Li navçeya Geverê ya Colemêrgê li ser xaçerêya Oremarê qezaya trafîkê rû da û di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê, serê sibê li xaçerêya Rêya Hawirdorê ya Oremarê qezayek rû da. Dolmîşek rêwiyan û kamyonekê li hev xistin û di encama qezayê de 3 kesên di dolmîşê de bûn, jiyana xwe ji dest dan. Her wiha du kes jî birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û îtfaiyeyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Mudaxileya ewil li cihê bûyerê li birîndaran hat kirin, piştre birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.
Hat hînbûn ku derbarê qezayê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.













