• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
07 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Em li hemberî darvekirinan bêdeng namînin’

    ‘Em li hemberî darvekirinan bêdeng namînin’

    Girtiyê nexweş Yilmaz Çerçel piştî 33 salan hate Amedê

    Girtiyê nexweş Yilmaz Çerçel piştî 33 salan hate Amedê

    Bayik û Karayilan: Hewcedarî bi guherîna hişmendiyê heye

    Bayik û Karayilan: Hewcedarî bi guherîna hişmendiyê heye

    DEM Partiyê giliyê Rahmî Koç kir

    DEM Partiyê giliyê Rahmî Koç kir

    Şaxa ÎHDyê ya Îzmîrê: Demildest Abdulhalîk Orak berdin

    Şaxa ÎHDyê ya Îzmîrê: Demildest Abdulhalîk Orak berdin

    ‘Divê Adnan Oztel ê nexweş tavilê bê berdan û dermankirin’

    ‘Divê Adnan Oztel ê nexweş tavilê bê berdan û dermankirin’

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Em li hemberî darvekirinan bêdeng namînin’

    ‘Em li hemberî darvekirinan bêdeng namînin’

    Girtiyê nexweş Yilmaz Çerçel piştî 33 salan hate Amedê

    Girtiyê nexweş Yilmaz Çerçel piştî 33 salan hate Amedê

    Bayik û Karayilan: Hewcedarî bi guherîna hişmendiyê heye

    Bayik û Karayilan: Hewcedarî bi guherîna hişmendiyê heye

    DEM Partiyê giliyê Rahmî Koç kir

    DEM Partiyê giliyê Rahmî Koç kir

    Şaxa ÎHDyê ya Îzmîrê: Demildest Abdulhalîk Orak berdin

    Şaxa ÎHDyê ya Îzmîrê: Demildest Abdulhalîk Orak berdin

    ‘Divê Adnan Oztel ê nexweş tavilê bê berdan û dermankirin’

    ‘Divê Adnan Oztel ê nexweş tavilê bê berdan û dermankirin’

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Edeneyê Anavarza bi ruhê hunera azad tê avakirin

Omer Demîr / AW

3 KANÛN 2025 - 08:13
Kategorî: ÇAND, MANŞET
A A
Edene- Komek hunermend û xebatkarên çanda Kurdî ji bo pêşxistin û parastina çanda Kurdî li herêma Çukurovayê bi navê Anavarza dê saziya çand û hunerê vekin. Rêveberên saziyê destnîşan kirin ku dê li dijî polîtîkayên bişaftinê hunera azad li pêş bixin.

Di salên 1990î de li Bakurê Kurdistanê gelek gund ji aliyê dewletê ve hatin şewitandin û valakirin. Bi hezaran Kurd koçî bajarên wek Edene û Mêrsînê kirin. Piştî ku bi deh hezaran Kurd koçî Edenê bûn, li vir ji bo çand, ziman û hunera xwe biparêzin ketin nava hewldanan. Piştî hewldanên dirêj Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ava kirin. Piştî NÇM hat avakirin di bin baneyê NÇMê de Koma Rewşen, Koma Raperîn, komên govendê, komên şanoyê, Teatra Yekbûn, Koma Zarokan, Koma Şitlên Azadî xwe bi rêxistin kirin û çalakî û şahiyên çand û hunerî bi rê ve birin. Di sala 2016an de Navenda Çanda Mezopotamya ya Edeneyê bi rêya KHKê hatibû girtin.

Gelê Kurd li dijî vê girtin û qedexekirina sazî û dezgehên xwe bêdeng nema û saziyên xwe ji nû ve saz kir. Piştî salan li Edeneyê saziya bi navê ANAVARZA tê avakirin. Rêveberên Navenda Çandê ya Anavarzayê ya Edenê têkildarî avakirina saziyê axivîn.

Saziyên çand û hunerê li dijî bişaftinê hatin damezrandin

Mahsun Gunsel diyar kir ku pergala ku îro hatiye avakirin li ser înkarkirina gelê Kurd hatiye avakirin û wiha got: “Desthilat ji bo polîtîkayên qirkirina fizîkî û çandî pêk bînê ketibû nava tevgerê. Saziyên çand û hunerê di destpekê de li Amed, paşê li Stenbol û li Edenê di sala 1993yan de li dijî bişaftinê hatin avakirin. Vekirina saziyên çand û hunerê ji aliye civakê ve wê demê bi kelecanek mezin hate peşwazîkirin, ji ber ku civaka Kurd dizanibû ku saziyên çandê ji polîtîkayên bişaftinê re bersiveke girîng e.”

‘Em dixwazin li dijî modernîteya kapitalîst hunera alternatîf ava bikin’

Mahsun Gunsel anî ziman ku salên berê her dem gef û êriş li ser saziyên wan hebû û wiha got: “Dixwestin saziyên me ji holê rakin. Lê bêguman saziyên çandê li dijî zext û êrişan hebûna xwe parastin û bi xebaten xwe yên kolektîf li dijî modernîteyê kapitalîst hunera alternatîf afirand. Saziya çand û hunerê bi xebatên kolektîf hewldan ku ji pêdiviyên civake re bibin bersiv.”

‘Me dest ji helwesta xwe bernedaye’

Mahsun Gunsel bi bîr xist ku di sala 2016an de hemû sazî û komeleyên çand û hunera Kurdî bi êrişan re rû bi rû man û NÇMa Edeneyê jî bi KHKê hat girtin û wiha axivî: “Ji bo pêşî li polîtîkayên bişaftinê werin girtin civak tev li xebatên saziyê dibe. Gelek çandên cuda bi vê polîtîkayê bişaftinê hatin helandin. Lê gelê Kurd bi saziyên xwe ve li dijî van polîtîkayan li ber xwe da û bi ser neket. Kurd hebûn, çand û nasnameya xwe parast. Zext û êriş li ser çand û nasnameya Kurdan rê li ber hêrsê vekir û gel bi her awayî xwedî li saziyên xwe derket. Ji ber vê yekê jî bi KHKê saziyên çandê û ziman hemû girtin. Lê her çiqasî pergal di polîtîkayên bişafitnê de bi israr be jî em jî di helwesta xwe de bi israr in û bi paş ve gavê navêjin.”

‘Em hewld didin bi rol û rista xwe rabin’

Mahsun Gunsel anî ziman ku bi qasî 3 sal in ku saziya dawî ya çand û hunerê Binevş jî ji aliyê pergalê ve hatibû girtin û li Herêma Çukurovayê di warê çand û hunerê de kêmasiyek hebû û got: “Ji bo valahî ji holê rabe em ketin nava tevgerê. Me saziya çand û hunerê bi navê ANAVARZAYÊ vekir. Di 7ê Kanûnê jî em ê bi beşdariya gel merasîma vekirina saziyê li dar bixin. Îro di pêşengiya Serokatî de pêvajoyek nû hatiye destpêkirin û em dizanin ku di vê pêvajoyê de yek ji barê herî girîng jî dikeve ser milê saziyên çand û hunera Kurdî. Em ê hewl bidin ku di pêvajoyê de bi rol û rista xwe rabin. Gelê Kurd çawa berê xwedî li saziyên xwe derdiket dê li Anavarzayê jî xwedî derkeve.”

‘Ev sazî ji bo me jinên Kurd serbilindahî ye’

Rêvebera Anavarzayê Gulbahar Akman jî destnîşan kir ku qada hunerê ji bo hemû mirovan wekî nan û av pêwist e û wiha got: “Civakek bixwaze xwe bide naskirin di serî de dikare bi çand û hunerê xwe bide nasîn. Ji bo gelê Kurd jî çand û huner li dijî bişaftinê gelek girîng e. Em jî wekî gelê Kurd îro di bin polîtîkaya bişaftinê de ne. Li dijî bişaftinê bi salan e em li ber xwe didin. Li ser daxwaza gelê xwe em jî wekî jinên Kurd îro saziya xwe li Herêma Çukurovayê vedikin. Ev gav ji bo me sekeftinek e. Ev serkeftin li dijî qirkirina çandê avakirina çandeke azad e.”

‘Em dixwazin hunerekî azad ava bikin’

Gulbahar Akman herî dawî anî ziman ku ciwanên Kurd îro di bin bondora polîtîkayên bişaftinê de ne û got: “Em naxwazin civaka me belav bibe û têk biçe. Lê em ê li dijî vê bisekinin û bi hunereke azad ava bikin. Aramanca me ew e ku di demekî kurt de huner û çanda xwe li pêş bixin.”

‘Huner û çand yekîtiyê ava dike’

Dîlan Yîgît jî diyar kir ku çand nasnameya civakekê nîşan dide û wiha got: “Çand û huner qalîteya jiyana civakê nîşan dide. Çand û huner danûstandina civakê xurt dike. Çand û huner nasname û nirxên civakî nîşan dide. Huner û çand civakî dîrokî ye û yekîtiyê ava dike.”

Anavarza tê maneya navê Edeneyê berê ye û di serdema Împaratoriya Romayê de navê Anavarza hatiye bikaranîn.

Etîket: Anarvarzaçand û hunera Kurdîçanda Kurdî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Divê mirov ji çanda xwe dûr nekeve’

‘Divê mirov ji çanda xwe dûr nekeve’

25 GULAN 2026
Çanda Kurdî bandorê li geştiyarên Ewropî dike

Çanda Kurdî bandorê li geştiyarên Ewropî dike

22 GULAN 2026
Çanda resen: Govenda Kurdî

Çanda resen: Govenda Kurdî

5 GULAN 2026
Li gundên Rojhilatê Kurdistanê Newroz û rîtuelên vejînê

Li gundên Rojhilatê Kurdistanê Newroz û rîtuelên vejînê

17 ADAR 2026
Di çanda Kurdî de kevneşopiya xişr û morîkan

Di çanda Kurdî de kevneşopiya xişr û morîkan

11 ADAR 2026
‘Pêvajo bi ruhê çand û hunerê bê vegotin dê civak jî tev li bibe’

‘Pêvajo bi ruhê çand û hunerê bê vegotin dê civak jî tev li bibe’

3 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

    Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Mezinkirina yekîtiyê berpirsiyariya me hemûyan a hevpar e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa ‘Veguherîna Komara Demokratîk’: Divê hemû kes bibe xwediyê pêvajoyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji bo ku xitimîn derbas bibe hin pêşniyar kirine

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Derbarê Rahmî Koç de lêpirsîn hat destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 6ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rahmî Koç heqaret li jinên Kurd kir: Divê lêborînê ji gelê Kurd bixwaze

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mûrat Aba: Karê dewletê yê ewil ew e ku qanûnan amade bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bayik û Karayilan: Hewcedarî bi guherîna hişmendiyê heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî: Divê bajarên azad bên avakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (155)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne