• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
12 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    AVAMED bi hevkariya MEBê ‘Pêşengên Avê’ perwerde dike

    AVAMED bi hevkariya MEBê ‘Pêşengên Avê’ perwerde dike

    Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

    Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

    Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

    Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 12ê GULANA 2026an

    Serdar Şîrnas: Dengbêjan tu carî dev ji gotina rastiyê bernedaye

    Serdar Şîrnas: Dengbêjan tu carî dev ji gotina rastiyê bernedaye

    Şahida Komkujiya Dêrsimê Anê Xatun hate definkirin

    Şahida Komkujiya Dêrsimê Anê Xatun hate definkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    AVAMED bi hevkariya MEBê ‘Pêşengên Avê’ perwerde dike

    AVAMED bi hevkariya MEBê ‘Pêşengên Avê’ perwerde dike

    Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

    Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

    Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

    Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 12ê GULANA 2026an

    Serdar Şîrnas: Dengbêjan tu carî dev ji gotina rastiyê bernedaye

    Serdar Şîrnas: Dengbêjan tu carî dev ji gotina rastiyê bernedaye

    Şahida Komkujiya Dêrsimê Anê Xatun hate definkirin

    Şahida Komkujiya Dêrsimê Anê Xatun hate definkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Prof. Norman Paech: Divê tecrîd rabe û Ocalan azad bibe

Stenbol / AW

7 KANÛN 2025 - 12:05
Kategorî: ROJANE
A A
Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî ya DEM Partiyê di roja duyemîn de didome. Prof. Norman Paech destnîşan kir ku divê terîda li ser Ocalan rabe û serbest were berdan ku dikaribe bi rol û rista xwe ya çareseriyê rabe.

Konferansa Navneteweyî ya Aştî û Civaka Demokratîk a DEM Partiyê li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya Stenbolê di roja duyemîn de berdewam dike.

Paşê dê bi rûniştina sêyemîn bidome. Di rûniştina sêyemîn de bi sernavê “Ji Dewleta Neteweyî ber bi Neteweya Demokratîk ve” dê berdewam bike. Moderatoriya rûniştinê Cîgira Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Ebrû Gunay kir.

Hiqûqzan Dr. Orhan Gazî Ertekîn bi sernavê, “Peymanek Civakî ya Nû Ber bi Hemwelatiya Qanûna Bingehîn ve û Nasîna Nasnameyê” axivî û bal kişand ser mafên Kurdan a hemwelatîbûnê.

Orhan Gazî Ertekîn wiha got: “Tevgera Azadiya Kurd xwe pirr bi rêxistin kir. Medya Kurd heye. Parlamenterên Kurd heye. Îradeya xwecihî heye. Parêzeriya Kurdan heye. Êdî destûrek bingehîn a Kurdbûnê li Rojhilata Navîn heye. Êdî Kurd bi mafên xwe yên destûrî mafên xwe bicih tînin. Êdî di roja em gihîştinê de Kurd dikarin nîqaşa her cure mafên xwe bikin. Civakek polîtîk û hişmend çêbûye. Êdî li Rojhilata Navîn rewşek awarte ango îstîsnayek Kurdan heye.

Li Rojhilata Navîn sê aştî hene. Li Îranê aştiya Dr. Qasimlo, aştiya Îsraîlê û aştiya Tirkiyeyê. Ev sê aştî pirr dişibin hev.

Nasnameya neteweyî ya Kurdî mijarek berfireh e. Li Îranê Kurdek hem dikare Kurd be û Îranî be, li Azerbaycanê Kurdek dikare Kurd be û Azerbaycanî be, lê li Tirkiyeyê Kurdek dikare Kurd be lê nikare bibe Tirkiyeyî. Sedema vê jî faşîzma li Tirkiyeyê ye.”

‘Perspektîfa Ocalan çareseriya krîzên li Rojhilata Navîn e’

Profesorê Dîroka Modern û Hemdem Mohamed Refat ê ji Misrê beşdarî konferansê bû bi sernavê “Girîngiya Tecrûbeyên Dîrokî yên di Avakirina Netewa Demokratîk de” gotarek pêşkêş kir.

Mohamed Refat ev yek anîn ziman: “Silav li we. Ji bo we min vexwennd vê konferansê spasiya DEM Partiyê dikim. Silavên xwe pêşkêşî rêzdar Abdullah Ocalan dikim. Min li ser perspektif û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a Abdullah Ocalan, dersek da destpêkirin. Min nêzî 500 xwendekaran beşdarî dersê kir. Bandora Ocalan li ser şagirtên min çêbûye. Warê Kurdan Zagros in, gelê herî qedîm ê Rojhilata Navîn e. Kurd teslîmiyetê qebûl nekirin û li dijî zilmê serî rakirine û heta roja me ya îro li ber xwe dane. Kurd di nava pergala heyî de xwerêvebirina xwe berdewam kirin e.

Sedsala 19emîn sedsala herî bixwîn a serdema Osmanî ye. Osmaniyan şerê li dijî Kurdan da destpêkirin û hewl da hemû destkeftî û desthilata Kurdan ji holê rake.
Li gorî Ocalan tifaqa Kurd û Tirkan tifaqek dîrokî û stratejî ye. Piştî Lozanê û avakirina Komara Tirkiyeyê Kurdan înkar kir û mafên wan tune hesiband. Li ser hişmendiyek netewperest Kurdan înkar kirin. Qirkirin û talanê bi serê Kurdan de anîn. Rojhilata Navîn bê Kurdan nabe û paradigmaya Ocalan ji bo Rojhilata Navîn çareserî ye.”

