Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel, piştî biryara ‘Betalkirina Teqez’ yekem car li Îzmîrê bi gel re hat cem hev. Ozgur Ozel tevî êrîşên polîsan jî bi gel re civiya û banga bila serokê giştî yê CHPê 2 milyon endamên CHPê diyar bikin, kir.
Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Ozgur Ozel, piştî biryara ‘Betalkirina Teqez’ ya derbarê Kongre Asayî ya 38an de, yekem car li Îzmîrê bi gel re hat cem hev. Li ser biryara qedexekirina mîtînga li Qada Cumhuriyetê ya ji aliyê Waliyê Îzmirê ve, li qadê alozî derket û polîsan destwerdaneke tund kir. Ji ber van astengiyan, bernameya ku hatibû plankirin dê di saet 12.00an de dest pê bike, di saet 13.35an de bi dirûşma ‘Kemalê Xayîn’ de dest pê kir.
Ozgur Ozel di axaftina xwe de bal kişand ser biryara betalkirina teqez û destnîşan kir ku ev destwerdan destwerdana hikûmetê ye û wiha got: “Ez hêrsa we fêm dikim, îro CHP careke din hatiye girtin. Ev partî du caran hatibû girtin; di 21ê Gulana 2026an de, Baskên Darazê yên AK Partiyê ku li gora fermana Serokê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan tevdigerin, CHP careke din bi awayeke fiîlî girtin. Heke rêveberên hilbijartî partiyekê bi rê ve nebin, heke serokê partiya reqîb biryarê bide ka kî wê partiyê bi rê ve bibe, ew partiya siyasî bi awayeke fîîlî hatiye girtin.”
‘Ne delege, bila 2 milyon endam serokê giştî diyar bikin’
Ozgur Ozel li dijî hewldanên Serokê Giştî yê berê Kemal Kiliçdaroglu yên ji bo vegera ser postê serokatiyê, bangeke girîng a kongreyê kir û wekî rênîşanderekê ev pêşniyar anî ziman: “Rêveberiyeke ku piştî 24 salan AK Partî têk biriye heye. Li aliyê din biryarek heye ku cara yekem guhertina serokatiya giştî ya bi hibijartnê hatiye kirin tune dihesibîne û serokê giştî yê berê tîne. Em dibêjin ku piştî cejnê, di nav 40 rojan de em kongreyê çêbikin. Hûn kîjan delegeyî dixwazin, werin em bi wî re pêşbaziyê bikin. Lê hinek hene ku dixwazin vê karî heta hilbijartinan dirêj bikin. Ez ji Îzmirê bang li Kemal Beg dikim; bila kes nefikire ku ez ji vê hêrsa mirovan kêfxweş dibim. Rêyeke derketina ji vî karî heye. Pêşniyara min ev e, dawiya hefteyê ya 1-2 hefte piştî cejnê, ez pêşniyar dikim ku em bihêlin 2 milyon endamên nûnerên me Serokê Giştî hilbijêrin. Ji bo rawestandina vê hêrsê, em ji xwediyên rastîn ên partiyê bipirsin. Bila 2 milyon CHPyî Serokê Giştî hilbijêrin.”















