• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
27 MIJDAR 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şahidên damezrandina PKKê: Kurd ji xewa mirinê şiyar bûn

    Şahidên damezrandina PKKê: Kurd ji xewa mirinê şiyar bûn

    Li Cizîrê fuara pirtûkan a bişaftinê!

    Li Cizîrê fuara pirtûkan a bişaftinê!

    ROJEVA 09ê MIJDARA 2025an

    ROJEVA 27ê MIJDARA 2025an

    Li Rihayê salvegera damezrandina PKKê hat pîrozkirin

    Li Rihayê salvegera damezrandina PKKê hat pîrozkirin

    Girtekên hevdîtina Îmraliyê dê bên parvekirin

    Girtekên hevdîtina Îmraliyê dê bên parvekirin

    Li Amedê serdana şîna 10 gerîlayan hate kirin

    Li Amedê serdana şîna 10 gerîlayan hate kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Şahidên damezrandina PKKê: Kurd ji xewa mirinê şiyar bûn

    Şahidên damezrandina PKKê: Kurd ji xewa mirinê şiyar bûn

    Li Cizîrê fuara pirtûkan a bişaftinê!

    Li Cizîrê fuara pirtûkan a bişaftinê!

    ROJEVA 09ê MIJDARA 2025an

    ROJEVA 27ê MIJDARA 2025an

    Li Rihayê salvegera damezrandina PKKê hat pîrozkirin

    Li Rihayê salvegera damezrandina PKKê hat pîrozkirin

    Girtekên hevdîtina Îmraliyê dê bên parvekirin

    Girtekên hevdîtina Îmraliyê dê bên parvekirin

    Li Amedê serdana şîna 10 gerîlayan hate kirin

    Li Amedê serdana şîna 10 gerîlayan hate kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şahidên damezrandina PKKê: Kurd ji xewa mirinê şiyar bûn

Fexredîn Kiliç - Nûda Arici / AW

27 MIJDAR 2025 - 11:14
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – PKKê 27ê Mijdara 1978an li mala malbata Zûgûrlî ya li Gundê Fîsê hate damezrandin. Ji endamên malbata Zûgûrlî Îffet û Fîrûze Zûgûrlî destnîşan kirin ku gelê Kurd bi PKKê xwe nas kir. Yek ji şeniyên gundê Fîsê dayîka Hayriye Demîr jî diyar kir ku PKKê gelê Kurd ji xewa mirinê şiyar kir.

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di 27ê Mijdara 1978an de li gundê Fîsê ya ser bi navçeya Licê ya Amedê ve kongreya xwe ya ewil a damezirandinê li dar xist. Kongre, bi serokatiya Abdullah Ocalan û bi beşdariya 22 endaman hate birêvebirin. Bername, rêzikname û manîfestoya PKKê ku ji hêla Abdullah Ocalan ve hatibû amadekirin, hate qebûlkirin. Kongre, li mala malbata Zugurlî hate lidarxistin. Yek ji ferdên malbatê Seyfedîn Zûgûrlî jî di nava 22 kesan de cihê xwe girt. Bi avakirina PKKê gaveke dîrokî hat avêtin. PKKê di vê pêvajoyê de di nava civaka Kurd de guhertinên bingehîn pêk anî. PKKê di çarçoveya banga “Aştî û Civaka Demokratîk” de ku ji aliyê Abdullah Ocalan ve di 27ê Sibatê de hatibû destpêkirin, xwe di çarçoveya biryarên Kongreya xwe ya 12emîn a di 5-7ê Gulanê de li dar xistibû û di 12ê Gulanê de xwe fesix kir. Îro salvegera 47emîn a PKKê ya ku xwefesix kiribû. PKK her çiqas xwe fesix kir jî lê navê wê di bin bîr û hişê her mirovekî de ye.

Navê wê di bîra her kesî de ye 

Ew xaniyê ku PKK lê hatibû damezrandin hê jî li ser pêya ye û şahidiya wê roja dîrokî dike. Bi avabûna PKKê re ne gundê Fîsê tenê hat nasîn, Licê û gundên xwe hatin nasîn. Gund ango deşta Fîsê dema tê gotin, yekser navê PKKê tê bîra her kesî.

Gelek welatiyên gundê Fîsê şahidiya wê roja dîrokî kiribûn û gelek ji wan kesan îro ne li jiyanê ne. Nexasim ji malbata Zûgûrlî di serî de Seyfettîn, Alaattîn, Ferzende, Lokman Zûgûrlî û gelek ferdên malbatê di têkoşîna azadiya gelê Kurd jiyana xwe ji dest dan.

Ji endamên malbata Zûgûrlî, Îffet û Fîrûze Zûgûrlî û yek ji şeniyên gundê Fîsê dayîka Hayriye Demîr bi boneya salvegera 47emîn a damezrandina PKKê ji ajansa me re axivîn.

Îffet Zûgûrlî a 75 salî ku şahidiya damezrandina PKKê kiriye da zanîn ku kongre li mala wan hatiye lidarxistin. Îffet Zûgûrlî destnîşan kir ku beriya her tiştî ew silavên xwe ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dişîne û wiha got: “Haya me jê nebû ku kongre dê li mala me were lidarxistin. Tenê tiyê min Seyfedîn gotibû mêvanên me hene, xwarinê amade bikin. Hevjînê min Alaattîn jî tiştek negot.”

‘Me şahidiniya dîrokekê kiriye’

Îffet Zûgûrlî da zanîn ku roja avabûna PKKê wê Abdullah Ocalan dîtiye lê nizanibûye ku ew e û axaftina wiha domand: “Piştre Seyfedîn ji me re got ‘ev Serokê me ye’. Ji ber ku piştî hevalên din çûn Seyfettîn û Serok man. Dema li malê tenê man min zanî. Lê min nedizanî ka Serokê çi ye. Têkildarî wî agahî nedihatin parve kirin. Dû re bi geşedanan û ji tevlibûnên malbata me yên ji bo partiye me zanî ku Serokê têkoşîneke mezin e. Me nedizanî ka li hundir jî çi heye. Seyfedîn û Alattîn jî dizanîn. Qasî ku tê bîra min 22-23 kes bûn. Me xwarin amade kirin. Em qet neçûn odeya ku ew lê, tenê me xwarina wan amade dikir û dida wan. Min fêm kir ku tişteke ne ji rêzê pêk tê lê min baş fêm nekir ka çiye. Niha çend sal di ser re derbas bûn dibînim ku me şahidiya dîrokekê kiriye. Ez ê careke din van kesên dîrok nivîsandine bibînim nizanim lê gelek dixwazim bibînim. Ez hêvî dikim ku dê çêbibe jî. Ez dixwazim wan di vê pêvajoya aştiyê de li cihê ku dest pê kirine bibînim û wan bikim mevan.”

Destpêkê du bira tev li PKKê dibin

Îffet Zûgûrlî di berdewama axaftina xwe de ev agahî dan: “Kesê ku ewilî bi partiyê re têkilî danî tiyê min Seyfettîn bû. Dema di sala 1975an de li Dêrsimê Dibistana Mamosteyan dixwend partî nas kiriye û tev li bûye. Piştî partiyê biryara kongreyê daye, mala me guncav dîtine. Piştî ku partî hate avakirin Seyfedîn bi hevjîna xwe re derbasî Rojava bûn. Dû re jî li navçeya Qileban a Şirnexê şehîd ket. Baş nayê bîra min lê hevjînê min Alaattîn jî di sala 1979an tev li bû. Beriya wê jî têkiliya wî bi partiyê re hebû lê qasî ku tê bîra min di sala 1979an de tev li bû. Ew jî di sala 1987an de li Amedê şehîd ket.”

‘Ji hucreyekê dibe hêviya bi milyonan mirovan’

Îffet Zûgûrlî bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin û wiha pê de çû: “Serok Apo dixwaze karê ku daye destpêkirin bi encam bike. Li dijî vî gelî xwe weke deyndar û berpirsyar hîs dike lê em deyndarên wî ne. Di vê pêvajoya aştiyê de em nikarin hemû barî li ser milê wî bihêlin. Divê em piştevaniya wî bikin û destê xwe deynin bin kevir. Ji cihekî biçûk, ji hucreyekê dibe hêviya bi milyonan mirovan. Tariyê ronî dike. Me jî berê xwe daye Roja xwe. Em li benda wî ne.”

‘Hevdîtinên bi serok re hêvî da me’ 

Îffet Zûgûrlî bi lêv kir ku di encama têkoşînê de êşên gelek mezin derketin holê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kesekê ji nişka ve dest bi têkoşînê nekir. Gelê Kurd nedihate nasîn. Zimanê wan qedexe bû, tune dihatin hesibandin li dijî vê yekê têkoşîn hate destpêkirin. Gelê Kurd rastiya xwe danî holê. Di asta em hatinê de bi saya Serok Apo pêvajoya çareseriyê dest pê kir û heviyeke nû bi pêş ket. Hevdîtinên ku dewlet bi Serok Apo re dike ji bo herkesê hêviyeke. Divê ev hêvî were mezinkirin. Em dibînin ku Serok tişta ku dikeve ser milê wî pêk tîne. Divê dewlet jî tişta dikeve ser milê wê pêk bîne û êdî aştî pêk were. Divê gerîla vegerin mala xwe têkoşîna xwe bi siyasetê bimeşînin. Divê ev pêvajo bi aştiyê encam bibe.”

‘Dixwazim beriya ku bimirim Serok bibînim’

Îffet Zûgûrlî axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Hêvî dikim ku beriya bimirim Serok dîsa bibînim û wî bikim mevanê xwe. Ez ji vê yekê bi bawer im. Heke Serok nikaribe were jî şert û merc çêbibin ez dixwazim biçim Girava Îmraliyê û Serok bibînim.”

Fîrûze Zûgûrlî dibêje dema ku PKK li mala wan tê avakirin ew 9 salî bûye. Fîrûze Zûgûrlî da zanîn ku dema kongre pêk hat diçû dibistanê û wiha got: “Ez zarokeke neh salî bûm, me hêj tiştek fêm nedikir. Kongre di mala me de çêbû. Tenê tiştek tê bîra min, dema Serokatî serê sibê zû dihat binê erdê dîya min, li wê derê werzîş dikirin. Ew û Seyfettînê birê min ew bûn. Em derketin serê cadeyê, em bi lingan diçûn dibistanê. Me mêzekir 3-4 mêr tên me nezanî ewin. Hatin derbasî hundir bûn, me ew nedidîtin. Carekê jî dîya min li ser sobeyê şîv çêdikir. Yek di nav wan de hebû navî wî ‘Dîşsîz Cafer bû. Diyamin jî got ‘Seyfedîn lawê min hebeke diranên wî tune ne ez parçeyên goşt ên nerim bidim wî’. Seyfedîn keniya û got ‘dayê tu torpîl dikî, Dîşsîz qoda wî ye, ne ku diranên wî tune ne, diranên wî ji yên min û te çêtirin. Ez bûm şahidê van tiştan, ez zarok bûm me wan pir nedidît.”

‘Hevala Sakîne Cansiz got ‘ev pêşeroja me ne’

Fîrûze Zûgûrlî di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Rojekê Seyfedînê birayê min û Delîl Dogan hatin. Dayîka min got ‘Seyfettîn hûn çima ranakevin.’ Got ‘dayê îro em ê bi şev bikevine rê û herin. Gotiye ‘ji me re tiştekê çêbike, hin tiştên me hene em ê têxinê.’ Berê ji ber erdhej çêbibû çadir dabûn me, ji wê çadirê çanteyekî piştê çêkir. Delîl serê xwe xistibû bin betaniyê. Dayîka min bang li Seyfedîn kir got ‘Seyfedîn çima xewa vî hevalê te nayê, qey ditirse.’ Vêca Delîl jî digot ‘Dayê çi dibêje’. Seyfedîn got dibêje ‘Qey ji ber tirsê naraze’. Wî jî got ‘na ji ber xewa min nayê ranakevim.’ Ez bûm şahidê van tiştan jî.

