Civîna Serokê Giştî yê CHPê û parlamenterên CHPê yên endamên komîsyonê ne bi rojeva civîna komîsyonê û çûyina Girava Îmraliyê bi dawî bû. Hat zanîn ku biryara CHPê ya ji bo çûyina Girava Îmraliyê dê piştî civîna MYKê diyar bibe.
Civîna Partiya Gel a Komarî (CHP)ku Serokê Giştî Ozgur Ozel û parlamenterên CHPê yên endamên Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Milî ne bi rojeva “çûyina komîsyonê ya cem Abdullah Ocalan” bi dawî bû. Hat zanîn ku Ozgur Ozel dê nirxandinên di civînê de derketinê pêş bibe rojeva MYK a CHPê û piştî civîna MYKê dê CHPê helwesta xwe ya çûyina Girava Îmraliyê diyar bike.













