• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
27 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bi girseyî serdana şîna Dayika Aştiyê Behiye Sevîm kirin

    Bi girseyî serdana şîna Dayika Aştiyê Behiye Sevîm kirin

    Bi govend û tilîliyan berê xwe dan ‘Mitînga Azadiyê’ ya Wanê

    Bi govend û tilîliyan berê xwe dan ‘Mitînga Azadiyê’ ya Wanê

    Xizmên Windayan: Parastina kujeran hevkariya sûc e

    Xizmên Windayan: Parastina kujeran hevkariya sûc e

    ‎Ji bo Bayram Balci loqme hate belavkirin

    ‎Ji bo Bayram Balci loqme hate belavkirin

    Konferansa ziman didome: Divê zimanê me bi qanûnan were mîsogerkirin

    Konferansa ziman didome: Divê zimanê me bi qanûnan were mîsogerkirin

    Tevî ku ji sedî 95 astengdar e jî nayê berdan

    Tevî ku ji sedî 95 astengdar e jî nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Bi girseyî serdana şîna Dayika Aştiyê Behiye Sevîm kirin

    Bi girseyî serdana şîna Dayika Aştiyê Behiye Sevîm kirin

    Bi govend û tilîliyan berê xwe dan ‘Mitînga Azadiyê’ ya Wanê

    Bi govend û tilîliyan berê xwe dan ‘Mitînga Azadiyê’ ya Wanê

    Xizmên Windayan: Parastina kujeran hevkariya sûc e

    Xizmên Windayan: Parastina kujeran hevkariya sûc e

    ‎Ji bo Bayram Balci loqme hate belavkirin

    ‎Ji bo Bayram Balci loqme hate belavkirin

    Konferansa ziman didome: Divê zimanê me bi qanûnan were mîsogerkirin

    Konferansa ziman didome: Divê zimanê me bi qanûnan were mîsogerkirin

    Tevî ku ji sedî 95 astengdar e jî nayê berdan

    Tevî ku ji sedî 95 astengdar e jî nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bavê Şerzan: Em di şexsê Şerzan de Şerzanan biparêzin

Êlih / AW

12 GULAN 2026 - 12:37
Kategorî: DARAZ, MANŞET
A A
Bavê Şerzan Kurt, Omer Kurt anî ziman ku polîsê kujer bi polîtîkaya bêcezahiştinê hat xelatkirin û got: “Em di şexsê Şerzan de Şerzanan biparêzin.”

Xwendekarê Zanîngeha Mûglayê Şerzan Kurt di 12ê Gulana 2010an de ji aliyê polîsê bi navê Gultekîn Şahîn ve bi çekê hate birîndar kirin û dû re di 19ê Gulanê de li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da. Pişt re li 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Eskîşehîrê doz li polîsê kujer hate vekirin û di encama darizandinê de cezayê muebetê lê hate birîn. Dadgehê ev ceza daxist 8 salan û Gultekîn Şahînê girtî tahliye kir. Dadgeha Bilind ji ber kujer ji peywirê nehatibû girtin, biryar xera kir û careke din Şahîn hate darizandin. Di 15yê Sibata 2015yan de li kujer Şahîn 16 sal ceza hate birîn û polîsê kujer careke din hate girtin. Li ser îtirazê Yekemîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind careke din biryar betal kir û Şahîn hate berdan. Di 11ê Îlona 2019an de 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Eskîşehîrê 12 sal ceza da polîsê kujer Gultekîn Şahîn û ev ceza daxist 7 sal û 6 mehan. Heman dadgehê di danişîna ku di 22yê Mijdara 2024an de biryara xwe ragihand û 5 sal û 2 meh û 15 roj ceza li polîsê kujer birî. Dema Şahîn a di girtîgehê de maye wek hincet hat nîşandan û Şahîn hate berdan.

Bavê Şerzan Kurt, Omer Kurt derbarê doza kuştina kurê xwe û pêvajoya darizandinê axivî.

Omer Kurt da zanîn ku kurê wî Şerzan Kûrt li gorî temenê xwe mezin difikirî, bi komeke hevalên xwe re tim û daîm di nava têkiliyê de bû û wiha got: “Rojekê min jê re got, ‘Tu vana tînî qet nebe li malê bi hev re tiştek bixwin.’ Beriya ku ew bersivê bide hevalê wî got, ‘Em ne ji bo xwarinê tên, em ji bo Şerzan tên.’ Di pêjajoya lîseyê û qedandinê de hemû mamoste û hevalên wî jê hez dikirin. Rojên ku ji bo Kurdan û karkeran girîng, Şerzan bi rola xwe radibû.”

Omer Kurt da zanîn ku Şerzan Kurt bi dildarî xwestiye li Mûglayê bixwîne û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Lê li wir komeke mafya ya MHPyî jî hebû. Bi navê MHPê tevdigeriyan lê mafya bûn. Gelek caran pereyan ji miletê stendine. Şevekê ev kom serxweş dibe û komek ciwanên Kurd di wir de derbas dibin, vana jî pêşî li wan digirin û polîsê bi navê Gultekîn Şahîn jî di nav de bûye û dîmen di kamerayan de jî xuya dike. Dema ku bûyer diqewime ew bixwe jî li wir bê wezîfe ye û bi cilên sivîl bûye. Lê li gorî gotinê bi darê zorê û bi talîmatê hatiye wir. Li pêşberî kamerayan Şerzan hedef digire û wî dikuje.”

