• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
29 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Endama OGKê Sila Bayram hate girtin

    Endama OGKê Sila Bayram hate girtin

    Iraq dê tezmînatê bide Herêma Kurdistanê

    Iraq dê tezmînatê bide Herêma Kurdistanê

    Rêxistina AKPê ya Şemzinanê ji ber ‘gendeliyê’ hat feshkirin

    Rêxistina AKPê ya Şemzinanê ji ber ‘gendeliyê’ hat feshkirin

    Berxwedana karkerên madenê bi ser ket

    Berxwedana karkerên madenê bi ser ket

    Welatê 8 salî ku di çem de winda bû sê roj in nehatiye dîtin

    Welatê 8 salî ku di çem de winda bû sê roj in nehatiye dîtin

    ‘Divê kujerên Roboskiyê jî bên darizandin’

    ‘Divê kujerên Roboskiyê jî bên darizandin’

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Endama OGKê Sila Bayram hate girtin

    Endama OGKê Sila Bayram hate girtin

    Iraq dê tezmînatê bide Herêma Kurdistanê

    Iraq dê tezmînatê bide Herêma Kurdistanê

    Rêxistina AKPê ya Şemzinanê ji ber ‘gendeliyê’ hat feshkirin

    Rêxistina AKPê ya Şemzinanê ji ber ‘gendeliyê’ hat feshkirin

    Berxwedana karkerên madenê bi ser ket

    Berxwedana karkerên madenê bi ser ket

    Welatê 8 salî ku di çem de winda bû sê roj in nehatiye dîtin

    Welatê 8 salî ku di çem de winda bû sê roj in nehatiye dîtin

    ‘Divê kujerên Roboskiyê jî bên darizandin’

    ‘Divê kujerên Roboskiyê jî bên darizandin’

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ayşe Gokkan: Divê hemû saziyên sivîl ji bo aştiya civakî bibin seferber

Abdullah Esen / AW

10 ÇILE 2025 - 09:03
Kategorî: JIN, MANŞET
A A

 

Amed – Berdevka TJAyê ya berê Ayşe Gokkan a ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ya Enqereyê tê ragirtin bal kişand ser peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û bang li hemû saziyên sivîl kir ku ji bo aştiya civakî bibin seferber.

 

Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) a berê Ayşe Gokkan ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ya Enqereyê tê ragirtin derbarê geşedanên ku li Kurdistan, Tirkiyeyê û li Rojhilata Navîn diqewime de bi rêya malbat û parêzera xwe ji girtîgehê peyamek bi rê kir. Gokhan di peyama xwe de balê dikşîne ser hêzên despot ên ku beriya hezar salan çawa ji bo desthilardarî ya xwe li ser piyan bihêlin û niha bi heman awayî hê jî têdikoşin, şer dikin û wiha got: “Hêza hegemonan têrî têk birina demokrasiya civakê nake.”

Ayşe Gokhan, di destpêkê de anî ziman ku hêzên despot ên beriya hezar salan çawa li ber têkoşîna gelan li ber xwe nedane û têk çûne û anî ziman ku dê dawiya van pergalên heyî jî heman be. Ayşe Gokkan wiha got: “Di sala nû de kê devê xwe vekir (hem li welêt hem jî li cîhanê) got: ‘sala nû bila bibe wesîleya azadiya jinê, refaha aborî, parastina xwezayê, aştî, wekhevî û demokrasiyê’. Ev tê wateya ku ev hêjayî li welatê me tune ne. Îro rewşa Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê jî diyar dike ku ne ev hêjayî bin, netew dewleta navendparast dê di rojekê de bi temamî têk biçin. Pergala dewletê ji yên berî vê pergalê ku weke qiral, împarator, paşa, sûltanan hwd kîndartirin. Ew hezar salan li ser piyan man. Lewma di 200 salî de pergala dewletê têk çû.”

‘Diyalog û muzakere’

Ayşe Gokkan, diyar kir ku pirsgirêka Kurd a ku bi salan e heye bi diyalog û muzakereyan nehatiye çareserkirin û wiha berdewam kir: “Yek ji şer û pevçûnên di Rojhilata Navîn de û li Tirkiyeyê 40 sal in şerê zêde yê dem bi dem e. Ango pirsgirêka kurd a sed sal in ku bi muzakere û diyalogê nehatiye çareserkirin e. Dîsa nîvê netewa kurd û netewa din li Tirkiyeyê û li Sûriyê dijîn. Di vê rastiyê de avakirina aştiya civakî ya li Sûrî û Tirkiyeyê bi hev ve girêdayiye, dîrok jî şahidê vê rastiyê ye. Têkçûna dewletên navendparast bi rejîma Baas re dubare hat xuyakirin ku di hundir de pergal çawa lerizî ye û di demeke kin de hilweşiyan.”

‘Dewlet ji xeynî berjewendiyên xwe yên takekesî kesê nafikirin’

Di berdewamê de Ayşe Gokkan, bi lêv kir ku dewletên hegemon tu carî ji xeynî berjewendiyên xwe yên takekesî pê ve yên gel nafikirin û ev tişt gotin: “Iraq, Lîbya, Lubnan, Afganîstan, Sûrî doneyek hevpar nîşan dide ku pergalên dîktator di hundir de rizîne. Û êdî pergala yek mêr, yek ziman, yek ol-mezheb xîtabê civakê nake. Ne ciwan ne jî civak naxwaze ji bo serdestan şer bike. Ruxmê ku ji bo dewleta xwe, xwe afirandî îro li Sûrî ne leşker ne ciwan ne jî gel ji bo Rejîma Baas şer kir. Ku rêveberiya welat ne demokratîk, xwezayî, azadiya jinê be dibe lîstika hegamonan. Dewlet hemû hêzên çekdar di bin destê xwe de ava dike, li xwe tapû dike, lê dîsa jî têk diçe. Li Sûrî bi sed hezaran leşker, tanq, top û balafirên şer yek gule neteqandin û teslîmî HTŞê bûn. Çima? Ji bo ku ev pergal ne ya civakî ye, pergaleke ji bo berjewendiyên civakê xizmetê nake ye, dê çima ev şer ê civakê be? Pergala dîktatoran ne hêjayî guleyekê ye jî. Lewre temenê dîktatoran ji tevgerên azadîxwazan kintir e.”

‘Nebûn bin çengên desthilatdaran’

Bi domdarî Ayşe Gokkan, bi bîr xist ku di vê sed salê de ev rewş hîn bêhtir ber bi çav bûye û wiha pê de çû: “Dewletên netew hewce ye bi vê rastiyê re hevrû bibin, xwe li gorî demokrasî, wekhevî, azadiya jinan biguherin û veguherin. Li Tirkiyeyê jî rewş hatiye vê merheleyê. Li welatê me wekheviya cudatiyan bi rêhevaltiya cewherî ya demokratîk hebe, hêza hegemonan têrî têk birina demokrasiya civakê nake. Her caran rexnekirina hegemonan an jî tawanbarkirina welat ji hilweşandinê nefilitîne û wê nefilitin jî. Li Sûrî, gel, ciwan, ji xwe parastinê nereviyan. Piştgirî nedan desthilardariyê û nebûn binçengên wî.”

‘Bi heft xalan bang kir’

Ayşe Gokkan, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser heft xalên ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di peyama xwe de anîbû ziman û got: “Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan bi heft xalan bang kir. Ji bo ku Tirkiye wekî Suriyeyê nebe hewce ye pirsgirêka Kurd bi diyalog û muzakereyan çareser bibe û li Rojhilata Navîn bibe mînak. Rêveberiya demokratik a xweser bi aştiya civakî li Kurdistan, Tirkiye û Sûriyeyê li Rojhilata Navîn hêviya pêşeroja mirovahiyê ye. Em di bin tecrîda giran de bin jî bang li hemû sazî û dezgehên hiqûqnasan, mafê mirovan, mafên jinan, ekolojîk, demokratîk, rojnameger, nivîskar dikin ku ji bo aştiya civakî seferber bibin da ku şert û mercên Rêberê aştiyê birêz Abdullah Ocalan azad bike, fikir û ramanên xwe bi Kurdistan, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn re parve bike, da ku êdî şer raweste û ne Kurd ne jî Tirk jiyana xwe ji dest bidin. Hemû amûr, çekên şer jî nikare demokrasî ya civakê têk bibe. Hêza hegemonan nikare demokrasiyê têk bibe.”

Etîket: Ayşe GokkanGirtîgeha Jinan a SîncanêmalbatnameparezerTJA
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Malbata Rojwelat Kizmaz ji bo lêkolîneke bi bandor serî li dozgeriyê da

Malbata Rojwelat Kizmaz ji bo lêkolîneke bi bandor serî li dozgeriyê da

27 NÎSAN 2026
Werîşe Muradî ji bo zaroka li qawişa wan e nameyek nivîsand

Werîşe Muradî ji bo zaroka li qawişa wan e nameyek nivîsand

25 NÎSAN 2026
Jinan bertek nîşanî mirina Îlayda Zorlu da: Kujer malbat û dewlet e

Jinan bertek nîşanî mirina Îlayda Zorlu da: Kujer malbat û dewlet e

21 NÎSAN 2026
Jinan gul avêtin Behra Marmarayê: Mîmarê aştiyê li Îmraliyê ye

Jinan gul avêtin Behra Marmarayê: Mîmarê aştiyê li Îmraliyê ye

19 NÎSAN 2026
Li Gemlîkê piştî meşê daxuyanî hate dayîn

Jinên li Gemlîkê dê kulîlkan bivaêjin Behra Marmarayê

19 NÎSAN 2026
Li Gemlîkê piştî meşê daxuyanî hate dayîn

Li Gemlîkê piştî meşê daxuyanî hate dayîn

19 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Nedîm Orûç: Her çiqas karê me wekî sûc bibînin jî em ê rastiyê ragihînin

    Nedîm Orûç: Her çiqas karê me wekî sûc bibînin jî em ê rastiyê ragihînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Rojava kedkarên sînemayê ji bo serdemek nû civiyan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Colemêrgê 18 roj in rê girtî ye, gel perîşan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Karkerê Veguherîna Bermahiyan: Bila pergal bizane ku em hene

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi berxwedana karkeran ber bi 1ê Gulanê ve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Stenbolê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li dijî kuştina jinan rabûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tulay Hatîmogullari: Desthilat ji bo pêvajoyê bi helwestek tirsonek radibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê rojeva firehkirina rê û veguheztina daran: Kî çi dibêje?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 28ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (993)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne