Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin ragihand ku toreke koordînatên nuqteyên leşkerî yên li enî û hundirê bajaran kom dikirin û ji MÎTê re dişandin bêbandor kir û endamên wê girtin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin bi daxuyaniyekê ragihand ku toreke ji 3 jin û mêrekî pêk tê ku ji îstîxbarata dewleta tirk re dixebitîn, sîxurî dikirin, agahiyên li ser nuqte, cihên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û fermandarên leşkerî yên li Bendava Tişrînê û bajarê Reqayê kom dikirin, bêbandor kir û girtin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin ên di Dezgeha Ewlehiya Giştî de ev tor keşif kir. Hat diyarkirin ku vê torê hewl dida bandorê li ewlehiya herêmê û îstîqrara wê bike, lê bi saya hişyariya Dezgeha Ewlehiyê hewla wan a beriya pêkanînê hat têkbirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku endamekî torê li xwe mikur hatiye ku wan têkilî bi efserên tirkan bi rêya wergervanan danîne, efseran ji wan xwestiye ku bi wan re bixebitin, koordînat û agahiyên li ser nuqteyên leşkerî û yên hesas bidin wan. Hat gotin ku wan li hember pereyekî zêde hin koordînat ji wan re şandine.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin bi daxuyaniyê re lixwemikurhatinên vê torê belav kirin.












