• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
17 MIJDAR 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    750 sazî sibê ji bo zimanê Kurdî deklarasyonekê eşkere dikin

    750 sazî sibê ji bo zimanê Kurdî deklarasyonekê eşkere dikin

    Karê komîsyonê yê merhaleya ewil bi dawî dibe êdî dora qanûnan e

    Karê komîsyonê yê merhaleya ewil bi dawî dibe êdî dora qanûnan e

    Rêveberiya Tevgerê: Hêzên me yên li Zapê vekişiyan qadên guncav

    Rêveberiya Tevgerê: Hêzên me yên li Zapê vekişiyan qadên guncav

    TSK bi îmhakirina amûrên leşkerî xwezayê talan dike

    TSK bi îmhakirina amûrên leşkerî xwezayê talan dike

    UNODC: Li cîhanê 39 milyon kes madeyên hişbirê bikar tînin

    UNODC: Li cîhanê 39 milyon kes madeyên hişbirê bikar tînin

    ROJEVA 09ê MIJDARA 2025an

    ROJEVA 17ê MIJDARA 2025an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    750 sazî sibê ji bo zimanê Kurdî deklarasyonekê eşkere dikin

    750 sazî sibê ji bo zimanê Kurdî deklarasyonekê eşkere dikin

    Karê komîsyonê yê merhaleya ewil bi dawî dibe êdî dora qanûnan e

    Karê komîsyonê yê merhaleya ewil bi dawî dibe êdî dora qanûnan e

    Rêveberiya Tevgerê: Hêzên me yên li Zapê vekişiyan qadên guncav

    Rêveberiya Tevgerê: Hêzên me yên li Zapê vekişiyan qadên guncav

    TSK bi îmhakirina amûrên leşkerî xwezayê talan dike

    TSK bi îmhakirina amûrên leşkerî xwezayê talan dike

    UNODC: Li cîhanê 39 milyon kes madeyên hişbirê bikar tînin

    UNODC: Li cîhanê 39 milyon kes madeyên hişbirê bikar tînin

    ROJEVA 09ê MIJDARA 2025an

    ROJEVA 17ê MIJDARA 2025an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Karê komîsyonê yê merhaleya ewil bi dawî dibe êdî dora qanûnan e

Mahmût Altintaş / AW

17 MIJDAR 2025 - 09:36
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Enqere – Komîsyona ku di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatiye avakirin vê hefteyê civînên xwe yên guhdariya li heyet û saziyan bi dawî dike. Piştî dawîbûna civînan dê komîsyon dest bi amadekariyên pêşnûmeyên qanûnî bike.

Komîsyona Demokrasî, Xwişk û Biratî û Hevgirtina Millî ku di çerçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de di 5ê Tebaxê de li meclîsê hatibû avakirin heta niha 16 civîn pêkanîn. Komîsyon dê di 18ê Mijdarê de roja Sêşemê careke din bicivê û civînên guhdarkirinê bi dawî bike. Civîna dawî ya guhdarkirinê roja sêşemê dê di seat 15:00an de pêk were. Di civînê de dê Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin bên guhdarkirin. Piştî van guhdarkirinan civînên guhdarkirinê jî bi dawî dibin. Piştî bi dawîbûna civînên guhdarkirinê beşa yekêm a xebatên komîsyonê jî bi dawî dibin û komîsyon wê dest bi amadekariyên taslaxên qanûnî bike.

Ji avabûna komîsyonê vir ve çûyina Girava Îmraliyê û hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re di rojevê de ye. Lê tevî zêdetirî 3 meh ji ser avabûna komîsyonê re derbasbûnê jî heta niha ji bo çûyina komîsyonê li Girava Îmraliyê tu gav nehatine avetin. Tê payîn ku piştî bi dawîbûna civînên guhdarkirinê komîsyon plansaziya çûyina Girava Îmraliyê nîqaş bike. Her wiha piştî avabûna komîsyonê di van 3 mehên dawî de gelek geşedanên girîng jî qewimîn. Gelek caran di pêvajoyê de xitimîn çêbûn û li gor çavkaniyan bi însiyatîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew xitimîn jî derbas bûn. Piştî gavên dîrokî ya Tevgera Azadî ya Kurd çavê rayagiştî jî ji gavavetina dewletê û xebatên komîsyonê ye. Weke Ajansa Welat (AW) me, xebatên komîsyonê, geşedanên piştî avabûna komîsyonê derbarê pêvajoyê de tomar kir.

Komîsyonê heta niha 16 civîn pêkanîn

Komîsyona Meclîse heta niha 16ê civîn pêkanîn. Di van civînan de komîsyonê malbatên lêşker û polîsan, komele û waqfên lêşker û polîsên gazî, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), komelê û waqfên maf û hiqûqê, Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê, baro, saziyên hiqûqê, serokên berê yên meclîse, sendikayên karker û karmendan, ode, sendîqa û komeleyên pişeyî, akademîsyên, waqfên lêkolînî û siyasî, Komeleya Piştgirî û Yekitiyê ya ji bo Kesên Xizm û Nasên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirinê re (MEBYA-DER), Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), komele, sazî û dezgeyên jin û ciwanan, Wezîrê Karên Dervê Hakan Fîdan û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç guhdar kir.

Di civînan de maf û hiqûqa gelê Kurd derket pêş

Dayikên Aştiyê ku di civîna 5emîn a komîsyonê de hatin guhdarkirin mohra xwe li xebatên komîsyonê û pêvajoyê xist. Dayikên Aştiyê ku xwestin di meclisê de bi Kurdî biaxivin ji aliyê Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş ve hatin astengkirin û tevî daxwaza parlamenterên di komîsyonê de jî destûr nehat dayin ku dayik Kurdî biaxifin. Astengkirina Kurdî mohra xwe li civînan xist û di rayagiştî de bertekên mezin derketin û baweriya ji bo pêvajoyê jî kêm kir. Li rex vê yekê kîjan sazî û dezgehên ku di civînên komîsyonê de hatin guhdarkirin balkişandin ser qedexeya li dijî ziman û nasnameya Kurdî û xwestin ew qedexe bi dawî bibin. Ew xwestek ne tenê ji aliyê sazî, dezgeh û komeleyên nêzî Tevgera Azadiya Kurdistanê ve di heman demê de ji aliyê gelek derdorên cuda ve jî hat ziman. Weke mînak Serokên berê yên di komîsyonê de axivîn jî weke Bulent Arinç daxwaza azadiya ziman û nasnameya Kurdî anî ziman. Her wiha saziyên karmend, hiqûq û ciwanan jî heman daxwaz di komîsyonê de anîn ziman. Di civînan de herî zêde daxwaza azadiya ziman û nasnameya Kurdî û hemwelatiya wekhev derket pêş.

Xitimîna pêvajoyê û însiyatîfa Abdullah Ocalan

Rêveberiya Tevgera Azadiya Kurdistanê di 26ê Cotmehê de bi daxuyaniyeke dîrokî li Qandîlê ragihand ku ew ji bo pêşiya pêvajoyê vêkin hemû hezên xwe ji bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê vedikişînin. Daxuyaniya Tevgera Azadiya Kurdistanê li hemû cihanê deng veda û weke gaveke dîrokî ji bo pêvajoyê hat pênasekirin. Piştî vê gava dîrokî, çavkaniyên di nava pêvajoyê de ne dan zanîn ku di pêvajoyê de xitimîn pêkhatiye û li ser vê xitimînê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan însiyatîf girtiye û li ser daxwaza wî Tevgera Azadiya Kurdistanê ew gava dîrokî avetiyê. Tevî vê gava dîrokî ya Tevgera Azadiya Kurdistanê jî ji aliyê dewletê ve heta niha gaveke berbiçav nehatiye avêtin. Daxwaza sereke ya derdikeve pêş jî azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Di vî warî de gavavetin ji bo pêşvêçûyina pêvajoyê xala herî girîng e.

