Rêveberiya Tevgerê diyar kir ku hêzên gerîla yên ku li Zapê bûn û rîska şer li ser wan hebû, di 16ê Mijdarê de vekişiyan qadên cuda û guncav.
Di daxuyaniya Rêveberiya Tevgerê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku bi 16ê Mijdarê re hêzên gerîla yên li herêma Zapê ku rîska şer li ser wan hebû, vekişiyan qadên cuda û guncav. Rêveberiyê Tevberê got: “Em di wê baweriyê de ne ku ev gava me ya nû wê xizmetê ji çareseriya pirsgireka Kurd, aştî û demokratîkbûna Tirkiyeyê re bike.”
Daxuyaniya Rêveberiya Tevgerê bi vî rengî ye:
“Di daxuyaniya xwe ya 26ê Cotmehê de ku bi civîneke çapemeniyê hate ragihandin û ji gerîlayên me yên ji nava sînorên Tirkiyeyê vekişiyan Herêmên Parastinê yên Medyayê 25 jê bi xwe amade bûn, me diyar kiribûn ku li cihên xwedî rîska şer ên li ser sînor jî em ê tedbîran li hemberî şer werbigirin. Ji wê demê û vir ve li ser bingeha karê ku organên pêwendîdar kirin, em li herêma Zapê gihîştin encameke girîng. Bi êvara 16ê Mijdarê re hêzên me yên li herêma Zapê ku rîska şer lê hebû, vekişiyan qadên cuda yên guncav. Bi rewşa heyî re li qada navborî rîska şer bi temamî ji holê hatiye rakirin.
Piştî vekişîna hêzên me yên gerîla yên bi rîska şer ên li nava sînorên Tirkiyeyê, ev sererastkirin û vekişîna ji herêma Zapê re ji bo serxistina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne bûye tevkariyeke girîng a pratîkî û biryardariya me ya ji bo pêvajoyê careke din nîşan dide. Em di wê baweriyê de ne ku ev gava me ya nû wê xizmetê ji çareseriya pirsgirêka Kurd û aştî û demokratîkbûna Tirkiyeyê re bike.
Em bi rêzdarî vê agahiyê ji çapemenî û raya giştî re radigihînin, silavên xwe li her kesên pêwendîdar dikin.”













