Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê bi Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî re civiya.
Endamên Heyeta Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îmraliyê Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol bi Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî re civiya.
Hevdîtin, li Meclîsê hat kirin û Bahçelî heyetê li ber deriyê odeya grûba xwe pêşwazî kir. Piştî wêne û dîmenê heyetê û Bahçelî hatin girtin, civîn li odeya Bahçelî ya Meclîsê ji çapemeniyê re girtî pêk hat.