Carekê jî şehîd Sakîne hat wê çaxê min ew jî dît, ew û du hevalên jin bûn. Hatin destê xwe bi serê me de anîn got ‘Ev pêşeroja me ne.’ Di hundir de bûn diaxivîn. Xwîşka min Fatma û dîya min ji wan re şîv çêdikir û dibirin hundir. Seyfedîn li Dersîmê dixwend. Dersîmê tev li tevgerê bibû. Zewicandîbû û du zarokên wî hebûn. Di sala 1986an de li navçeya Qilebanê şehîd ket. Me hêj cenazeyê wî negirtiye. Piştî avakirina kongreyê hevjîna wî zarokên wî pê re diçin Rojava, gava Filistînê esîr tê girtin zarok li wê derê dimînin. Hevjîna wî jî nexweş dikeve, hevjina wî jî li wir rehmet dike. Her du zarok li wir dimînin, Serokatî wan digire ba xwe. Delîl kiribû lawê xwe yê manewî. Û Rêdar qoda xwe niha kiriye Seyfî ew jî di 12 saliya xwe de çek digire û diçe çiya.”

‘Ji bo me serbilindahî ye’

Fîrûze Zûgûrlî bi bîr xist ku Kongreya PKKê ya ewil bi 22 kesan pêk hat û wiha pê de çû: “Kongreyê bi 22 hevalan dest pê kir lê niha bûn milyon. Ez wê demê 9 salî bûm dû re zewicîm zarokên min çêbûn. Du zarokên min jî di vê oxirê de çûn, tev li bûn. Ez bi wan serbilind im, çar birayên min şehîd bûn du biraziyên min şehîd bûn. Şehîdên malbatê pir in. Zarokên maman, xaltiyan, pismaman… yên ku me cenazeyên wan girtine yên ku me negjrtine. Me hêj jî cenazeye Seyfedînê birayê min negirtine, diya min bi wê hesretê çû ser dilovanîya Xwedê. Em bi wan serbilind in.”

‘Em dixwazin dewlet jî gavan biavêje’

Fîrûze Zûgûrlî bal kişand ser xwefesixkirina PKKê û wiha got: “Ji destpêka Enqereyê û vir ve 52 sal çêbûn. Partiyê xwe fesix kir em pê kêf xweş bûn, bi şerê çekdarî xilasnabe ji xwe. Niha dema têkoşîna siyasî ye. Em dixwazin Serokatî bê berdan, hemû vî gelî ew weke Serok qebûl kiriye. Bi aqilê xwe, bi fikra xwe bi felsefeya xwe mirovekî jîr e em li du wî ne bi canê xwe bi zarokên xwe bi mirinê em li du wî ne. Îşelah ev pêvajoye dewam bike. Em pê gelek keyfxweş in. Heta ku em sax bin em pey wan in çi bikeve ser milê me em ê bi wan re bin em ê bikin. Her tim Serokatî gav diavêje, em dixwazin dewlet jî gavekê biavêje ku em bibînin ji dil e.”

‘PKKê bingeheke saxlem danî’

Fîrûze Zûgûrlî destnîşan kir ku PKK ji bo mirovan bû mînak û got: “PKK tişkeke biçûk nîne. Di dema PKKê de gelek partî hebûn hemû çûn. PKKê bingeheke saxlem danî. Zêdetirî 50 sal in têkoşîn didome. Gerek dewlet jî wê cîddî bigire, dewlet wê biçûk nebine. Me xwe bi PKKê nas kir. Me nedizanî em kî ne? Em nediwêran biçûna cem du heb mirovan, me nedikarî bi mêran re xeber dabûya, dayîkên me nediçûn ba mêran, bi wan re xwarin nedixwar, destê mêran nedigirt niha bi saya vê têkoşînê em û hevalên mêr bi hev re têdikoşin.”

‘Nêzî 27 kesan hatin mala me jî’

Dayîk Hayriye Demîr ku yek ji şeniyên gundê Fîsê ye û wê jî şahidiniya wê rojê kiriye jî qala wan rojan kir. Dayîka Hayriye ku tevî nexweşa penceşêrê lê peyda bûye jî şahidiniya xwe ya wan rojan anî ziman. Dayîka Hayriye wiha qala roja avabûna PKKê dike: “Nêzî 27 kesan hatin mala me jî. Lê me nedizanî kî ne ji bo çi hatine. Salek du sal derbas bûn nû aşkere bû PKK hatiye avakirin. Dû re dîsa dihatin gund, Seyfedîn hat 17 rojan li mala me ma. Carna Alaattîn jî dihat. Seyfedîn ew piştî demekê dîsa hat. Êdî me dizanî ku gerîla hene. Milet ditirsiya lê em neditirsiyan. Ez jinxala Seyfedîn im. Seyfedîn got ‘vaye em diçin ku em werin kuştin jî bila tiştek ji devê we dernekeve’. Min got na na dê çawa derkeve.”

