Amed – Hevseroka DER-MEZê Jiyan Ay têkildarî bûyerên tundiyê yên di demen dawî de li nav civakê zêde bûne destnîşan kir ku ev tiştên di nava civakê de diqewimin komkujiya civakê bi xwe ye.
Li bajarên Bakurê Kurdistanê û di demên dawî de tundiya fizîkî, zayendî, derûnî, aboriyê û çetetî her ku diçe zêde dibe. Li gelek bajaran bûyerên weke birîndarkirin, kuştin hwd. zêde dibin. Tundî veguheriye pirsgirêkeke civakî. Hevseroka Komeleya Dêrûnnasên Mezopotamyayê (DER-MEZ) Jiyan Ay têkildarî bûyerên ku di demên dawî de li nav civakê zêde bûne ji ajansa me re axivî.
Jiyan Ay diyar kir ku divê di destpêkê de qala tundiyê bê kirin ku bi kîjan armancê pêk tê û wiha got: “Ev çalakî bi xwe ev tevger bi xwe bi awayekî zanistî tê kirin. Tevî kesên ku dizanin di dawiya vê yekê de ew kes zirareke fîzîkî, zirareke derûnî bibîne jî vê kiryarê dîsa jî pêk tînin. Sedemê vê dibe ku biguherin lê dîsa jî tu hincet, tu sedem, tu bûyer nayê wê wateyê ku tundiya tê kirin rast be. Di nav civakê de gelek bûyer diqewimin, di nav malbatan de dîsa bi vî awayî, di nav kesan de sedem çi dibe bila bibe divê ku tiştên ku tê kirin an ku kes ji bo bigihije armanca xwe serî li tundiyê nede. Ji ber ku dema ku ev tişt têne kirin teqez di dawiyê de zirareke fîzîkî û xesareke derûnî heye.”
‘Ji bo berjewendiyên xwe serî li tundiyê didin’
Jiyan Ay bi lêv kir ku dema ku li dîrokê dinêrin tundî weke cureyeke xwe parastinê diderkeve holê û wiha domand: “Lê îro ev rewş guheriye êdî tundî ne tenê ji bo xwe parastinê weke alavekê tê bikarînin. Di demên berê de, di destpêka mirovahiyê de ajalan êrîşê mirovan kirine mirovan ji bo xwe ji wan êrişan biparêzin serî li tundiyê dane lê îro ev rewş tevahî guheriye. Êdî ne tenê ji bo xwe parastinê ji bo berjewendiyên xwe, ji bo armancên xwe yên şexsî, yên komî, yên tevgerî serî li vê yekê didin mixabin. Çi kes, çi kom, çi sazî û dezgehên di nav neteweyan de di nav dewletan de hatine avakirin, ji bo ku armancên xwe pêk bînin teqez serî li vê didin. Ji bo tirs di nava civakê de bêtir belav bibe jî serî li vê yekê didin.
Ez nikarim bejim ev yek tenê li Amedê heye. Li gelek bajarên Kurdîstanê, yên Tirkiyeyê, bajarên cihanê gelek kes serî li tundiyê didin. Demekê di nav yên mezin de tundî hebû lê îro ev hatiye asteke wisa êdî zarokên biçûk jî serî li vê yekê didin. Ew jî weke armanc bikartînin. Bûyerek li Mêrsînê qewimî bû, zarokekî biçûk diçû dibistana seretayî di pola çaran wisa de bû. Di dawiya ku dibistan xilas dibe de gazî hevala xwe dike serî li tundiyê dide. Çima? Ji ber ku gotin ji hevdû re gotibûn. Ev tişt encama polîtîkayên ku heyî ne, ev tesîra medya ya civakî ye, rêze fîlmên ku îro di televîzyonan da tên nişan dan û di qada perwerdeyê de ev tiştên ku bi rêya medyaya civakî li zarokan tên ferz kirin. Ev bi xwe tesîrê ne tenê li ser mezinan li ser nifşên nû, li ser zarokan jî dike.”
‘Mêr li gorî jinan zêdetir serî li tundiyê didin’
Jiyan Ay destnîşan kir ku mêr li gorî jinan zêdetir serî li tundiyê didin û wiha pê de çû: “Rastiyeke bi vî awayî jî heye sedem ew e ku rol û misyoneke bi vî awayî didin mêran. Dibêjin tu mêrî lewma divê tu tola xwe, tola malbata xwe hilînî. Di nav malbatê de kesek hatibe kuştin divê tola wan bê hilanîn. Êdî bûyer her çi be piranî ev tişt bi destê mêran tên kirin. Heke neke jî rol û misyona xwe pêk neanîye û ew kes di nava civakê de nehatiye pejirandin. Ew jî ji bo ku xwe bide pejirandin bibêje ku ez mêrê vê civakê me wê bûyerê pêk tîne. Ev nêrîn jî di nava civakê de heye divê ev rewşe jî di nav civakê de bê guhertin.”
‘Di nav civakê de zanebûna rewşên derûnî kêm in’
Jiyan Ay bi lêv kir ku di nav civakê de zanebûna rewşên derûnî, nexweşiyên derûnî kêm in û wiha axivî: “Lê malbat dereng vê yeke ferq dikin. Kes tê asteke wisa yan zirarê dide xwe yan jî zirarê dide kesên derdora xwe. Yan jî piştguh dikin. Piştguh dikin ji ber ku civak nexweşiyên derunî wek dînbûnê dibîne û naxwazin navekî wisa jî li zarokê xwe bikin. Ji ber wê naşînin nexweşxaneyan jî, ji bo piştgiriyê jî serî li cihekî jî nadin. Dibe ku sedemekî vê bingeha derûnî genetîk be ji hêla biyolojîk ve pirsgirêkek hebe an ji hêla mejî ve pirsgirêkek hebe ev yek tesîrê li ser tevgerên mirovan jî dikin. Carna jî sedem dibe ku meseleyên civakî bin, meseleyên civakî çi ne? An di nav malbatê de pirsgirêk hene. Pevçûn hene, nelihevkirin hene. An jî rewşên din ên civakî, ev çi ne? Rewşa aborî. Rewşa aborî niha pirsgirêka herî girîng e ku tesîrê li ser kesan, li ser dêrûniya wan, li ser tevgerên wan dike. Lê cureyên wê çi ne dibe ku kes ji hêla fîzîki ve vê tundiyê pêk bîne, an bi alavekê zirarê bide kesekê. Dibe ku alav biguherin lê encam yek e.
Ev bûyer diguherin dibe ku di dawiyê de kesek bimire jî nemire jî ev li gorî bûyeran diguhere. Çi di nav malbatan de, çi nav koman de, ev mijarên civakî û yên eşîrtiyê wekî berê nemane. Dîsa jî kom hene di nav civakê de, malbat hene ev malbat tên hemberî hev. Carna di nava heman malbatê de jî çêdibin ev yek zêdetir tesîrê li ser mirovan çê dike û weke tolhildanekê berdewam dike. Dibêjin divê ku ev tol bê hilanîn lê dawiya vê nîne û ya herî girîng jî ew e ku kes vê nabîne. Ev jî dibe sedem ku kes xwe ji civakê îzole jî bikin. Ji ber ku dizane ku di dawiyê de ew jî rastî bûyereke wiha were.”
‘Em nikarin pêkanînên dewletê û meseleyên civakî nikarin ji hev qut binirxînin’
Jiyan Ay diyar kir ku pêkanînên dewletê û meseleyên civakî nikarin ji hev cuda binirxînin û wiha berdewam kir: “Tevger û kirinên xwe em ji civaka xwe hîn dibin. Rol modelek heye, ev rol û model çi bike em jî wê dikin. Di nav civakê de dema ku em lê dinêrin dewlet tişteke em bi çavê xwe bibînin nîne lê sazî û dezgeh hene ku wan karên dewletê bi rê ve bibin. Ew bi xwe carna çi tundiya fizikî, çi tundiya derûnî, çi tundiya aborî dikin. Tundiyê li ser civakê ferz dikin. Dema îro li meclisê du parlamenter li hev dixin serî li tundiya fîzîkî didin ji zarokan heya mezinan gelek kes li ber televîzyonan li wan temaşe dikin. Ev dibe modelek ji bo wan kesan. Dibêjin ‘ev kes li vê derê vê tiştê dike, ez jî dikarim li her derê vê tiştê bikim.’ Dema ku wezaretek rê li ber bûyerên wiha negire zêdetir bibin sedem ku ev bûyer di nava civakê de biqewimin. Ev jî tesîrê li civakê dike. Dibêje ‘ez kesekê bikujim jî zirarê bidim kesekê jî cezayek zû bi zû nayê dayîn. Bê dayîn jî di nav çend salan de derdikevin.”
‘Bêtehamulbûna kesan zêdetir dibe’
Jiyan Ay axaftina xwe wiha domand: “Îro li Tirkiyeyê, li welat krîzeke aboriyê heye. Ev yek gelek zêde tesîrê li civakê dike. Yanî ev dibe sedema ku kes li hemberî hev bêtehamul bibin stresa wan zêdetir bibe ji bo pêşeroja xwe bifikar bibin. An ku xwe di qadeke bêewle de hîs bikin. Niha hêj mirov nikarin pêdiviyên xwe yên bingehîn pêk bînin. Çi ji bo xwarinê çi ji bo vexwarinê. Di rewşeke wiha de bêtehamulbuna kesan jî zêdetir dibe. Ji ber ku dibînin di nava civakê de hiyerarşiyek heye. Dibînin hin kes di nav rehetiyê, xweşiyê de dijîn lê ew bi xwe nikarin xwe bigihînin hemû derfetan. Çi ji hêla xizmetên tenduristiyê ve çi ji hêla xizmetên din ên civakî ve. Ev yek dibe sedem ku kes nikare wê berteka xwe li hember dewletê, saziyên dewletê nişan bide. Ji ber ew tirsa ku bikeve girtîgehê heye kes nikare gotinekê jî bêje. Ji ber vê yekê ew tundî li kesên malbatê an jî li derdorê vedigere. Encameke pêkanînên dewletê ya bi vî awayî heye li ser civakê.”
‘Xurtbûna têkiliyan tişteke girîng e’
Jiyan Ay bi lêv kir ku bêyî bûyer biqewimin divê pêşî lê were girtin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir. “Ji bo pêşîlêgirtinê mesele ne ew e ku bûyer biqewime pişt re pêşiyê bigirin. Divê bi vî awayî nebe. Beriya ku bûyer biqewime kes serî li tundiyê bide pêşî li vê yekê bê girtin. Çi tundiya di nava malbatê de be çi ya li hember jinan çi ya li hember zarokan be. Divê civak ferqa van cureyên tundiyê bizanibe ku têbigihe ku ev yek cureyeke tundiyê ye rê û rêbazên pêşiyê li vê tundiyê bigire hîn bibin ku bikaribin gavekê biavêjin. Di nava cureyekê de hêj cureyên tundiyê nayên zanîn. Tenê tundiya fizîkî piranî tê zanîn. Lê yên derûnî û aborî nayên dîtin. Ev weke cureyên tundiyê jî nayên hesibandin. Gelek kes tişteke ji rêzê ya jiyana xwe dibînin. Divê herkes teqez parastina xwe bike. Dema bûyereke bi vî awayî qewimî divê kes ji hêla dêrûnî û hiqûqî ve xwe bigihîne saziyan. Piştgiriya herî bi tesîr piştgiriya civakê û kesên derdorê ye. Xurtbûna têkiliyan tişteke girîng e. Divê meseleya ji hev bawerbûnê zêdetir belav bibe. Divê ew rê û rêbazên tên bikaranîn weke çandeke rêbazên aştiyê di nava xwe de bihewîne. Ev tiştên di nava civakê de diqewimin komkujiya civakê bi xwe ye. Evqas di nava civakê de belav bûye. Tehamula kesê ji hev re nemaye.”








