Li Geverê di navbera ciwanekî û polîsên trafîkê de nîqaş derket û polîsên trafîkê ciwan derb kir.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê di navbera ciwanekî û polîsên trafîkê de nîqaş derket. Li gorî agahiyan polîsên trafîkê bi hinceta “li gorî qûralên trafîkê tevnegeriya ye” ciwanek derp kir. Hat zanîn ku welatiyên derdorê bertek nîşanî polîsan daye û polîsan bi gazê êrîşî welatiyan kiriye û ciwanê ku hatiye derpkirin jî binçav kiriye.
Parlementerê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Colemêrgê Onûr Duşunmez li hesabên xwe yên medyaya dîjîtal bertek nîşanî derbkirina ciwan da û diyar kir ku ev pêkanîn tenê yek ji bêhiqûqiyên li Geverê tên kirin e. Her wiha Duşunmez xwest derbarê bûyerê de lêpirsîneke adilane bê kirin.