Paech: Divê Ocalan were berdan û bi rola xwe rabe

Prof. Norman Paech ku ji Almanya beşdarî konferansê bû bi sernavê “Berxwedana Têkiliyên Hegomonîk û Hêzdarkirina Li Dijî Navendîbûna Demokrasiya Xwecihî” gotarek pêşkêş kir.

Norman Paech wiha axivî: “Ez hemû hevrêyan û beşdaran silav dikim. Spasiya DEM Partiyê dikim ku min vexwendiye vê konferansê. 1996an de hatibûm vexwendin ku seriyekî bidim Ocalan. Piştî nîqaşên dûr û dirêj, daxwaza serxwebûnê hebû û dewleta Kurdan. Ocalan vê fikrê guhert û dest bi xebatên demokratîkbûna Tirkiyeyê kir. Ocalan biryar da ku têkoşîna çekdarî bi dawî bibe. Armanca Tevgera Azadiyê de ne ew e k u di sîstema heyî de were ser kar. Dixwaze li ser fikra konfedaralîzmê xebatan bike. Sîstemek wekhev diparêzer, li dijî hiyarerşîk e. Paradîgmaya rêzdar Ocalan dibêje ku neteweya demokratîk ku hemû netew û çand û bawerî hebin. Divê tu nasname serdest nebe. Ev yek demokratîkbûnê tîne. Neteweyek wek Kurdan ji bo dikaribin hebûna xwe bidomînin, meseleyek jêveneger e. Neçar in neteweya xwe biparêzin.
Abdullah Ocalan dewletek cuda naxwaze. Ew neteweya demokratîk, welatek demokratîk dixwaze. Dewletek wek Tirkiyeyê ku pirr navendî ye ev modela Ocalan gelek baş e. Divê mafên zimanî, çandî, olî û nasnameya hemû gelên din were nasîn.

Bi kurtasî nêrînên Abdullah Ocalan ên demokratîkkirina Tirkiyeyê, rihên xwe berdane nav civakê. Nîqaşên berê hatine girtin. Niha dema nîqaşên têgehên nû ye. Dem dema nîqaşên tiştên nû ye.

Divê beriya her tiştî tecrîd û şertên zehmet li ser rêzdar Ocalan bên rakirin. Serbestberdana rêzdar Ocalan wê dikaribe bi rola xwe ya aştiyê û çareseriyê rabe. Wê rêzdar Ocalan dikaribe şervanên li Başûrê Kurdistanê vegerîne vir û û azadî bicih were. Ez ji Almanya me. Divê dewleta Almanya jî PKK ji ‘lîsteya terorê’ derxe.”

‘Divê zimanê aştiyê li pêş bikeve’

Paşê rojnameger û nivîskar Nadîre Mater jî bi sernavê “Azadiya Çapemeniyê, Heqîqet û Zimanê Aştiyê” gotarek pêşkêş kir û got: “Zimanê aştiyê gelek girîng e. Hewce ye zimanê aştiyê li pêş bikeve. Divê hemû astengiyên li pêşiya desteserkirina azadiya derbirînê were rakirin. Îro medyayek pirr cuda heye. Îro medya radestî desthilatê û AKPê bûye. Ji sedî 90ê medyayê di destê desthilatê de ye. Bêyî ku em bi pey tiştên ne hewce bikevin, divê em bikevin pey aştiyê. Medya AKPê wekî ku weşanek aştiyê dike xwe derdixe pêş lê ne wisa ye. Mijara aştiyê pirr li nav hev dixe. Meseleyê şor dike û her tiştî serûbin dike. Zimanê medyayê pirr belav e. Her tiştî sor dike.”

Parlamenterê Belçîkayî Georges Dallemagne ku dê beşdarî konferansê bibûya lê ji ber pirsgirêkek derketî beşdar nebû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Amedspor merasimê kupa bi şayî pîroz keno

Amedspor dê di 1ê Hezîranê de kongreya xwe li dar bixe

12 GULAN 2026
Parêzerê malbata Dîrîl: Ez bi guman im ku ev doz jî weke ya Gulistan Dokû be

Parêzerê malbata Dîrîl: Ez bi guman im ku ev doz jî weke ya Gulistan Dokû be

12 GULAN 2026
Hatîmogullari: Divê di nava vê hefteyê de gavên şênber bên avêtin

Hatîmogullari: Divê di nava vê hefteyê de gavên şênber bên avêtin

12 GULAN 2026
AVAMED bi hevkariya MEBê ‘Pêşengên Avê’ perwerde dike

AVAMED bi hevkariya MEBê ‘Pêşengên Avê’ perwerde dike

12 GULAN 2026
Waliyên Hewlêr û Dihokê serdana Şaredariya Amedê kirin

Waliyên Hewlêr û Dihokê serdana Şaredariya Amedê kirin

12 GULAN 2026
Bavê Şerzan: Em di şexsê Şerzan de Şerzanan biparêzin

Bavê Şerzan: Em di şexsê Şerzan de Şerzanan biparêzin

12 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

    Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Civîna Polîtîkayên Jinan a Herêma Botanê hat lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ayhan Erkmen li Wanê jiyana Celadet Elî Bedîrxan vegot

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Vezîr Parlak: Li Colemêrgê ‘Konsepta Dêrsimê’ tê meşandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sûlava Emrûdê piştî salan careke din bi heybet diherike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çêkera naverokên medya dîjîtal: Hînbûna min a Kurdî bersivek bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 12ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şaredariya Payîzava serayek vekir: Armanc xurtkirina aboriya jinan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (293)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne