Parlamenterê TÎPê Ahmet Şik di civîna komîsyonê de axivî û got: “Pêwîst bike divê komîsyon biçe Qenîlê jî.”
Parlamenterê Partiya Karkeran a Tirkiyê (TÎP) Ahmet Şik ku endamê Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Milî ye di civîna komîsyonê de axivî. Ahmet Şik bal kişand ser partiyên ku grûba wan heye û dê biçin Îmraliyê û diyar kir ku tunehesibandina partiyên ku grûba wan tune ye li binpêkirina nezaketa siyasî ye.
Ahmet Şik bal kişand ser çûna komîsyonê ya Girava Îmraliyê û got: “Di şer de ewqas wêrekî hat kirin bila di aşatiyê-lihevhatinê de wêrekî hebe. Belê bila komîsyon biçe Îmraliyê. Pêwîst bike bila komîsyon biçe Qendîlê jî. Bila bi Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala re jî hevdîtinê bike.”













