Hejmara 311an a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Sermuzakerevan Abdullah Ocalan e” derket.
Rojnameya Xwebûnê ku heftane tê çapkirin bi hejmara nû ya 311an gihişt ber destê xwînerên xwe. Rojnameyê vê hefteyê gotara nivîskar Adar Gulan a bi sernavê “Sermuzakerevan Rêber Abdullah Ocalan e” derxist manşetê. Nivîskar Adar Gulan di gotara xwe de destnîşan dike ku çûyîna komîsyonê ya Îmraliyê li cîhanê deng veda û balê dikişîne ser girîngiya çûyîna komîsyonê û bandora wê ya li ser pêvajoyê.
Rojnameyê di binmanşetê de jî cih daye hevpeyvîna ku bi nivîskar Mehmet Karakûş re hatiye kirin. Di hevpeyvînê de nivîskar Mehmet Karakûş balê dikişîne ser girîngiya azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Mehmet Karakûş destnîşan dike ku azadiya fizîkî dê rêya aştiyê veke.
Di rojnameyê de nivîskar Felemez Ûlûg bi sernavê “Helwesta li dijî çareseriyê”, nivîskar Ramazan Olçen bi sernavê “Hebûn û vejîn”, nivîskar Xeyrî Welat Serhed bi sernavê “Komara demokratîk an ‘Serkeftina Pirûsê’, Medenî Ferho bi sernavê “Dîroka nû aqilê zarokên kurdan” balê dikişînin ser geşedanên siyasî û rojevî.
Dîsa nivîskar Adar Jiyan, Sorgul Şêxo, Prof. Dr. Abdulîllah Polat, Feratê Dengizî, Zaza Cebelî, Nesrîn Namdar, Fatma Taşli Tûnç û Serdar Altan bi gotar û analîzên xwe bal kişandine ser mijarên girîng.














