Rêxistina DEM Partî ya Îzmîrê bi boneya meşa “Gavek ji bo aştiyê” civîna çapemeniyê li dar xist û bang tevlîbûna meşa 16ê Gulanê kir.
Rêxistina DEM Partî ya Îzmîrê bi beşdariya gelek kesan li avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevseroka DEM Partî ya Îzmîrê Fulya Erdogan ve hate xwendin. Fulya Erdogan diyar kir ku cihan di serdemeke dîrokî ya şikestineke mezin re derbas dibe û got ku krîza kûr a pergala kapîtalîst, mudaxeleyên emperyalîst, şerên herêmî, polîtîkayên otorîter û wekheviyên aborî; jiyana gelan her ku diçe zêdetir dorpêç dikin.
Fulya Erdogan ev tişt anî ziman: “Bi taybetî şerên li Rojhilata Navîn didomin û polîtîkayên ji nû ve dizaynkirinê, bedelên giran didin gelan. Gelên Rojhilata Navîn îro ne tenê bi bombeyan, lê bi xizaniyê, koçberiyê, bêkariyê, bêewlehiyê û bêpêşerojiyê tên dorpêçkirin. Polîtîkayên şer jiyana hevpar a gelan parçe dikin, nirxên demokratîk tasfiye dikin û civaka di nava atmosfereke domdar a tirs û krîzê de bi zorê didin jiyîn. Ji ber ku li cihê ku şer serdest e, demokrasî pêş nakeve, hiqûq naxebit e, azadî mezin nabin.”
‘Pêvajo bi paşxistin û derengxistinê re hatiye hiştin’
Fulya Erdogan bal kişand ser tevî 15 mehên derbasbûyî, desthilatdariyê gavên demokratîk û şênber ên ku ev bang pêwîst dike neavêtine, got: “Pêvajo di nava siyaseta nediyariyê, paşxistin û derengxistinê de hatiye hiştin. Lê îro tişta herî pêwist bo civaka Tirkiyeyê; mezinkirina îradeya çareseriya demokratîk û avakirina aştiya civakî li ser bingehek xurt e. Ji ber ku îro daxwaza aştiyê ne tenê mijareke ku dikare bi rawestandina çekan were kêmkirin e.”
‘Em her kesî vedixwînin meşa 16ê Gulanê’
Fulya Erdogan ji bo meşa ku wê di 16ê Gulanê de were lidarxistin bang kir û wiha got: “Wekî Rêxistina DEM Partiyê; em hemû gelên xwe ji bo mezinkirina daxwaza me ya civaka demokratîk, hemwelatîbûna wekhev û aştiya bi rûmet li dijî şer, xizaniyê, înkarê, îstîsmarê û polîtîkayên zordariyê, banga têkoşîna hevpar dikin. Di vê çarçoveyê de; em ê roja Şemiyê 16ê Gulanê, li ber Garê ya Basmanê, saet 18:30an kom bibin û bi dirûşma ‘Gavek ji bo Aştiyê’ meş lidar bixin û dengê aştiyê bi hev re bilind bikin. Em hemû gelên xwe, jin, ciwan, hêzên ked û demokrasiyê û her kesên ku bi aştiyê, wekheviyê û pêşeroja demokratîk re bawer dikin, vedixwînin meşê.”
















