• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
18 TEBAX 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Sofî, Koçer û Gabar li Amedê hatin bibîranîn

    Sofî, Koçer û Gabar li Amedê hatin bibîranîn

    REPAK: Cezayên darvekirinê bidin rawestandin

    REPAK: Cezayên darvekirinê bidin rawestandin

    Parlamenterên Jinên Kurd bertek nîşanî erêkirina cezayê darvekirinê da 

    Parlamenterên Jinên Kurd bertek nîşanî erêkirina cezayê darvekirinê da 

    TÎHV, pêşniyarên çareseriyê dan komisyonê

    TÎHV, pêşniyarên çareseriyê dan komisyonê

    MEBYA-DERê li Mêrdînê sê pêşeng bi bîr anîn

    MEBYA-DERê li Mêrdînê sê pêşeng bi bîr anîn

    Piştî 31 salan girtî ma hat berdan

    Piştî 31 salan girtî ma hat berdan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Sofî, Koçer û Gabar li Amedê hatin bibîranîn

    Sofî, Koçer û Gabar li Amedê hatin bibîranîn

    REPAK: Cezayên darvekirinê bidin rawestandin

    REPAK: Cezayên darvekirinê bidin rawestandin

    Parlamenterên Jinên Kurd bertek nîşanî erêkirina cezayê darvekirinê da 

    Parlamenterên Jinên Kurd bertek nîşanî erêkirina cezayê darvekirinê da 

    TÎHV, pêşniyarên çareseriyê dan komisyonê

    TÎHV, pêşniyarên çareseriyê dan komisyonê

    MEBYA-DERê li Mêrdînê sê pêşeng bi bîr anîn

    MEBYA-DERê li Mêrdînê sê pêşeng bi bîr anîn

    Piştî 31 salan girtî ma hat berdan

    Piştî 31 salan girtî ma hat berdan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li ser sînor bang kirin: Bêyî Kurdan çareserî ne pêkan e

Navenda Nûçeyan /AW

30 KANÛN 2024 - 16:27
Kategorî: ROJANE
A A
Nobeta sînor ku ji bo piştgiriya gelê Rojava di 13ê Kanûnê de li Nisêbînê hatiye destpêkirin, di roja 18an de berdewam dike. Parlamenterên DEM Partiyê Salîha Aydenîz beşdarî çalakiyê bû û got: “Ji bo li Rojhiata Navîn pêşketinek pêk bê divê di serî de statuya gelê Kurd nas bikin.”

Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMOyê ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Nisêbîn a Mêrdînê û Qamişloyê hatiye destpêkirin di roja 18an de didome. Welatiyên di saetên serê sibehê de hatin cihê nobetê, dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî berxwedana gelê Kurd” berz kirin. Di çalakiyê de beşdaran pêşmalkên “Na ji şer re” li xwe kirin.

Parlamenterên DEM Partiyê û gelek kes li qada çalakiyê kom bun û daxuyanî dan. Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çiftyurek li ser sînor axivî u wiha got: “Em hatin piştgiriye bidin gelê Nisêbînê. Gel 18 roj in li dijî êrîşên li ser Rojava piştgiriyê didin gelê Rojava. Duh salvegera komkujiya Roboskî bû. Bila desthilata AKPê baş zanibe ku heta kujerên Roboskî neyên darizandin, bila kes li Tirkiyeyê qala qiqûq u demokrasiyê neke. Heta kujer neyên darizandin, dê demokrasî pêş nekeve. Dîsa çend roj berê hevalên me yên Rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Taştan li ser kar hatin kuştin. Em wan bibîr tînin. Em dibêjin ew rojnamevanên heqîqeta gelan bûn. Em qet wan ji bîr nakin.”

Bêyî Kurdan pirsgirêk çareser nabe

Sînan Çîftyurek da zanîn ku îro li Rojhalata Navîn dixwazin pergalek nû ava bikin û wiha got: “Eger armanc dikin ku li Rojhilata Navîn pergalek nû ava bikin, divê baş zanibin ku bêyî Kurdan aştî û çareserî pêş nakeve. Eger bixwazin li Sûriyeyê pergala uniter ava bikin, dê dîsa rê li pêşiya şer û tundiyê vekin. Ji ber vê yekê gel vê yekê qebûl nakin. Çareserî ji bo Sûrî pergala Federasyona demokratîk e. Bila li pergala Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê binerin, dê çareseriyê bibînin. Em dixwazin pirsgirêka Kurd bi rêya aştî û demokratîk çareser bike. Ji ber vê yekê banga me ji dewletê û hikûmetê re ew e ku navê paradîgmaya xwe diyar bikin. Divê navê Kurd lê bikin.”

Bi înkarê pirsgirêk çareser nabe

Parlamentera Mêrdînê Salîha Aydenîz jî axivî û wiah got: “Îro 18 roj in em li ser sînor Nobeta Aştî û Azadiyê digirin. Îro meseleya li Rojhilata Navîn meseleya demokrasiyê ye. Îro geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêş dikevin, meseleya demokratîkbûna Rojhlata Navîn e. Mesele bi înkar û nenaskirina gelan çareser nabe. Bi înkara baweriyan, çandan, înkara azadiya jinê û înkara şoreşa jinê tu dewlet nagêjin armancê. 100 salin li Rojhilata Navîn pergala Netew Dewletê heye. Me dît ku netew dewlet Rojhilata Navîn di nava xwînê de dihêle. Çareserî naskirina azadiya jinê, nasîna şoreşa jinê, nasîna bawerî, nasname û çandan e.”

Rojava xwedî paradîgmaya Birêz Abdullah Ocalan e

Salîha Aydenîz, anî ziman ku îro eger li Rojhilata Navîn şer didome, sedema wê înkara ol, bawerî, nasname û çandan e û wiha berdewam kir: “Eger dixwazin li Rojhilata Navîn pêşketinek çêbibe, divê berî her tiştî statuya gelê Kurd nas bikin. Niha hevdîtinek pêk hat. Divê ev hevdîtin bidome, divê her kes rol û rista xwe ya ji bo aştî û demokrasiyê bilîze. Îro Rojava xwedî pergalek e. Xwediyê vê pergalê jî Birêz Abdullah Ocalan e. Îro li Rojava gavek rast hatiye avêtin. Ji bo gev pergal pêş bikeve û mezin bibe, emê heta dawî têbikoşin.”

Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.

Etîket: NisêbînSalîha Aydenîzsinan çiftyurek
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Partiyên Kurdistanî: Ji bo yekîtiyê divê êdî li Bakûr tifaqek pêk were

Partiyên Kurdistanî: Ji bo yekîtiyê divê êdî li Bakûr tifaqek pêk were

12 TEBAX 2025
Şîna Menal Akbal bi girseyî hat ziyaretkirin

Şîna Menal Akbal bi girseyî hat ziyaretkirin

25 TÎRMEH 2025
Ji bo şervanê HSDê Abdullah Akyuz mewlîd hate dayîn

Ji bo şervanê HSDê Abdullah Akyuz mewlîd hate dayîn

18 TÎRMEH 2025
Ji bo şervanê HSDê Abdullah Akyuz şîn danîn

Ji bo şervanê HSDê Abdullah Akyuz şîn danîn

16 TÎRMEH 2025
Ava Spî û ribabên zarokan

Ava Spî û ribabên zarokan

16 TÎRMEH 2025
Di civîna gel de dîmenê Rêberê Gelê Kurd hat temaşekirin

Di civîna gel de dîmenê Rêberê Gelê Kurd hat temaşekirin

15 TÎRMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TEBAX 2025 (266)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • Derbarê Me De
  • Hemû Nûçe
  • Home 1

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne