Di şerê navbera Îsraîl û Hamasê de li Xezayê ji 7ê Cotmeha 2023an heta niha 69 hezar û 169 kes hatin kuştin. 170 hezar û 685 kes jî birîndar bûn. Piştî agirbestê 244 kes hatin kuştin.
Piştî Hamasê di 7ê cotmeha 2023an de êrîşî Îsraîlê kir, şerekî dijwar di navbera Îsraîl û Hamasê de pêş ket. Ji 7ê Cotmeha 2023an heta niha êrîşên Îsraîlê yên li dijî xezayê didomin. Li gorî daneyên ku Wezîrê Tenduristiyê yê Filistinê parve kir, ji 7ê coteha 2023an heta niha 69 hezar û 169 kesan di şer de jiyana xwe ji dest dan. Di êrîşan de 170 hezar û 685 kes jî birîndar bûn.
Di 10ê cotmehê de di navbera Hamas û Îsrailê de agirbest hatibû îlankirin. Lê dîsa êrîş didomin.
Li gorî çavkaniyên xwecih, ji dema ragihandina peymana agirbestê ve 244 filistînî hatine kuştin. Ji agirbestê heta niha 614 kes birîndar bûn û 522 cenaze ji bin kavilan hatin derxistin.












