Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Mîthat Sancar diyar kir ku Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî de nexşerêya ku ji bo pêşnûmeya qanûnê ya dihat payîn pêşkêş kiriye, di bin sê sernavan de nirxandine; ‘Wesfa qanûnê, sazûmaniya pêvajoyê û pênasekirina rol û pozîsyona aktorên di pêvajoyê de.’
Nîqaşên li ser hûrgiliyên hevdîtina ku endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol di 24ê Gulanê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk anîn, berdewam dikin. Îdiayên ‘xitimandinê’ ji nû ve dihatin nîqaşkirin, piştî hevdîtinê pirsên mîna; “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” di kîjan qonaxê de ye, çarçoveya hiqûqî û siyasî ya nexşerêya gengaz çi vedihewîne û verastkirinên ku li Meclisê tê payîn çi ye, ji aliyê cemaweriyê ve tên meraqkirin.
Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Mîthat Sancar hem li ser qonaxa ku pêvajoyê gihiştiye û hem jî li ser mijarên ku di hevdîtina dawî de hatine nirxandin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Sancar anî ziman ku Abdullah Ocalan ji bo pêşveçûna pêvajoyê nexşeyerêyek berfireh pêşkêş kiriye û mijarên lezandina çareseriyê nirxandiye.
Sancar destnîşan kir ku Abdullah Ocalan bi taybetî ji bo çareserkirina astengiyên li pêşiya pêvajoyê bal kişandiye ser sê sernavên bingehîn û her wiha bang kiriye ku divê veraskirinên qanûnî neyê derengxistin û pêvajo were lezandin.
*Îdiayên xitimandina pêvajoyê di rojevê de bûn û nêzî du mehan piştî hevdîtina dawî, we hevdîtinek pêk anî. Sedema dirêjkirina dema hevdîtinê çi bû?
Divê em ji bîr nekin ku pêvajoya tê rêvebirin pêvajoyeke tevlihev û dijwar e. Faktorên cihêreng dikarin bandorê li vê pêvajoyê bikin. Pêvajoyên bi vî rengî li ser xeteke rast û asayî pêş nakevin. Dibe ku xitimîn, pêşketin û sekinandin hebin. Ger em bi şibandina trênê bînin ziman; tiştê herî girîng ew e ku trên li ser rêhesînê be. Ger em pêvajoyê wekî trênekê bihesibînin, divê ew li ser xeta xwe be. Lê dema ku li ser xetê ye jî, dibe her gav bi heman lezê yan jî bi lezek bilind bi pêş ve neçe. Carinan astengî dertên, şert û mercên cuda diqewimin û hêdîbûn çêdibe, yan jî dibe ku trên bisekine. Divê em wiha fêm bikin: Belkî li pêşiyê hinek karên ku werin kirin hene. Temamkirina van karan jî dibe ku hewce bike trên bisekine. Di vê çarçoveyê de fêmkirin rasttir e. Em dikarin bibêjin ku xitimandine jî hebû. Lê trên ji xetê derneketibû.
*Gelo em dikarin bibêjin ku ew nîqaşên li ser xitimandinê hatin çareserkirin?
Niha trên dîsa ket tevgerê. Rasttir e em bibêjin ku em ji wê rewşa sekinandinê derbas bûne. Ango trên rêya xwe berdewam dike.
*Tê diyarkirin ku Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî de ji bo çareseriya pirsgirêkên ku pêvajoyê dixetimînin nexşerêyek pêşkêş kiriye. Hûn dikarin çarçoveya bingehîn a vê nexşerêyê hinekî vebêjin?
Niha, em her carê dibînin ku rêzdar Ocalan di nava xebateke kûr û giran de ye ku rewşên cuda li ber çavan digire. Bi heman awayî em dizanin ku her wextê pirsgirêkek derkeve, ew giringiyeke taybet dide pêşxistina formulên ji bo çareseriya wê pirsgirêkê. Di vê hevdîtina dawî de, ji bo pêşveçûna pêvajoyê helbet hinek amadekarî kiribûn û ev amadekarî bi me re parve kirin. Me ev mijar bi awayekî dualî nîqaş kirin. Ez dikarim van di bin sê sernavan de vebêjim:
Berî her tiştî, rêzdar Ocalan bi israr tîne ziman ku êdî qonaxa veraskirina qanûnî nabe were derengxistin. Ango dema me ya ku em winda bikin nîn e û di mijara verastkirina qanûnî de jî divê her kes berpirsiyariya xwe bîne cih. Divê em pêvajoyê lez bikin. Dema ku em dibêjin lezandin jî, armanc ew e ku berî Meclis bikeve betlaneyê, ev qanûn derkeve.
*Hêmanên bingehîn ên pêşniyara Abdullah Ocalan çi ne?
Ez dikarim kurteyek wiha bikim; Yekemîn; Wesfê qanûnê. Duyemîn; Sazîbûna pêvajoyê. Sêyemîn; Pênasekirina rol û statuya wî ya di vê pêvajoyê de. Em ji ya yekem, ji “wesfê qanûnê” dest pê bikin. Gotina herî girîng an jî têgeha herî giring a ku wî di vê mijarê de bikar aniye ev e: ‘Divê qanûnek mîna şaneya esasî be.’ Bêguman em dikarin binirxînin ka ev çend kûr hatiye fêmkirin an na. Dema ku mirov dibêje şaneya esasî, du xalên bingehîn tên fêmkirin: Tamîrkirin û nûkirin.
Divê qanûn xwedî wesfek wiha be ku tamîra zerarên girêdayî pêvajoya şer û sedemên ku rê li ber vê pevçûnê vekirine pêkan bike. Em hewl didin pevçûnê çareser bikin û di vê mijarê de geşedanên pir girîng çêbûn. Banga 27ê Sibatê, piştre gavên rêxistinê, avakirina komîsyonê li Meclisê û rapora ku komîsyonê derxist holê. Ev hemû girîng in. Tiştê ku niha divê em bikin ew e ku dema em vê pevçûnê çareser dikin, qanûnên ku dê zirarên derketine holê tamîr bikin û verast bikin, bi lez derxin.
Li vir tiştê ku tê xwestin qanûneke çarçoveyî ye, qanûneke pêvajoya veguhêz e. Ev rast e. Belê, ev ji bo pêvajoya veguhêz e û ev pêvajoya veguhêz xwedî hewcedariyên cihêreng e. Di serî de mijarên girêdayî çekdanîn û entegrasyonê hene. Lê belê qanûn dema ku vê pêvajoya veguhêz bi rê ve bibe, divê berî her tiştî zirarên ku em dikarin wekî encamên şer bi nav bikin jî li ber çavan bigire û tamîrkirina wan armanc bike.
Xala duyemîn a ku di mijara şaneya esasî de tê xwestin nûbûn e, nûbûna bedenê ye. Ger hûn zirarê ji holê rakin, divê hûn bedenê jî nû bikin. Divê qanûn xwedî taybetmendiyek wisa be ku rêya nûbûna vê jî veke. Tamîrkirin û nûbûn divê bibin taybetmendiya bingehîn a vê qanûnê. Em dikarin vê yekê jî ligel têgeha “civaka demokratîk” a di Banga 27ê Sibatê de binirxînin.
Girîngiya hevoka ku li dawiya Banga 27ê Sibatê hatiye zêdekirin jî divê di vê çarçoveyê de were dîtin. Meseleya pêşîn, çareseriya pevçûna ku ji pirsgirêka Kurd derketiye holê ye. Vekirina rêyên çareseriya pirsgirêka Kurd e. Ev dê çawa bibe? Ew ê bi rêvebirina pirsgirêkê ji şer û tundiyê ber bi zemîna hiqûq û siyasetê ve bibe. Qanûna çarçoveyî divê teqez xizmeta vê bike. Ji aliyekî ve divê temînata hiqûqî dabîn bike, di heman demê de divê derfetên çareseriya tam a pirsgirêkê bi siyasetê re li ser zemîna demokratîk biafirîne. Divê siyaseta demokratîk xurt bike û pêşiya wê veke. Tiştê ku em jê re dibêjin diyalektîka veguhêziya ji tundiyê ber bi siyasetê ve ev e.
Sazûmaniya pêvajoyê ya li ser bingeha qanûnê; ev jî parçeyekî din ê nexşerê, plansazî yan jî tevahiya tedbîr û gavan e ku rêzdar Ocalan pêşniyar kiriye. Sazûmaniya pêvajoyê divê bi rêya ku qanûna çarçoveyî veke û bi piştgiriya ku qanûna çarçoveyî pêşkêş dike pêk were. Ango qanûna çarçoveyî divê di heman demê de bibe bingeha sazûmaniya pêvajoyê jî. Meqseda ji sazûmaniyê jî ew e ku êdî kar û bar di çarçoveya mekanîzma, armanc, wezîfe û berpirsiyariyên pênasekirî de bimeşin. Niha hevdîtinên cuda tên kirin. Em diçin Îmraliyê, bi rayedarên dewletê û partiyên din re hevdîtinan dikin. Rêzdar Ocalan jî bi rayedarên dewletê re hevdîtinan dike. Xebatên DEM Partiyê hene. Ev hemû helbet di nava pêvajoyê de cih digirin, hêmanên ku rêveberina pêvajoyê dabîn dikin in; lê divê mirov êdî kar bike ku pêvajo di çarçoveyeke sazûmaniyê de bixebite. Bi vî rengî, rêveçûnek domdar, pêbawer û ewlekar dertê holê. Li vir şande û komîsyonên cuda dikarin werin rojevê. Ev hemû dikarin werin nîqaşkirin. Pêdivî nîn e ez qala hûrgiliyên wan bikim, lê yek ji armancên sereke sazûmaniya pêvajoyê ye.
Parçeya sêyemîn a pakêta pêşniyaran a ku rêzdar Ocalan pêşkêş kiriye; pênasekirin û zelalkirina statu, rol û di heman demê de fonksiyonan e. Bêguman li vir hewcedariyeke wekî pênasekirin û diyarkirina rol, statu û fonksiyona wî bi xwe jî heye. Pêşniyara cibicikirina vê yekê li ser bingeha qanûna çarçoveyî ya ku me behs kir, jixwe bi awayekî aşkera ji wî bi xwe hat. Ango veraskirina qanûnî ya ku dê were kirin, divê di heman demê de vê yekê jî bihewîne. Bi vî rengî dê rol, berpirsiyarî, wezîfe û raye jî bi awayekî zelaltir derkevin holê.
Ez dikarim tevahiya pêşniyarên ku rêzdar Ocalan di hevdîtina dawî de ji me re ragihandin û me bi awayekî dualî nirxandin, bi van sê sernavan de vebêjim.