Mafê hêviyê

Mafê hêviyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên zêdetirî 25 sal in di girtîgehê de ne di sala 2014an vir ve di rojevê de ye. Tevî biryara 2014an ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji Tirkiyeyê xwestibû mafê heviyê ji bo Abdullah Ocalan pêkbînê jî ew maf 11 sal in nayê pêkanîn. Herî dawî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di 17ê Îlonê de derbarê mafê hêviyê de, ji Tirkiyeyê xwest “bi lez gavên pêwîst” bavêje û ji bo ku bi lez pêşde biçe, “herî dereng heta dawiya Hezîrana 2026an agahî” bide. Her wiha Komîteya Wezîran a Ewropayê vê carê komisyona li meclisê hatiye avakirin jî destnîşan kir û ji komîsyonê xwest ji bo pêkanîna mafê hêviyê gavên pêvîst baveje. Lê tevî vê biryarê jî ji bo mafê heviyê ji aliyê Tirkiyeyê ve heta niha tu gav nehatinê avetin. Gelê Kurd li Kurdistan û gelek welatên cihanê bi çalakiyên cur bi cur daxwaza mafê heviyê ji bo Abdullah Ocalan tîne ziman. Her wiha di vê pêvajoyê de ji aliyê gelek derdor, rewşenbîrên cihanê ve jî hat destnîşankirin ku divê muzakerevanê sereke yê pêvajoyê Abdullah Ocalan di şert û mercên azad de bixebite û Tirkiye mafê heviyê pêkbînê.

Civînên guhdarkirinê bi dawî dibin

Komîsyona meclisê sibê di seat 15:00an de dê civîna xwe ya 17emîn li darbixînê. Komîsyon dê Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin guhdar bike. Piştî vê civînê komîsyon beşa 1em a xebatên xwe bi dawî dike. Komîsyon dema hat avakirin li ser 2 xalan xebat dan pêş xwe. Yek civînên guhdarkirinê ku dê hemû beşên civakê ben guharkirin û daxwazên derketine pêş dê rapor bike û ya din jî amadekariyên taslaxên qanûnî ye. Her wiha xebatên komîsyonê dê heta serê salê berdewam bike û heke pêvîstî bê dîtin komîsyon dikare dema xebatan dirêj bike. Komîsyon, dê bi dawîkirina civînên guhdarkirinê re daxwazên derketin pêş rapor bike. Piştre jî dê derbasî beşa 2yemîn a xebatan bibe. Beşa 2yemîn a xebatên komîsyonê jî amadekariyên taslaxên qanûnî ne. Hemû partiyên siyasî yên di komîsyonê de ne dê taslaxeke qanûnî pêşkeşî komîsyonê bikin. Komîsyon dê taslaxeke qanûnî li gor pêşniyarên partiyên siyasî û daxwazên di civînên guhdarkririnê de derketine pêş amade bike û vê taslaxê pêşkeşî komisyona edaletê ya meclisê bike. Komîsyona Edaletê ya meclisê jî heke vê taslaxê qebûl bike dê bişîne Lijneya Giştî ya Meclisê. Di Lîjneya Meclisê de jî heke bê qebûlkirin wê êdî bibin qanûn.

Qanûnên Entegrasyona Demokratîk

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destnîşankiribû ku civaka demokratîk, aştî û entegrasyona demokratik, sê têgehên sereke yên vê pêvajoyê ne. Entegrasyon ji aliyê metînger û desthilatdaran ve weke bişaftin tê bikaranîn û li ser esasê tunehesibandin û bişaftina netew û baweriyên cuda ye. Entegrasyona demokratîk jî berovajî vê yekê li ser esasê hevdu qebûlkirinê ye. Yanî dewlet dê mafê gelê Kurd û netewên cuda yên Tirkiyeyê; ziman, çand û baweriyan qebûl bike û bi vî awayî gel û dewlet wê bi hevdu re entegre bibin. Hemû gel û bawerî bi çand û zimanê xwe di nava Komara Tirkiyeyê de cih bigirin. Ji bo pêkanîna entegrasyona demokratik jî xala herî girîng hiqûq e. Entegrasyona Demokratîk li ser 3 xalan pêk te; Civakî, siyasî û hiqûqî. Piştî bi dawîbûna civînên komîsyonê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) wê pêşniyarên qanûnên entegrasyona demokratik pêşkêşî komîsyonê bike. Derketina qanûnên entegrasyona demokratîk bingeha sereke ya pêvajoyê ye. Ji bo pêvajo bi serkêftî encam bibe û aştiyeke mayinde pêk were xala herî girîng derxistina qanûnên entegrasyona demokratik e. Bi qanûnên entegrasyona demokratik gelê Kurd û hemû gel û baweriyên cuda ku di bin serweriya dewleta Tikriyeyê de dijÎn dikarin mafên xwe bi destbixin. Ji bo pêkhatina van qanûnan jî êdî niha şûn ve çavê rayagiştî dê li xebatên komîsyonê be. Tê payîn ku komîsyon di rojên pêş de ji bo çûyina Girava Îmraliyê bicivê û plansaziya çûyinê nîqaş bike. Ew civîn li gor çavkaniyan zêde najo û di rojên pêş de wê pêk were.

