Civaknas Pierre Bourdieu têgeha Habîtûsê dişibîne “metafora lîstikê” û destnîşan dike ku lîstikvanên dadikevin qada lîstikê divê li gorî pivanên qêdê tev bigerin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di hevdîtina dawî de balê dikişîne ser Darbeya Mekanîka Habîtûsê û dixwaze siyasetmedarên di Mekanîka Habîtûse de, neyên lîstikên qadê.
Endamên Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê Pervîn Bûldan, Mîthat Sancar û ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol, di 2yê Kanûnê de li Girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Heyetê daxuyanî da û diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bal kişandiye ser Darbeya Mekanîka Habîtûsê. Şandeyê anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser vê rewşa ku di hemû pêvajoyan de rû dide, dişibe Darbeya Mekanîka Habîtûsê.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwest ev wekî xebateke darbeyê ya klasik neyê dîtin, wekî pêngaveke li dijî her gavên ji bo pêşxistina pêvajoyê û hewldanên afirandina nêvengeke talûke bê fêmkirin. Rêber Abdullah Ocalan ji şandeyê re wiha got: “Îro ev derdor, hilgiriya van hêzên derveyî normê dikin. Li hemberî kevneşopiya min a terzeke çand, siyaset, rêxistinbûna nepenî û aşkere, wekî şêwazeke darbeyê dixebite ku sed sala dawî ya Tirkiyeyê teşe kiriye û îradeyeke siyasî û civakî jî derketiye holê û ev îrade bi hêz dibe.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî de bi hişyariya “Darbeya Mekanîka Habîtûsê” dixwaze balê bikişîne plan û hîleyên ku dixwazin bînin pêşiya gelê kurd û tevgera azadiyê. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwest siyasetmedar li gorî vê qada lîstikê hişyar bin.
‘Hebîtûs qûralên li qada lîstikê ye’
Li gorî wateya ferhengî têgeha Habîtûs, bi kurtasî tê wateya pergala mêldariyan a ku tora di navbera pêkhateya civakê û çalakiyên civakê de ava dike ye.
Têgeha Habîtûs ku civaknasê Fransî Pierre Bourdieu pêş xistiye, ne hilbijartina tişta herî zêde mêlî (nêzîk) aqil e. Tişta ku bêyî sedema wê lêpirsîn bike û nas bike, wekî mêlekî hundirîn ku fikra “Ji xwe divê wisa be” pêş dixe ye. Mêla ku rê nade hilbijartineke din e. Tişta ku nêzîkatiya Habîtûsê pêş dixe elimandinên ku bi çand û perwerdehiya dûr û dirêj pêş dikeve ye.
Pierre Bourdieu ji bo têgeha Habîtûsê bêtir bide famkirin, dişibîne “metafora lîstikê.” Li gorî wî “Jiyana Civakî” dişibîne lîstikê. Aktorê civakî jî dişibîne lîstikvan. Cihê lîstikê jî dişibîne qadê. Pierre Bourdieu, destnîşan dike ku lîstikvanên dixwaze bilîze, divê dakevin qadê û dema lîstikvan daket qadê jî divê li gorî pîvanên qada lîstikê tev bigere.
Pirre Bourdieu, dewlet, dêr, mizgeft, dibistan, partiyên siyasî û sendîkayan wekî qadê pênase dike. Destnîşan dike ku her qadek xwedî rê û pîvanek e û kesên têkeve nava vê qadê divê li gorî pîvanê wê tevbigere. Xwe wekî wê bike.
Beriya Pierre Bourdieu jî Durkheim, Weber, M. Mauss, T. Veblen, Edmund Husserl û Alfred Schutz Mauss jî têgeha habîtûsê bikar anîye. Fîlozof Edward Thompson, ji bo têgeha habîtûsê wiha dibêje: “Nirx ne fikr in, ne jî ji nava tiştên maddî tê derxistin. Cîhana Civakî dişibîne masiyê nav avê. Masiyê avê giraniya avê hîs nake. Cîhana li dora xwe jî pir xwezayî dibîne. Habîtûs dîroka ku di nava dema niha de dijî ye. Di heman demê de Niha ya ku xwe ji nûve ava dike û siberojê ava dike ye.”













