Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevlêbûna zêdetirî 65 saziyên jinan, starta 25ê Mijdarê dan. Platform dê îsal bi dirûşmeya “Bi hev re em civatek demokratîk û komunal ava dikin da ku tundûtûjiyê bi dawî bikin” têbikoşin.
Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevlêbûna zêdetirî 65 saziyên jinan, li parka 4ê Nîsanê starta 25ê Mijdarê dan. Nûnerên platformê daxuyanî bi zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî hat xwendin. Bi zimanê Kurdî berdevka Kongra Star Rihan Loqo, bi zimanê Erebî Endama Koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbiya Bûşra Mihemed, bi zimanê Sûryan endama Yekîtiya Jinên Suryan Semîra Gewro daxuyaniyê xwendin.
Berdevka Kongra Star Rihan Loqo diyar kir ku kampanya îro (15ê Mijdarê) destpê bike û heta 30ê Mijdara 2025an berdewam bike.
Berdevka Kongra Star Rihan Loqo anî ziman ku kampanya di demekê ku Sûriye di rewşên aloz ên siyasî, aborî û civakî de dijî de hatiye destpêkirin û wiha got: “Ev serdem rasterast bandorê li jiyana jinên Sûriyeyê kiriye. Jinên Sûriyeyê bi berdewamî bi cûrbecûr şêwazên tundûtûjî, bêparkirin û dûrxistinê re rû bi rû dimînin. Çi bi rêya hewldanên dûrxistina wan a ji qada siyasî be, çi jî bi rêya înkarkirina mafê wan ê beşdarbûna çalak a di avakirina pêşeroja welatê xwe de be.”
Bêdengkirin şêwaza herî mezin a tundiyê ye
Berdevka Kongra Star Rihan Loqo anî ziman ku ew dikarin bibin hevkarên berxwedan, ji nû ve avakirin û biryardayînê û wiha axivî: “Tundûtûjiya li ser jinan ne tenê bi îstîsmara fîzîkî an psîkolojîk ve sînordar e. Her wiha, hewldanek ji bo dûrxistina wan jî vedihewîne. Bêdengkirina dengê wan a di warên civakî û siyasî de, şêweyê herî mezin ê tundûtûjiya li dijî wan e. Ji ber vê yekê, em piştrast dikin ku hêzdarkirina jinan û vekirina rêya ji bo wan da ku rola xwe ya mafdar di hemû waran de bigirin, ber bi avakirina Sûriyeyek demokratîk û komunal ve rêya dadmend û rast e ku baweriya xwe bi edalet, wekhevî û azadiyê tîne.”
‘Şehîd çiraya rêya azadiyê ye’
Berdevka Kongra Star Rihan Loqo da zanîn ku şehîdan xwîna xwe ji bo parastina rûmeta mirovan û nirxên edaletê pêşkêş kirin û li dijî hemû cureyên zordarî û tundûtûjiyê di pêş de rawestiyan û wiha pêde çû: “Xwîna wan sozek e ku em pêbendî wê ne ku têkoşînê bidomînin, heya ku azadiya tevahî ji bo hemû jinan pêk were.”
Berdevka Kongra Star Rihan Loqo bang li hemû jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li seranserê Sûriyeyê û cîhanê kir û wiha bidawî kir: “Em bang dikin ku bi awayekî çalak beşdarî çalakiyên vê kampanyayê bibin. Her yek bi awayê xwe, da ku dengê jinên azad bilind bikin û soza xwe ya ji bo berdewamiya têkoşînê heta ku civakek wekhev, bê hemû cureyên tundûtûjî û cudakariya li dijî jinan were bidestxistin, nû bikin. Em bi vê yekê bernameya kampanyaya li dijî tundûtûjiya li dijî jinan radigihînin.”
Kampanya di 30ê Mijdara 2025an de li bajarê Reqayê bi dawî bibe. Naveroka bernameyan wiha ye:
* 25ê Mijdara 2025an: Meşek li seranserê parêzgehan
*29ê Mijdara 2025an: Platforma medyayê bi beşdariya çend jinan ji bo nîqaşkirin û nirxandina kampanyayê
* 30ê Mijdara 2025an: Foruma diyalogê li Bajarê Reqayê













