Desteya Rêveberiya Amedsporê biryar da ku di 1ê Hezîranê de kongreya xwe li dar bixe.
Amedspor a ku di Lîga 1emîn de bi ser ket û derbasî Lîga Superê bû, niha jî amadekariya pêvajoya kongreyê da destpêkirin. Desteya Rêveberiya Qluba Amedsporê ragihand ku dê di 1ê Hezîranê de li ÇandAmed a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kongreya xwe ya asayî li dar bixe. Rêveberiya Amedsporê hemû endamên xwe vexwend kongreyê.
Kongre roja Duşemê 1ê Hezîranê dê saet di 18:00an de li avahiya ÇandAmedê bê lidarxistin.