Çûyina Komîsyonê li Girava Îmraliyê

Ji avabûna komîsyonê vir ve rojeva sereke ya raya giştî ya Kurdistanê û demokratan, partî û saziyên demokratîk çûyina Komîsyonê li Girava îmraliyê hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ye. Abdullah Ocalan jî di hevdîtinên bi şandeyê re de destnîşankiribû ku ew dixwaze komîsyon bi wî re hevdîtin bike û pêşniyarên wî hene ku pêşkeşî komîsyonê bike. Lê heta niha li ser çûyina Girava Îmraliyê ji aliyê komîsyonê ve gaveke şênber nehat avêtin. Tê payîn ku piştî bi dawîbûna civînên guhdarkirinê komîsyon li ser plansaziya çûyina Girava Îmraliyê raweste. Serokê MHPê Devlet Bahçelî diyarkiribû ku çûyina komîsyonê li Girava Îmraliyê ji bo pêşveçûyina pêvajoyê xaleke girîng e. Her wiha Serokkomarê Tirkiyeyê Tayîp Erdoğan jî ev yek anîbû ziman û gotibû divê komîsyon li aliyan guhdar bike. Ji bilî CHPê û Partiya Yenîden Refahê jî hemû partiyên di komîsyonê de ne helwesta xwe ya ji bo çuyîna komîsyonê li Girava Îmraliyê nîşan dabûn û xwestibûn komîsyon biçe Girava Îmraliyê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan guhdar bike. CHPê û Partiya Yenîden Refahê dê çi helwest nîşan bidin tê meraqkirin. Lê êdî li pêşiya çûyina Komîsyonê li Girava Îmraliyê tu astengî nemaye û tê payîn ku komîsyon bi Serokiya Nûman Kûrtûlmûş û endamên partiyên siyasî yên di komîsyonê de ne di rojên pêş de biçin Girava Îmraliyê û pêşniyarên Abdullah Ocalan guhdar bikin. Heke CHP bi awayekî neyînî helwest nişan bide jî ji ber piraniya partiyan ji bo çûyina komîsyonê erênî nêz dibin bi awayekî neyînî nikare bandor bike.

 

 

 

Etîket: Abdullah OcalanCivîna KomisyonêKomîsyona Demokrasî Xwişk-Biratiyê û Hevgirtina Milîpêşnûmeya qanûnîpêvajoPêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Sezaî Temelli: Divê komîsyon êdî biryara çûyina Îmraliyê bide

Sezaî Temelli: Divê komîsyon êdî biryara çûyina Îmraliyê bide

17 MIJDAR 2025
Rêveberiya Tevgerê: Hêzên me yên li Zapê vekişiyan qadên guncav

Rêveberiya Tevgerê: Hêzên me yên li Zapê vekişiyan qadên guncav

17 MIJDAR 2025
Tuncer Bakirhan: Pêvajo bi yek alî nameşe

Tuncer Bakirhan: Pêvajo bi yek alî nameşe

15 MIJDAR 2025
Keskîn Bayindir: Ji Dêrsimê heta Cizîrê divê birînên Kurdan bên dermankirin

Keskîn Bayindir: Ji Dêrsimê heta Cizîrê divê birînên Kurdan bên dermankirin

15 MIJDAR 2025
Abdullah Zeydan: Divê dewlet jî li gorî ruhê pêvajoyê gav biavêje

Abdullah Zeydan: Divê dewlet jî li gorî ruhê pêvajoyê gav biavêje

14 MIJDAR 2025
Dayika sê cangoriyan: Divê ewil Serokê me azad bibe

Dayika sê cangoriyan: Divê ewil Serokê me azad bibe

13 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • MIJDAR 2025 (256)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne