14emîn Konferansa Meclîsa Îştarê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê di roja 2yemîn de didome.
Di 5ê kanûnê de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi dirûşmeya ‘Em Civaka Demokratîk û Komînan Avabikin Bi Rêbertî Re Azad Jiyan Bikin’ 14’emîn Konferansa Meclîsa Îştar destpê kir. Salona konferansê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdên pêşeng ên jin, pankartên ‘Divê Jin Di Avakirina Jiyaneke Wekhev û Azad De Pêşeng Be’ û ‘Bi Têkoşîna Jinan Ber Bi Rêbertiya Gerdûnî Ve’ hat xemilandin. 14emîn Konferansa Meclîsa Îştar ya di bin dirûşmeya ‘Em Civaka Demokratîk û Komînan Avabikin Bi Rêbertî Re Azad Jiyan Bikin’ di roja duyemîn de bi xwendina perspektîf û nîqaşan dewam dike.
Di roja yekemîn de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi peyamekê 14emîn Konferansa Meclîsa Îştar silav kiribû.













