Enqere – Hevberdevkê Têkiliyên Dervê yê DEM Partiyê Berdan Ozturk anî ziman ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qada navneteweyî jî deng vedayê û got: “Biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî destê dewletê xurt dike. Azadiya fizîkî ya birêz Ocalan şert e.”
Hevberdevkê Têkiliyên Dervê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Berdan Ozturk pêvajoyê û şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Ajansa Welat re nirxand û got ku wî li qada navneteweyî bi gelek sazî, dewlet û dezgehan re hevdîtin kiriye û bandora pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” li qada navneteweyî kiriye.
‘Saziyên Ewropa jî bi awayekî erênî li pêvajoyê dinêrin’
Berdan Ozturk diyar kir ku banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qada navneteweyî jî deng vedaye û wiha axivî: “Tu kes li benda vê bangê nebû. Bandoreke mezin çêkir. Di demeke ku êriş zêde bûbûn de dewletên Ewropa jî ne li bende bûn ku ev bang were kirin û pêvajoyeke nû dest pê bike. Dema me bi wan re hevdîtinan kirin jî ev yek ji me pirsîn. Me jî sedemên vê vegotin. Desthilat di van salên dawî de li dijî gelê Kurd û bi taybet partiya me û hemû muxalefetê çi ji destê wê hat kir. Hemû derfetên xwe ji bo çokdanînê bikar anî lê nekarî encam bigire. Piştî nekarî encam bigirê rêyeke din nema. Me jî her tim digot bi van polîtikayan tu pirsgirêk çareser nabe. Saziyên Ewropa jî bi awayekî erênî li pêvajoyê nêrîn û gotin çi ji destê me were em ê bikin. Saziyên navneteweyî jî ji bêhiqûqiya li Tirkiyeyê û sepanên li dijî hiqûq û demokrasiyê aciz bûbûn. Ji bo wê jî bi awayekî erênî li pêvajo dinêrin û bangeke dîrokî dinirxînin.”
Konferansa navneteweyî
Berdan Ozturk bal kişand ser konferansa ku dê di 6-7ê Kanûnê de li Ewropa bi beşdariya gelek sazî, dezgeh, partî û kesayetên navneteweyî were li darxistin û wiha got: “Di qada navneteweyî de xebatên me bênavber didomin. Ev pêvajo bandorê li Rojhilata Navîn û Ewropayê jî dike. Dewletên Ewropa erênî li pêvajoyê dinêrin lê tenê ew jî têrê nake divê ew jî destê xwe bikin bin kevir. Di 11ê Tirmehê de bi merasîmeke çek hatin şewitandin. Li wir peyameke xurt hat dayîn. Ji bo çareserî pêk were û pêvajo pêş ve biçe divê sazî û dewletên Ewropa jî bi rola xwe rabin. Divê ew jî gotinên xwe bêjin û tevlî pêvajoyê bibin û ji bo mafê mirovan li Tirkiyeyê pêşbikeve ew jî rol û mîsyona xwe bilîze. Ji bo wê di meha pêşya me de di 6-7 mehê de konferasneke em ê li darbixînin. Saziyên navneteweyî jî wê tevlî vê konferansê bibin. Armanca konferansê jî nîqaşa van mijaran e. Ev ne mijareke di rojekê de were çareserkirinê ye. Xebat û kedê dixwaze. Piştî konferasê jî li ser vê esasê xebatên me wê berdewam bikin. Barekî giran ketiye ser milê hemû sazî û dezgehan. Ji bo ev bar were hilgirtin jî xebat û tevlibûn hewce ye. Bendemayîn, xebat û ked pêwîst e. Pêvajo bi vî awayî dikare bi pêş ve biçe. Armanca vê konferansê jî ev e.”
