Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî diyar kir ku çûna Komîsyona Meclîsê ya Îmraliyê geşedanek dîrokî ye û got: “Muxatabê herî cidî yê pêvajoyê Îmrali ye.”
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di komcivîna partiya xwe ya Meclîsê de axivî û geşedanên di rojevê de nirxand.
‘Çûna Îmraliyê geşedanek dîrokî ye’
Devlet Bahçelî çûna endamên Komîsyona Meclîsê ku duh çûbûn Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin bi bîr xist û got: “Çûna Komîsyona Meclîsê ya Îmraliyê geşedanek herî dîrokî ye. Yek ji muxatabê herî cidî yê pêvajoyê Îmrali ye.”













