Li Stenbolê ji ber şertên hewayê yên xerab, seferên keştî û otobusên behrê hatin rawestandin.
Li bajarê Stenbolê ji ber şert û mercên xerab yên hewayê di saetên serê sibehê de hin seferên xetên bahrê û Otobusên Behrê yên Stenbolê hatin rawestandin. Xetên Bajêr û Otobusên Behrê yên Stenbolê (ÎDO) têkildarî seferên behrê daxuyanî da û diyar kir ku ji ber şertê hewaya xerab, ji saetên serê sibê ve hin seferên otobus û keştiyên behrê dane rawestandin.
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku seferên xeta Beykoz- Emînonu, Seferên Beykoz-Emînonu, Seferên Sarıyer-Emînonu, Seferên Beykoz-Uskudar ên keştiyan hatine rawestandin.
Seferên Otobusan ên Yalova-Pendik û Pendik-Yalova jî hatin betalkirin.
Ji saet 10.00an heta saet 20.00an jî hemû seferên Yalova Pendikê hatin betalkirin.