‘Divê Konseya Ewropa zextan li Tirkiyeyê bike’
Berdan Ozturk têkildarî “Mafê Hêviyê” ku Komîteya Wezîrean a Konseya Ewropayê dem dabû Tirkiyeyê jî bi lêv kir ku divê Konseya Ewropa li ser Tirkiyeyê zextan bike ku ev maf were bicihanîna û axaftina xwe wiha domand: “Beriya pêvajoyê jî li ser biryara Mafê Heviyê ya Dadgeha Ewropa hevdîtinên me hebûn. Konseya Ewropayê li ser 3 bingehan ava bûye; hiqûq, mafên mirovan û demokrasî. Ji bo şer û pevçûn careke din pêk neyê piştî şerê cîhanê yê 3yemîn bi vê mabestê ava bûye. Dewletên ku ew hevpeyman qebûl kirine jî dibêjin biryara Dadgeha Ewropa çi be ez ê wê biryarê pêk bînim an jî li gorî wê biryarê gav biavêjim. Ji van dewletên ku ew hevpeyman qebûl kirine jî yek jê Tirkiye ye. Me di hevdîtinan de jî ev yek anîn ziman. Me got heke konsey li ser vê bingehê ava bûye divê ji vê yekê tavîzan nede. Ji sala 2014an vir ve biryar hatiye dayîn lê tevî vê yekê jî dewleta ku endamê wê hevpeymanê ye biryar heta niha pêk neaniye. Lê tevî vê jî her tim dem didin. Heta kengî wê dem bidin. Ev yek bi serê xwe nakokî ye. Yanî ev dibe sedema ku ev sazî hebin wê çi bibe an tune be wê çi bibe. Dîsa dem dan Tirkiyeyê. Ev ne rast e. Erê qala pêvajo û komîsyonê dike lê dîsa ne rast e. Divê Tirkiye li gorî vê biryarê tevbigere û vê biryarê pêk bîne. Konsey jî dikare di vir de berpirsyariya Tirkiyeyê bi bîr bixe û ji bo biryarê pêk bînê zext bike.”
‘Azadiya fizîkî ya birêz Ocalan şert e’
Berdan Ozturk destnîşan kir ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şerte û ev yek anî ziman: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1999an vir ve di bin şert û mercên tecrîdê de tê ragirtin. Li gorî peymana mafên mirovan jî tecrîd îşkence ye. Li dijî hiqûqê ye. Di serî de divê ev neyê qebûlkirin. Di peymana mafên mirovan a Ewropayê de îşkence qedexe ye. Lê welatek endam van sûcan dike. Divê di serî de konsey mudaxileyî vê bike. Ji aliyê din ve jî muxatabê sereke yê vê pêvajoyê birêz Abdullah Ocalan e, divê di şert û mercên azad de bikaribe bixebite. Ji bo pêvajo bi pêş ve biçe û bigihîje encamê divê ew derfet bê avakirin. Ew li gorî ruhê pêvajoyê jî pêwîstiyeke. Divê birêz Abdullah Ocalan bikaribe bi hemû derdoran re danûstandinê bike. Divê çapemenî û hemû derdor bikaribin bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Ji bo pêvajoyê ev şert e. Biryara Dadgeha Mafên Mirovan jî destê dewletê xurt dike. Azadiya fizîkî ya birêz Ocalan şert e. Ev nebe wê çawa çareserî pêk were? Yanî du alî hene, aliyek di bin tecrîdê de be dê çawa çareserî li pêş bikeve? Yanî di pêvajoyê de heke du alî hebin divê şert û mercên herdu aliyan jî wek hev be.”
‘Divê Tirkiye kîna xwe ya li dijî Kurdan bide aliyekî’
Berdan Ozturk derbarê pêşketinên Rojava û Sûriye de jî bi lêv kir ku pêşeroja Sûriyê dikare were diyarkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gelên Sûriyê 14 sal in li dijî DAIŞ û rejîma Baasê bi bedelên giran dan. Li Sûriyê gelek tişt qewimîn. Gelên Sûriyê wê ji niha şûn ve çawa bijîn, wê bi xwe biryar bidin. Di nav van gelan de gelê Kurd jî heye. Rêveberiya Xweser bi pêkhateyên ji gelên Sûriyeyê hatiye ava kirin. Li dervê mudaxile bikin an jî tiştekî din bikin jî ev nayê qebûlkirin. Entegrasyon hevûdin qebûlkirin e. Jixwe heta niha têkoşîna hatiye meşandin li dijî tunehesibandinê bû. Sûriye ku ji nû ve were avakirin divê hemû gelan qebûl bike û bi hev re bijîn. Em pratîka HTŞê jî dizanin. Bi awayekî pergaleke navendî pirsgirêk çareser nabin. Helwesta Tirkiyeyê ya derbarê Sûriyê de nayê qebûlkirin. Divê Tirkiye kîn û hêrsa xwe ya li dijî Kurdan bide aliyekî û vîna gelê Kurd jî qebûl bike. Biryara pêşeroja Sûriyê divê gelên li wir dijîn bidin.”













