• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
15 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Leşkerên Tirk vegera gundiyên Zaxoyê asteng kir

    Leşkerên Tirk vegera gundiyên Zaxoyê asteng kir

    Li Reqayê êrişkarekî xwe teqand

    Li Reqayê êrişkarekî xwe teqand

    Dayika Aştiyê Munîbe Koç li Enqereyê hat definkirin

    Dayika Aştiyê Munîbe Koç li Enqereyê hat definkirin

    Sê Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hatin binçavkirin

    Sê Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hatin binçavkirin

    ‘Divê Meclîs ji bo bicihanîna Mafê Hêviyê tavilê qanûnan çêbike’

    ‘Divê Meclîs ji bo bicihanîna Mafê Hêviyê tavilê qanûnan çêbike’

    Doza rojnamevan Ceylan Şahînlî hat taloqkirin

    Doza rojnamevan Ceylan Şahînlî hat taloqkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Çîroka Efrîniyan: Li Baxçeyê Me Dareke Zeytûnê Hebû

Omer Demîr / AW

9 KANÛN 2025 - 08:23
Kategorî: ÇAND, MANŞET
A A

Amed-Derhêner Miral Kilo têkildarî fîlmê xwe yê bi navê ‘Li Baxçeyê Me Dareke Zeytûnê Hebû’ ku di Festîvala Fîlman a Amedê de hat pêşkeşkirin diyar kir ku ew dixwazin bi rêya sînemayê daxwazên xwe bînin ziman û got: “Min jî xwest bi rêya fîlmê ‘Li Baxçeyê Me Dareke Zeytûnê Hebû’ çîroka Efrîniyan parve bikim.”

Festîvala Fîlman a Amedê ya 3yemîn bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û bi organîzetoriya Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Sinebîrê di navbera 7-14ê Kanûnê de tê lidarxistin. Li her aliyên Kurdistanê û Tirkiyeyê bi dehan derhêner û çêker tev li festîvalê dibin. Derhênerê Rojavayî Miral Kilo jî bi fîlmê xwe yê ‘Li Baxçeyê Me Dareke Zeytûnê Hebû’ tev li festîvalê bû. Fîlmê ‘Li Baxçeyê Me Dareke Zeytûnê Hebû’ li ser çîroka Efrîniyan e. Derhêner Miral Kilo têkildarî fîlmê xwe yê ‘Li Baxçeyê Me Dareke Zeytûnê Hebû’ û çanda kurdî ji Ajana Welat (AW) re axivî.

‘Çîrokên girîng bi rêya fîlman tên nîşandan’

Miral Kilo destnîşan kir ku ev festîval ji bo derhênerên Kurd girîng e û ev tişt anî ziman: “Festîvala Fîlman a Amedê piştî demeke dirêj dîsa tê lidarxistin. Ev cihê serbilindiyeyê. Îro çîrokên girîng bi rêya fîlman tên nîşandan. Huner û çand ji bo fîlman girîng e. Armanca me jî ew e ku em çîrokên gelê xwe bi zimanê xwe bînin ziman. Gelek salan zimanê kurdî hat qedexekirin, destûr nehat dayîn ku em êşên xwe bi rêya fîlman parvebikin. Em îro êşên xwe bi zimanê dayîkê parvedikin.”

‘Em dixwazin bi rêya sînemayê daxwazên xwe bînin ziman’

Miral Kilo diyar kir ku fîlmên Kurdî li ser çanda Kurdî bandor dike û got: “Em gelekî aştîxwaz in. Em bi rêya hunerê dixwazin mafê xwe bînin ziman. Em di pêvajoyeke zor û zehmet de ne lê em dizanin ku sînema jî xebateke ji bo çanda kurdî ye. Em dixwazin bi rêya sînemayê daxwazên xwe bînin ziman. Festîval jî ji bo me gelek girîng e ji ber ku bi zimanê kurdî tê lidarxistin. Hatina min Amedê wek xewnekî bû. Gotinek li Ewropayê tê gotin: ‘Sûrên Fransayê hunera Ewropayê diparêze.’ Dema ku ez hatim Amedê min dît ku Sûrên Amedê jî hunera Kurdî diparêzin.”

‘Min jî xwest bi rêya fîlmê çîroka Efrîniyan parve bikim’

Miral Kilo anî ziman ku fîlmê ‘Li Baxçeyê Me Dareke Zeytûnê Hebû’ çîroka gelê Efrînê yê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ez jî ji Rojavayê me. Em ji kîjan parçeyê Kurdistanê bin jî çîrokên me yek in. Dema ku êriş li ser Efrînê pêk hat, me li cîhanê tu deng nebihîst. Min jî got ‘çima tiştên kul i Efrînê pêk dihatin di nûçeyan de cih negirtin.’ Ji bona wê min jî xwest bi rêya fîlmê ‘Li Baxçeyê Me Dareke Zeytûnê Hebû’ çîroka Efrîniyan parve bikim.”

Etîket: 3yemîn Festîvala Fîlman a AmedêLi Baxçeyê Me Dareke Zeytûnê HebûMiral Kilo
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Kelecana vê pêvajoyê gelek tişt bi xwe re guhert’

‘Kelecana vê pêvajoyê gelek tişt bi xwe re guhert’

16 KANÛN 2025
‘Bila Festîvala Fîlman a Amedê her sal pêk were’

‘Bila Festîvala Fîlman a Amedê her sal pêk were’

15 KANÛN 2025
Îsmaîl Zagros: Divê hunermend êşa di dilê gelê xwe de derman bike

Îsmaîl Zagros: Divê hunermend êşa di dilê gelê xwe de derman bike

13 KANÛN 2025
Derhêner Mano Xelîl: Xewna sînemaya Kurdî êdî bûye rastî

Derhêner Mano Xelîl: Xewna sînemaya Kurdî êdî bûye rastî

12 KANÛN 2025
Festîvala Fîlman a Amedê dest pê dike: Werin em li çîrokên hev guhdarî bikin

Festîvala Fîlman a Amedê dest pê dike: Werin em li çîrokên hev guhdarî bikin

4 KANÛN 2025
Lîsa Çalan: Em li benda serlêdanên Fona Sînebîrê ne

Lîsa Çalan: Em li benda serlêdanên Fona Sînebîrê ne

1 TÎRMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Meletiyê panela Ziman û Wêjeyê: Divê her qad bibe Kurdî

    Li Meletiyê panela Ziman û Wêjeyê: Divê her qad bibe Kurdî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Starta ‘Mitînga Azadiyê’ dan: Niha dema meşa ber bi azadiyê ve ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Banga sedsaleke nû: Konferansa Veguherîna Demokratîk

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em dixwazin aştî pêk bê û vegerin gundê xwe’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 15ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çandeke komûnê: Doşane

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zarokistanan bi şahiyekê dest bi betlaneyê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Faîk Bulut: Demokratîkbûyîna komarê girêdayî zextên civakî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Encamnameya Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê hat aşkerakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kongreya DEM Partiyê ya Enqereyê: Em ê têkoşînê mezintir bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (440)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne