Şirnex – Parlementerê Şirnex Mehmet Zekî Îrmez derbarê rêya di navbera Şirnex û Wanê de a 13 sal in nayê xelaskirin axivî û got “Ji bo rêyên ewlehiyê be pere heye lê ji bo rêyên civakî be pere nayê şandin.”
Li bajarên bakurê Kurdistanê dema mijar leşkerî an jî karekî ewlehiyê be, dewlet hemû hêza xwe seferber dike û pêdiviyan pêk tîne. Ev seferberî bi taybetî di çêkirina rêyên ewlehiyê de derdikeve pêş. Lê belê dema mijar dibe rêya gel û civakê xemsariya tê nîşandan bi salan didome. Yek ji van rêyên ku çêkirina wê bi salan e didome, rêya navbera Şirnex û Wanê de ye. Dirêjiya rêya navbera Şirnex û Wanê de halê hazir 450 km ye. Di sala 2013an de ji aliyê dewletê ve projeyek ji bo kurtkirina rêya navbera Wan û Şirnexê de hat amadekirin û îhaleya vê projeyê di heman salê de hat kirin. Ger ev proje di dema xwe de bahata temamkirin dê niha dirêjahiya rêya di navbera Şirnex û Wanê de daketa 180 kîlometreyan. Heya niha gelek caran ji ber nedayîna pereyên şîrketa îhaleya girtiye, proje hatiye betalkirin û herî dawî 2 sal berê carek din îhaleya vê rêyê hat nûkirin lê îro jî li ser vê rêyê tu xebat nayên kirin.
Rêya 2 salan tê çêkirin, 13 sal in xelas nabe
Parlementerê DEM Partiyê yê Şirnex Mehmet Zekî Îrmez derbarê rewşa çêkirina rêya di navbera Şirnex û Wanê de axivî. Mehmet Zekî Îrmez bertek nîşanî nêzîkatiya rayedarên dewletê da, da zanîn ku li ser rê niha tu xebat nayê kirin û wiha axivî: “Îhaleya vê rêyê di 2013an de hat çêkirin. Li gor îhaleye yekemîn diviya ev rê 2 salan de hatiba xelaskirin. Niha li ser vê rê tu xebat nayê kirin. Gelê me li bendê ye rê zû xelas bibe. Dema ev rê xelas bû dê ji bo bazirganiya gelê me gelekî bi fêde be. Her wiha ev rê dê navbera Wan û Şirnexê ji 5 saetan dakeve 2 saetan û dê bandoreke gelekî erênî li ser civakê bike.”
‘Dema mijar dibe civak her tişt diguhere’
Mehmet Zekî Îrmez destnîşan kir ku dema mijar ewlehî be dewlet lezgînî tevdigere û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Mixabin dema mijar dibe karê civakî, dewlet lezgînî tevnagere. Lê dewlet ji bo karên ewlehiyê gelekî lezgînî tevdigere û van karan zû xelas dike. Ji bo qereqol û qeleqolan dewlet lezgînî tevdigere û di demê xwe de van karan xelas dike. Lê mixabin dema mijar civak be û karên civakî be, her tişt tê guhertin.”
‘Divê dewlet dev ji van polîtîkayên xwe berde’
Mehmet Zekî Îrmez bertek nîşanî xemsariya bi salan e tê domandin da û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dema mijar karê dewletê be bi xwe be budçe û pere heye. Dema mijar ji bo xizmeta gel be dibêjin pere tuneye. Dema em ji rayedarên şîrketên îhale girtine dipirsin ji me re dibêjin pere ji me re naşînin û dibêjin pere tuneye. Divê dewlet êdî dev ji van polîtîkayên xwe yên qirêj berde û çi ji bo gel pêwîst be wisa gav biavêje.”