‘Li her derê xwîna ciwanên Kurd rijiyaye’

Dayîka Hayriye wiha qala serpêhatiyeke xwe ya roja kongreyê kir: “Di navbera me de paceyek hebû ew li odeyeke din bûn. Me di paceyê re xwarin dida wan. Nedihatin ba zarokan. Bi vî awayî derbas bûn ew roj. Paşê zoriya dewletê gelek li ser me çêbû. Dihatin li min dixistin. Rojekê min got Alaattîn ez ê ji vir biçim. Wî jî got ‘na na bi tu deran ve nece.’ Gelek caran dihatin û diçûn. Piştî avakirinê zext li ser me zêde bûn. Me şehîd jî dan me zor û zehmetî jî dît. Em kêfxweş û serbilind in. Me tu xeta nekirine. Dewletê xeta li me kiriye me nekiriye. Pir heqaret û zilm li gelê Kurd kirine bila lêborîna xwe ji gelê Kurd bixwazin. Dar û deviyeke Kurdistanê nîne ku xwîna ciwanên Kurdan ne rijiya be.”

‘Gelê Kurd ji xewa mirinê şiyar kirin’

Hayriye Demîr destnîşan kir ku bi saya PKKê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelê Kurd ji xewa mirinê şiyar bû û wiha got: “ Kurd mirî bûn. Gelek zilm û zor li gelê Kurd hate kirin. Ji ber vê yekê ciwanên Kurdan hemû bi çiyayên Kurdistanê ketin. Me tevan îşkence dît. Bi xêra PKKê û Serok Gelê Kurd nebûya gelê Kurd niha hêj jî di xewê de bûya. Da hêj jî hatibûna îşkencekirin. Hişyar nedibû. Bi saya Serok, têkoşîna, gerîlayên serê çiyan, girtiyên hefsan bi salan e li ber xwe dan. Ez bejna xwe li ber wan hemûyan ditewînim.”

‘Heke guh bidin Serok dê tiştên pir xweş çêbibin’

Hayriye Demîr bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heke guh bidin Serok dê tiştên pir xweş çêbibin. Heke guh nedinê dê dinya nexweş be. Bila dewlet destê xwe deyne binê kevir.” Hayriye Demîr di dawiya axaftina xwe salvegera damezrandina PKKê li herkesê pîroz kir û xwest ku pêvajoya heyî bi başiyê encam bigire.”

Etîket: 12emîn Kongreya PKKê27ê MijdarêAbdullah OcalanDamezrandina PKKêGundê Fîsêpkk
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Shko Şhwan: Çareserî perspektîfa Abdullah Ocalan e

Shko Şhwan: Çareserî perspektîfa Abdullah Ocalan e

27 MIJDAR 2025
Li Rihayê salvegera damezrandina PKKê hat pîrozkirin

Li Rihayê salvegera damezrandina PKKê hat pîrozkirin

27 MIJDAR 2025
Li Amedê serdana şîna 10 gerîlayan hate kirin

Li Amedê serdana şîna 10 gerîlayan hate kirin

26 MIJDAR 2025
‘Li qada Newrozê gel û Serok Apo bûn yek’

‘Hevdîtin têrê nake, divê azadî pêk were’

26 MIJDAR 2025
Ji bo du fermandarên HPGê mewlûd hat dayîn

Ji bo du fermandarên HPGê mewlûd hat dayîn

25 MIJDAR 2025
Hatîmogullari: Divê edî komîsyon derbasî merhaleya qanûnî bibe

Hatîmogullari: Divê edî komîsyon derbasî merhaleya qanûnî bibe

25 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • MIJDAR 2025 (446)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne