• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
12 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Fetî Yildiz: Mafê hêviyê wê di raporê de cih bigire

    Fetî Yildiz: Ji bo aştiya mayînde em ê stranên xwişk û biratiyê bistrên

    Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji Forûma Aştiyê re peyam şandin

    Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji Forûma Aştiyê re peyam şandin

    DEM Partî ya Îzmîrê banga tevlîbûna meşa 16ê Gulanê kir

    DEM Partî ya Îzmîrê banga tevlîbûna meşa 16ê Gulanê kir

    Li Pasûrê 90 cenaze di Goristana Bêkesan de ye!

    Li Pasûrê 90 cenaze di Goristana Bêkesan de ye!

    AVAMED bi hevkariya MEBê ‘Pêşengên Avê’ perwerde dike

    AVAMED bi hevkariya MEBê ‘Pêşengên Avê’ perwerde dike

    Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

    Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Girtîgeha Sûlûcayê Kurd û Kurdistan qedexe ye

Fexredîn Kiliç / AW

1 KANÛN 2025 - 08:12
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Huseyîn Bag ku li Girtîgeha Sûlûca ya Edeneyê tê ragirtin da zanîn ku li girtîgehê gelek mafên wan tên binpêkirin û diyar kir ku pirtûkên ku navên Kurd û Kurdistanê tê de derbas dibin nadin wan.

Li girtîgehên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê zext û binpêkirinên mafan berdewam dikin û her ku diçe zêdetir dibin. Yek ji van girtîgehan jî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1ê ya Sûlûca ya Edeneyê ye. Girtî Huseyîn Bag ku 10 sal in girtî ye û niha di Girtîgeha Sûlûcayê de tê ragirtin, roja Şemiyê bi telefonê bi malbata xwe re axivî, binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin.

‘Ligel DAÎŞ, edlî û FETOyiyan bi cih dikin’

Girtî Huseyîn Bag destnîşan kir ku odeyên wan û girtiyên din li heman korîdoran in û wiha got “Em li avahiyeke sê qat dimînin, qatekê em lê dimînin, qatekê DAIŞî dimînin, di qata biniya wan de jî FETOyî dimînin. Hemû korîdorên me wisa lê kirine. An ku me li gel DAIŞiyan, edliyan, FETOyiyan bi cih dikin. Nahêlin odeyên me li gel hev bin. Dema em sedemê wê dipirsin jî ji me re dibêjin ‘polîtîkaya me ya girtîgehê wiha ye. Hûn werin gel hevdû hûn ê çalakiyan bikin.’ Van tiştan weke hincet nîşan didin.”

Tevî ku pirtûk ne qedexe ne jî nadin wan

Huseyîn Bag da zanîn ku pirtûkên ku navên Kurd û Kurdistanê tê de derbas dibin nadin wan û wiha domand “Gelek girtîgehan van pirtûkan didin lê li vê girtîgehê nadin. Gelek qedexe hene. Pirtûk jî ne qedexe ne, ne jî biryara komkirina wan heye. Lê dema peyva Kurd, Kurdistan derbas dibe an jî hinek polîtîk be qedexe dikin. Rojnameya Yenî Yaşamê jî nadin me. Wê jî bi hinceta ku rojname girêdayî Saziya Îlanê ya Çapemeniyê nîne nadin.”

‘Kameraya ku li odeyê bi cih kiriye her derê dibîne’

Huseyîn Bag diyar kir ku li odeya lê dimîni kamera bi cih kirine û wiha pê de çû “Ji ber kamera li odeya me dinêre me pêşiya wê girt. Bi hinceta ku me zirar daye kamerayê derbarê me hemûyan de çar caran cezayê ragihandinê birîn. Mînak nêzî çar mehan cezayê ku bi telefonê neaxivin û nikarin nameyan bişînin dane min. Hêj jî kamera li odeyê ye. Li her derê dibîne. Ji ber vê yekê em werzîşê jî nakin. Cezayên cûr bi cûr ên dîsiplînê li gelek hevalan birîn. Wekî din carna jî dema diçin nexweşxaneyê dema pêkanîna ‘lêgerîna nava dev’ qebûl nakin jî nabin nexweşxaneyê û cezayê dîsiplînê tê dayîn. Dema dibin jî mûayeneya bi kelemçe li me tê ferzkirin.”

Huseyîn Bag da zanîn ku li hemberî van pêkanînên girtîgehê serî li gelek saziyan dane.

‘Tevî pêvajoyê jî zextên li ser girtiyan zêdetir dibin’

Biraziya Huseyîn Bag Meral Bagê jî diyar kir ku li dijî van binpêkirinên girtîgehê serî li gelek saziyan, partiyan û rêveberiya girtîgehê dane û wiha got “Tevî pêvajoya çareseriyê jî zexta li ser girtiyên me zêdetir dibin. Di pêvajoyeke wisa de ku hêviya aştiyê zêde bûye, rêveberiyên girtîgehan zextê li girtiyan dikin. Em dixwazin ev zext bi dawî bibin.”

‘Peyvên Kurd û Kurdistan qedexe ne’

Meral Bagê diyar kir ku beriya çar mehan ji apê xwe re pirtûk şandin lê girtîgehê pirtûk nedan apê wê û ev tişt gotin “Ji ber ku di nava pirtûkan de peyvên Kurd û Kurdistan derbas dibin dibêjin ‘qedexe ye.’ Peyva Kurdistanê ne qedexe ye di dîrokê de jî derbas dibe. Dema em ji girtîgehên din re dişînin digirin lê li vê girtîgehê nagirin. Çend caran em li girtîgehê jî geriyan lê pirtûk negirtin.”

‘Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bêdeng nemînin’

Meral Bagê bang li rayagiştî kir ku li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bêdeng nemîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir “Divê li dijî van binpêkirinan em weke civak bêdeng nemînin. Em dixwazin Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), partiyên siyasî û sazî û dezgehên hiqûqê bi van binpêkirinan re eleqedar bibin û ev binpêkirinên mafan bi dawî bibin.”

Etîket: binpêkirinên mafanEdeneGirtî Huseyîn BagGirtîgeha SûlûcayêMeral Bag
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Edeneyê şahiya Newrozê hate lidarxistin

Li Edeneyê şahiya Newrozê hate lidarxistin

15 ADAR 2026
Di Newroza Edeneyê de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate kirin

Di Newroza Edeneyê de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate kirin

11 ADAR 2026
Li Bazîd, Deşta Darê û Edeneyê agirê Newrozê pêk ket

Li Bazîd, Deşta Darê û Edeneyê agirê Newrozê pêk ket

10 ADAR 2026
Li 8 bajaran komkujiya Roboskiyê şermezar kirin

Li 8 bajaran komkujiya Roboskiyê şermezar kirin

28 KANÛN 2025
Ji bo bibîranîna Kadrî Bagdû belgefîlma ‘Birîn’ hate weşandin

Ji bo bibîranîna Kadrî Bagdû belgefîlma ‘Birîn’ hate weşandin

5 KANÛN 2025
Meşa KESKê li Edeneyê ye: Heta ku her kes vegere ser karê xwe em ê têbikoşin

Meşa KESKê li Edeneyê ye: Heta ku her kes vegere ser karê xwe em ê têbikoşin

15 COTMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

    Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Civîna Polîtîkayên Jinan a Herêma Botanê hat lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ayhan Erkmen li Wanê jiyana Celadet Elî Bedîrxan vegot

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Vezîr Parlak: Li Colemêrgê ‘Konsepta Dêrsimê’ tê meşandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sûlava Emrûdê piştî salan careke din bi heybet diherike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çêkera naverokên medya dîjîtal: Hînbûna min a Kurdî bersivek bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Waliyên Hewlêr û Dihokê serdana Şaredariya Amedê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şaredariya Payîzava serayek vekir: Armanc xurtkirina aboriya jinan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (301)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne