjî. Her hal û hewal jî; ji serfiraziyê cangorî, rûmetî, sinc û wijdan bigire heta êriş û dijwartî yên hovane. Lê îxanet, xapandin, poşmanî, durûtî di sifre ya we de tune bû. We ev sifre li ber cîhanê raxist. Hûn bûn şopdarên serfirazan. Rêwiyên şopdarên rûmetî yê; pêngavên we pêşxistî şax û dax da; bû banga aştî û civaka demokratîk. Em ji we hîn bûn berxwedan, guhertin û veguhertina bêsînor û heqîqeta teqez.
Em tu car stêrkên welat jî bîr nakin
Civaka Demokratîk bi civaknasiya we re û zanista têkoşînê bi Rêberê Gelan re. Bi Bêrîtanan re hûn bûn hesin, beton û xerca avahiya civaka demokratîk. Hûn bi hev re hîmê pêşeroja azadiya reng û dengên welat in. Em we hemûyan bi hev re bibîr tînin. Hûn sê nesîlên dayîka aştiyê Lutfiye Gokoglu Gokkan li pey hev nevî, zarok û birayên wê û rêhevalên min in. Welat Ercan (Denîz), Memduh Gokkan (Denîz), Eyup Gokoglu, Hamdî Gokkan, Avnî Gokoglu û dayik Lutfiye jî da dû we.
Stêrkên azadiyê bi rojên ji dayîkbûn û bi temen pênase nabin. Hûn bira welat, stêrkên gerdûna bê dawî ne. Em tu stêrkên welat jî bîr nakin. We her demsal li welat kir bahar, zivistanên dijwar jî… Bi Rêberê Gelan re şefeqa dîrokê stêrkên azadiyê û dayîkên aştiyê hemûyan bi we re bi bîr tînim. Hûn dê her tim hebin. Xelefên we bi deh milyonan in. Şewqa hêviyê ya dîrokê ne.
Eyşe Gokkan – Zilimxaneya Sîncanê.”









