• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
10 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    ‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

    ‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

    Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

    Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    ‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

    ‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

    Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

    Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Komeleya 78an 7emîn kongreya xwe pêk anî

Amed /AW

28 KANÛN 2024 - 13:42
Kategorî: POLÎTÎKA
A A

Komeleya 78an 7emîn Kongreya xwe ya asayî li Şaxa 1emîn a Egîtîm Senê ya Amedê pêk anî.

Di kongreya de nûnerên gelek saziyên civakî amade bûn. Li salona kongreyê pankarta “Divê zindana Amedê bibe muzeya mirovahiyê” vekirin. Kongreyê bi rêzgirtinê dest pê kir û bi hilbijartina dîwan berdewam kir. Ji bo dîwana kongreya 78an siyasetmedar û nivîskar Hasan Ozguneş, Nivîskar Haci Ozkal û Prz. Gulşen Demîr hatin hilbijartin. Piştî dîwana kongreyê hat hilbiartin, li ser navê dîwanê siyasetmedar Hasan Ozguneş axaftinek kir.

Dema xwerêxistinkirinê ye

Hasan Ozguneş anî ziman ku ev kongre ji bo keda borî biparêze û rêveberiyek çawa bê sazkirin hilbijêre pêk tê û wiha got: “Dê bi ruhekî nû, rê û rêbazên nû xwe bi rêxistin bike. Li gorî demê xwe bi hêz bike. Dê li ser armanc û rêgezên xwe bimeşe. Wekî tê zanîn DEM Partî û DBPê li ser daxwaza hemû sazî û rêxistinan konferans pêk anî. Di encama vê konferansê de hamleya xwe ji nûve avakirinê ya partî û rêxistinan hat destpêkirin. Di konfrenasê de hat xwestin hemû sazî xwe ji nûve ava bikin û hamleya xwe ji nûve avakirinê hatiye destpêkirin. Ev hamle ne tenê ya partiya siyasî ye. Ev hamle di heman demê de ya saziyan û gelan e jî.”

Hasan Ozguneş li ser armanca xwerêxistinkirinê jî rawestiya û wiha axivî: “Çima pêdivî bi xwe avakirinê heye? Em tev dibînin li Rojhilata Navîn çi diqewime. Em baş dizanin projeya ku dewletên Moderniteya Kapîtalîst dane pêşiya xwe 30 salin li Rojhilata Navîn tê meşandin. Yek ji xeleka wê Sûrî bû. Rejîma ku zêdeyî 60 salin li ser dîktatoriyê ava bûbû hat hilweşandin. Çend armancên vê projeya dewletan heye.”

Hêzên kapîtalîst her dem qeyranê zêde dikin

Ozguneş armancên dewletan yên li ser Rojhilata Navîn wiha rêz kir: “Yek ji daxwazên dewletên Modernîteya Kapîtalîst ew e ku pergal û rêveberiyên ku li dijî vê projeye serê xwe netewîne, wan hilweşînin û piştre bi xwe ve girê bidin. Ya duyemîn ewlehiya Israîl e û ya sêyemîn jî dewlemendiya van welatan têxin kontrola xwe. Yên din jî dixwazin her tim li Rojhilata Navîn qeyran hebe. Ji bo Modernîteya Kapîtalist çiqas di navbera bawerî, ol, çand û nasnameyan de qeyran hebe ew qas ji bo wan baş e. Ji ber vê yekê naxwazin aramî pêş bikeve.”

Çareserî Neteweya Demokratîk e

Hasan Ozguneş li ser çareseriya pirsgirêkan jî rawestiya û wiha got: “Li dijî vê yekê çareserî Neteweya Demokratîk, rêveberiya xweser û konfederal ji bo Rojhilata Navîn bûye derman. Nakokî û neheqiya di navbera zayend, çîn, bawrî û mirov û xwezayê de ji holê radike. Hevsengiyê û çareseriyê pêş dixe. Di aliyê sincê civakî de pêşketinê ava dike. Hemû bawerî, çand, ziman û nasname dikarin bi hevre azad bijîn. Gelê Kurd îro vê pergalê ava dikin û mînaka vê yekê jî Rojava ye. Dewletên metînger û hikûmeta Tirk ji ber vê yekê êrîş dikin û dixwazin destkeftiyên Kurdan tune bikin. Îro dorpêç û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde dikin. Sed sal bere di peymana Lozanê de em nezan bûn yekîtiya me tune bû. Em bê rêxistin bûn. Lê niha şerê sêyemîn heye. Li ser Kurdan heman polîtîka tê meşandin. Lê vê carê em zane ne. Polîtik bûne. Pergalek me heye. Modelek me heye. Divê em bêtir xwe bi rêxistin bikin û ji nûve ava bikin.”

Kongre piştî axaftinan bi raporên maliye û xebatê berdewam kir. Piştî xwendina raporan, hilbijartin pêk hat. Di hilbijartinê de ji bo rêveberiya Komeleyê Ahmet Candan, Gulseren Aydemîr, Enver Temîz, Bedrî Karaoglan, Mehmet Yamaç, Sanayî Çelîk û Talhat Emra hatin hilbijartin.

 

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Di êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de 486 kes hatine kuştin

Di êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de 486 kes hatine kuştin

9 ADAR 2026
Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

9 ADAR 2026
Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

9 ADAR 2026
‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

9 ADAR 2026
Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

9 ADAR 2026
Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

9 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Bajar bi bajar Rojhilatê Kurdistanê

    Bajar bi bajar Rojhilatê Kurdistanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji 1999an heta 2025an dîmenên Newrozê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo Newroza 2026an klîba ‘Newroza Serfiraziyê’ hat amadekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Peymana 29ê Çile û perwerdehiya Kurdî: Alî çi dixwazin, heta niha çi bû û astengiya sereke çiye?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Navê axaftvan û hunermendên Newroza 2026an diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Deklarasyona Newroza 2026an: Newroz îradeya yekîtiya demokratîk mezin dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Azadiya Welat bi manşeta ‘Konfederalîzma demokratîk’ derket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Stenbolê deklarasyona Newrozê hate eşkerekirin: Em ji bo wekhevî û azadiyê derdikevin qadên Newrozê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rubin xeterî û şertên tevgera Kurdan a li Îranê nirxand: Dê ji bo rejîmê bibe ‘xelat’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (365)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne