Civîna di navbera Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş û koordînatorên partiyên siyasî yên di komîsyonê de dest pê kir.
Civîna di navbera Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş û koordînatorên partiyên siyasî yên di komîsyona meclisê ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatibû avakirin dest pê kir. Cîgira Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) Gulistan Kiliç Koçyîgît, Cîgirê Serokê MHP Fetî Yildiz, Serokê Koma AKP Abdulhamit Gul, Cîgirê Serokê Koma CHP Murat Emir û Serokê Koma Yeni Yol Bulent Kaya tevlî civînê bûn.
Tê payîn ku dê li ser hûrguliyên derbarê civîna komîsyonê ya ku roja Pêncşemê saet 11:00an de hatiye plankirin nîqaşan bikin.












