Di civîna Komîsyonê de ji bo biryara çûyîna Girava Îmraliyê dengdayîn tê kirin. Li ser daxwaza partiyan biryara dengdayînê derket pêş.
Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Milî ku bi rojeva çûyina Girava Îmraliyê ya hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re civiya ji bo biryara çûyîna Girava Îmraliyê dengdayînê pêk tîne. Dihat payin ku komîsyon bêyî dengdayînê bike biryara çûyinê bide lê li ser daxwaza partiyan biryara dengdayînê derket pêş. Li ser vê yekê civîna komîsyonê ji çapemeniyê re hat girtin û ji bo biryara hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re biryar hat dayîn ku deng bên bikaranîn û li gor dengan komîsyon dê biryar bide.












