MEBYA-DERê di çarçoveya bernameyên bîranîna cangoriyên meha Gulanê de li navçeya Pasûrê ya Amedê serdana goristana bêkesan kir. Di serdanê de rêveberên komeleyê, malbatên cangoriyan û welatî amade bûn. Hat zanîn ku di goristana bêkesan de 90 gorên cangoriyan hene.
MEBYA-DERa Amedê bi boneya bîranîna cangoriyên meha Gulanê li navçeya Pasûrê ya Amedê serdana Goristana Bêkesan kir. Rêveberên MEBYA-DERê û gelek tev li bernameya bîranînê bûn. Beşdarên bernameyê bal kişandin ser rewşa goristanê û hate gotin ku 90 gorên cangoriyan li goristana bêkesan e. Beşdarên bernameya bîranînê diyar kirin ku ev cenaze di demên cuda de bi şêweyekî bêkes hatine veşartin, hîna jî nasnameyên wan nehatine eşkerekirin û ev rewş ji bo malbatên ku bi salan e li benda xizmên xwe ne, êşeke mezin e.
‘Heta nasname werin eşkerekirin em ê têbikoşin’
Hevserokê MEBYA-DERa Amedê Ramazan Dengîz li ber goristanê axaftinek kir û bal kişand ser daxwazên malbatên cangoriyan. Ramazan Dengîz destnîşan kir ku xwedîderketina li goran erkeke mirovî û exlaqî ye û wiha got: “Malbatên me bi salan e dixwazin şînê li ser gorên xizmên xwe bikin. Em wek MEBYA-DERê careke din bang dikin; divê ev gor werin parastin û nasnameyên wan werin eşkerekirin. Heta ku em çareseriyekê nebînin, dê têkoşîn û xebatên me yên ji bo malbatan berdewam bikin.”


















