Civaknasê Îranî Farhad Khosrokhavar bi peyamekê piştgirî da Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Banga Abdullah Ocalan dikare girêka Rojhilata Navînê çareser bike. Dikare sînorên çêkirî bêfonksiyon bike.”
Civaknasê Îranî Ferhad Xosrokhavar der barê pêvajoya di çarçoveya Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ku di 27ê Sibatê de hat kirin, ji Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) re peyamek şand. Ferhad Xosrokhavar di peyama xwe de destnîşan kir ku bi banga Abdullah Ocalan re hevpeymaniyeke Kurd-Tirk-Ereb dikare girêka Rojhilata Navînê çareser bike û sînorên çêkirî bêfonksiyon bike.”
Ferhad Xosrokhavar di peyama xwe de diyar kir ku Tirkiye di pêvajoyeke dîrokî de ye û got: “Peyama Rêber Apo rêyeke diyalektîk li ber jiyana bihev re vedike. Ez heya dawiyê piştgiriyê didim banga Abdullah Ocalan ku rêya azadiya neteweyî ya aştiyane vedike. Hevpeymaniyek Kurd-Tirk-Ereb ku dê rewşa bêçare ya Rojhilata Navînê ji holê rake, dikare sînorên çêkirî bêyî ku dabeşbûnên nû çêbike bêfonksiyon bike.”
Ferhad Xosrokhavar got: “Em li qonaxeke girîng de ne. Hêvîdar im aştî bi ser bikeve.”













