Girtî Muzaffer Tuncu ku di Girtîgeha Tîpa Tyê ya Xelatê de tê ragirtin, ji ber muameleya xerab a rêveberiya girtîgehê û jimartina li ser pêyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kir.
Girtî Muzaffer Tuncu ku di Girtîgeha Tîpa Tyê ya Xelatê de tê ragirtin, ji ber muameleya xerab a rêveberiya girtîgehê û jimartina li ser pêyan di 31ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kiriye. Hat zanîn ku Muzaffer Tuncu greva xwe bêdem daye destpêkirin û heta şert û mercên girtiyan neyên başkirin ew dev ji greva xwe bernade.
Muzaffer Tuncu di sala 2023yan de bi îdiaya “endamtiya rêxsitinê” hat darizandin û 7 sal û nîv ceza lê tê birîn û ew li Stenbolê tê girtin. Di dawiya sala 2023yan de Muzaffer Tuncu sirgûnî Girtîgeha Tîpa Tyê ya Navçeya Xelatê ya Bedlîsê hatiye kirin.