‘Cara ewil ku gulê lê dikeve pê felc dibe’

Omer Kurt diyar kir ku şeva kurê Şerzan hatiye kuştin heta serê sibehê jî haya wan ji kuştin û ji bûyera ku qewimiye tune bûye û wiha axivî: “Ew şev me jî qet li nûçeyên şevê nenihêrî. Serê sibê hevalekî wî li min geriya û got; ‘Mamoste haya te ji Şerzan heye?’ Min jî jê re got, ‘Haya me jê tune ye.’ Ji me re got, bûyerek qewimiye û birîndar bûye. Piştre ez û diya wî û hinek merivên me em çûn Îzmîrê. Hê dema ku em di rê de bûn, Serokê Giştî yê Odeya Bijîjkên wir telefonê min kir û got; ‘Serê we sax be.’ Şerzan jixwe cara ewil ku gule lê dikeve şehîd dikeve. Lê dema ku em çûn Îzmîrê çapemenî, hevalên wî û gelek kes li ser lingan bûne. Bi awayekî sûnî li nexweşxaneyê dilê wî didin xebitandin, weke 12 rojan li nexweşxaneyê bi makîneyê ve hate girêdan.”

‘Doza Şerzan berbelav bû’

Di berdewama axaftina xwe de Omer Kurt anî ziman ku bûyera Şerzan Kurt li Kurdistan û Tirkiyeyê gelek belav bû wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wê demê raporeke Amerîkan a Rêxistina Tundiyê ya ku welatên tundî lê tên kirin hat amadekirin û li gorî wê Tirkiyeyê yek ji welatên zêde tundî lê tên kirin bû. Di wê raporê bûyera Şerzan jî cih girt û wek mînak dan nîşandan. Me bi bijîjkê ku ew derman dikir re hevûdin dît. Ji me re got, ‘Dema ku kûrê te anîn nexweşxaneyê, dilê wî sekinî bû û me bi mudaxeleyan dilê wî da xebitandin.’ Şerzan derbeyê ji paşve ji aliyê xwe yê çepê ve xwaribû. Cara ewil ku gulê lê dikeve pê re felc dibe. 5-6 deqe beriya ku bimire polîsan jê pirsîne û gotine, cihekî te diêşê? Ew jî dibêje ez tiştekî hîs nakim. Di wê navberê ji hevalên xwe re dibêje ez ê bimirim.”

‘Divê em şehîdên xwe ji bîr nekin’

Omer Kurt di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku doza Şerzan Kûrt şandine 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Eskîşehîrê û destnîşan kir ku hemû danişînên wî li Eskîşehîrê hatin pêkanîn û wiha got: “Me dît ku dadgehên ku girêdayî dewletê ne qet ji dozê tawîz neda. Anku sedemekê dibîne û kujer xelat dike. Doza Şerzan nêzîkî 15-16 sal in didome. Tu doz heta niha wisa berdewam nekirine. Sê çar caran biryar hate dayîn, dosya çû dadgehan û encam neguherî. Dozgeriyê ewilê 8 sal ceza dayê. Vê paşiyê 30 sal ceza li kuher birîn û daxistin 16 salan. Piştre kirin 12 sal, li pey re jî kirin 7 sal. Bi vî awayî ceza dadixistin û bilind dikirin. Dawiya dawî darizandin bidawî kirin. Li gorî me ji parêzerên xwe bihîstiye 5 sal û 6 mehan cezayê girtîgehê danê. Her tişt bi tespît li pêşiya kamerayê bû û paşê jî xelat dan kujer. Niha jî ceza çûye Dadgeha Destûra Bingehîn û hê jî pêvajo didome. Hevalên me yên parêzer niha jî bûyerê dişopînin. Her wiha hevalên Şerzan, ji bo gelek hêviyan derketin qadê û dixwestin hin tiştan bikin. Em jî dixwazin hêviyên wan neyên şikandin û gel li wan bibe xwedî. Divê em şehîdên xwe ji bîr nekin û di her şert û mercên jiyanê de wan biparêzin. Em di şexsê Şerzan de Şerzanan diparêzin.”

Etîket: Bav Omer KurtDoza bêcezahiştinêPolîs Gultekîn ŞahînŞerzan Kurtxwediderketın
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Stranên dengbêjiyê yên li ber windabûnê li benda çapê ne

Stranên dengbêjiyê yên li ber windabûnê li benda çapê ne

11 HEZÎRAN 2026
Jin li Kolombiyayê xwedî li YPJê derketin

Jin li Kolombiyayê xwedî li YPJê derketin

24 GULAN 2026
KJKê banga piştgirî û xwedîderketina kampanyaya ‘YPJê’ kir

KJKê banga piştgirî û xwedîderketina kampanyaya ‘YPJê’ kir

4 GULAN 2026
‘Xwedîderketina Rojava xwedîderketina mirovahiyê ye’

‘Xwedîderketina Rojava xwedîderketina mirovahiyê ye’

19 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Repbêj Serhedo li Amedê hat binçavkirin

    Repbêj Serhedo li Amedê hat binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Zimanê Kurdî dest pê kir: Divê her kesên ji xwe re dibêjin welatparêz bi Kurdî biaxivin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê rojnameger Bayram Balci hate veşartin: Em ê xwedî li têkoşîna te derkevin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hunermendê mezin Kadîr Înanir: Li vê axê dê aştiyek mezin serwer bibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Repbêj Serhedo hat berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Werin em tev li mitînga azadiya Serokatî û girtiyên azadiyê bibin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Êlihê dîmenên nû yên îşkenceyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 27ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kadîr Înanir jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayika Behiye: Em hene û em ê hebin!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (747)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne