• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
22 MIJDAR 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji CHPê îstîfa kir: Birêz Ocalan aktorê sereke ye

    Ji CHPê îstîfa kir: Birêz Ocalan aktorê sereke ye

    Komîsyon li ser rêya Îmraliyê ye: Abdullah Ocalan dê qala kîjan mijaran bike?

    Komîsyon li ser rêya Îmraliyê ye: Abdullah Ocalan dê qala kîjan mijaran bike?

    ‘Mifteya çareserî û azadiyê di destê Serok Ocalan de ye’

    ‘Mifteya çareserî û azadiyê di destê Serok Ocalan de ye’

    ‘Divê em jin bi têkoşînê xwe azad bikin’

    Dijminantiya CHPê ya li dijî Kurdan

    ROJEVA 16ê MIJDARA 2025an

    ROJEVA 22yê MIJDARA 2025an

    Pervîn Buldan: Biryar dîrokî û binirx e

    Pervîn Buldan: Biryar dîrokî û binirx e

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ji CHPê îstîfa kir: Birêz Ocalan aktorê sereke ye

    Ji CHPê îstîfa kir: Birêz Ocalan aktorê sereke ye

    Komîsyon li ser rêya Îmraliyê ye: Abdullah Ocalan dê qala kîjan mijaran bike?

    Komîsyon li ser rêya Îmraliyê ye: Abdullah Ocalan dê qala kîjan mijaran bike?

    ‘Mifteya çareserî û azadiyê di destê Serok Ocalan de ye’

    ‘Mifteya çareserî û azadiyê di destê Serok Ocalan de ye’

    ‘Divê em jin bi têkoşînê xwe azad bikin’

    Dijminantiya CHPê ya li dijî Kurdan

    ROJEVA 16ê MIJDARA 2025an

    ROJEVA 22yê MIJDARA 2025an

    Pervîn Buldan: Biryar dîrokî û binirx e

    Pervîn Buldan: Biryar dîrokî û binirx e

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Divê her kes bibîne ku Amedspor tenê ne tîma zilaman e’

Esra Polat - Nûda Arici / AW

22 MIJDAR 2025 - 09:51
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Amed – Endama Grûba Dîrenîşê ya alîgirên Amedsporê Leyla Firat têkildarî 25ê Mijdarê axivî û got: “Hêza jinan veşartiye, divê ev hêz derkeve holê.”

Bi rasthatina 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Cîhanê bi taybetî jinên Kurd li ser pêya ne û li dijî tundî û kuştina jinan radibin û li her qadê azadiyê qîr dikin. Bi rojane di serî de jinên Kurd û li gelek deverên cîhanê jin ji bo 25ê Mijdarê amadekariyan dikin. Li Amedê bênavber amadekariyên meşa 25ê Mijdarê tên kirin.

Jinên ku di nava komeleyên alîgirên tîma Amedsporê de ne jî bi armanca azadiyê 25ê Mijdarê pêşwazî dikin. Yek ji grûba alîgirên Amedsporê jî Dîrenîş e. Alîgira Amedsporê û endama Grûba Dîrenîşê Leyla Firat derheqê tundiya li ser jinan, rol û giringiya jinan a di qada fûtbolê de axivî.

‘Dema jin bêdeng dimîne civak jî bêdeng dimîne’

Leyla Firat bi lêv kir ku ew di nav Grûba Dîrenîşê ya alîgirên Amedsporê de cih digire û ji ber vê yekê jî ew serbilind e û got: “Em wek Grûba Dîrenîş, cihê xwe di nav alîgiran de digirin em bi vê serbilid in. Keda jinê, hêza jinê li vê derê jî pirr zêde ye. Ji bo vê jî bi rastî dema ez di nav Dîrenişê de de cihê xwe digirim ez kêfxweş dibim. Dengê jinan tenê li vê derê namîne, li tevahiya cîhanê belav dibe.” Leyla Firat di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser têkiliya jinan û civakê û wiha pê de çû: “Cihê ku jin lê bêdeng bimîne civak li wê derê pirr bêdeng dimîne. Ji ber tundiya li ser jinan, ji ber qetilkirina jinan ez wek jinekî bi rastî jî pirr aciz dibim, wekî ku perçeyek ji canê min diçe hîs dikim. Bi rastî jî divê jin hertim serbilind bin û li hember tu tiştî bêdeng nemînin. Dema ku jinek bêdeng ma di tevahî civakê de dê bêdengî çêbibe. Em jin pêwîst e her tim piştevaniya hev du bikin. Qetilkirina jinan gelek zêde bûye, dema ez difikirim ez dibînim ku tirs di nava dilê min de ava bûye. Divê ez tirsa xwe bişkînim heger ez neşkînim bi rastî jî zilam dê barekî giran be li ser pişta min. Dibêjin hêza jinan ya veşartî heye, divê jin hêza xwe derxin holê.”

‘Amedspor tîma gel e’

Leyla Firat bal kişand ser rola jinan a di avakirin û pêşxistina jiyanê û civakê de û got: “Di civaka me de her tişt bi destê jinan tê avakirin. Dema ku jin di cihê xwe de disekine jiyan disekine. Beriya mîladê jinan bi keda xwe di xwezayê de jîyan ava kir. Ew ked; çandina genim, bi wî genimî çêkirina nan û hwd. bû. Lê belê karê zilam her tim neçîrvanî bûye wê demê. Mêze kiriye pêşketina jinan zêde ye û desthilatdariya xwe li ser jinan ava kiriye. Ji wê demê heya îro zilaman, jinan kiriye bindest. Dema ku kesayeta jinan derkeve holê, jin baştir xwe nas dike. Ez wekî jinekî dema xwe azad bibînim, ez ê derdora xwe jî azad bibînim. Koma me Dîrenîş û Amedspor tîma gel e, Amedspor tenê ji mêran pêk nayê.”

‘Bila ew roj tevahî jin li stadê bin’

Leyla Firat da zanîn ku Tîma Jinan a Amedsporê îro bi Tîma Jinan a Trabzonsporê re li Amede dileyîze û got: “Em dixwazin hemû jin li stadê bin. Bi rastî jî ne ji bo tenê em biçin maçê temaşe bikin, em dixwazin dîmeneke xurt derxin holê. Em li benda jinan e.”

 

 

 

 

 

Etîket: 25ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Şideta li Ser JinanTîma Jinan a Amesporê
FacebookTweet

Nûçeyên Din

‘Divê em jin bi têkoşînê xwe azad bikin’

‘Divê em jin bi têkoşînê xwe azad bikin’

22 MIJDAR 2025
Li Rojava stargeheke jinan: JINWAR

Li Rojava stargeheke jinan: JINWAR

21 MIJDAR 2025
Li Amedê amadekariyên meşa 25ê Mijdarê didome 

Li Amedê amadekariyên meşa 25ê Mijdarê didome 

20 MIJDAR 2025
Jinan li Wanê zincîra mirovan pêk anî

Jinan li Wanê zincîra mirovan pêk anî

20 MIJDAR 2025
Jinan li Sûrê kuçe bi kuçe banga meşa 25ê Mijdarê kir

Jinan li Sûrê kuçe bi kuçe banga meşa 25ê Mijdarê kir

19 MIJDAR 2025
Gulistan Bozkûrt: Divê jin mafên xwe biparêzin

Gulistan Bozkûrt: Divê jin mafên xwe biparêzin

19 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • MIJDAR 2025 (360)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne