Kedkarê Çapemeniya Azad rojnameger û helbestvan Bayram Balci ku ji ber nexweşiya pênçeşerê li derveyî welat jiyana xwe ji dest dabû dê sibe li Enqereyê bê definkirin.
Kedkarê Çapemeniya Azad rojnameger û helbestvan Bayram Balci ku ji ber nexweşiya pênçeşerê di 23yê Hezîranê de li Belçîkayê jiyana xwe ji dest dabû dê sibe li Enqereyê bê definkirin. Cenazeyê Bayram Balci dê di seat 22.30an de li Balafirgeha Enqereyê be pêşvazîkirin û bibin morga Cemxaneya Pîr Sultan Abdal a navçeya Batikentê.
Ji bo Bayram Balci sibe di seat 08.30an de li cemxaneyê erkanên cenazê were kirin û di seat 11.30an de jî li goristana Karşiyaka bê definkirin. Piştî definkirinê li Komeleya Çandî û Civakî ya gundê Dişlik a Tuzluçayir a navçeya Mamakê loqme were belavkirin.









