• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
15 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ciwan li Amedê bi Aktaş û Arkaş re civiyan

    Ciwan li Amedê bi Aktaş û Arkaş re civiyan

    Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed bi endamên Kongreya Amerîka re civiyan

    Mazlûm Ebdî: Me li ser rewşa Kobanê, Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî li hevdu kir

    Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Roj roja xîretê ye, dermanê me yekîtî ye

    Beşa duyemîn a hevpeyvîna li gel Veysî Aktaş hate weşandin

    Li Rojavayê Kurdistanê protestoya 15ê Sibatê: Ji Rêber Apo re azadî, ji Rojava re statu

    Li Rojavayê Kurdistanê protestoya 15ê Sibatê: Ji Rêber Apo re azadî, ji Rojava re statu

    ‘Divê Mafê Hêviyê bêşert û merc bê bicihanîn’

    Rêveber û Dayikên Aştiyê: Li dijî komployê dakevin qadan

    DFG: Em ê xwedî li mîrasa Egîd Roj derkevin

    DFG: Em ê xwedî li mîrasa Egîd Roj derkevin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ciwan li Amedê bi Aktaş û Arkaş re civiyan

    Ciwan li Amedê bi Aktaş û Arkaş re civiyan

    Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed bi endamên Kongreya Amerîka re civiyan

    Mazlûm Ebdî: Me li ser rewşa Kobanê, Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî li hevdu kir

    Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Roj roja xîretê ye, dermanê me yekîtî ye

    Beşa duyemîn a hevpeyvîna li gel Veysî Aktaş hate weşandin

    Li Rojavayê Kurdistanê protestoya 15ê Sibatê: Ji Rêber Apo re azadî, ji Rojava re statu

    Li Rojavayê Kurdistanê protestoya 15ê Sibatê: Ji Rêber Apo re azadî, ji Rojava re statu

    ‘Divê Mafê Hêviyê bêşert û merc bê bicihanîn’

    Rêveber û Dayikên Aştiyê: Li dijî komployê dakevin qadan

    DFG: Em ê xwedî li mîrasa Egîd Roj derkevin

    DFG: Em ê xwedî li mîrasa Egîd Roj derkevin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Bila Festîvala Fîlman a Amedê her sal pêk were’

Fexredîn Kiliç / AW

15 KANÛN 2025 - 09:08
Kategorî: ÇAND, MANŞET
A A
Amed – Derhêner Maryam Samadî û lîstikvan Baran Ehmedî yên ji Rojhilat diyar kirin ku ji ber tev li Festîvala Fîlman a Amedê bûne gelek kêfxweş in û xwestin ku festîvala fîlman her sal pêk were.

3êyemîn Festîvala Fîlman a Amedê , bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û bi organîzasyona Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Sînebîrê di navbera 7-14ê Kanûnê de hate lidarxistin. Di festîvalê de ku bi dirûşma “Dinya bi çîrokan tê bahev” hate lidarxistin, 84 fîlm hatin pêşandan. Fîlmên metrajdirêj, kurtefîlm û belgefîlm di nav de fîlmên cûr bi cûr hatin pêşandan. Li gel pêşandana fîlman, her wiha panel, masterclass, xebatên atolyeyê, gotûbêjên bi beşdariya derhêneran hatin lidarxistin. Festîval di 14ê Kanûnê de bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû. Derhênera kurtefîlmê “Xwêfiroş” Maryam Samadî û lîstikvan Baran Ehmedî ku di kurtefîlmê “Kawyar” de dilîze ji rojhilatê Kurdistanê tev li festîvalê bûne.

Çîroka fîlman

Di fîlmê “Xwêfiroş” de jineke ducanî ku bi hevjînê xwe re bi firotina xwê li qeraxên gola Urmiyeyê debara xwe dike, ji ber bahoza xwê ya ku ji bela guherîna avhewayê û çalakiyên mirovî çêdibin, di bin metirsiya seqetbûnê de ye. Jina ku piştî firotina milkên xwe plan dike ku koçî bajêr bike, di vê navberê de hewlê dide zaroka xwe ya ji dayik nebûyî ji xetereyên jîngehê biparêze.

Fîlmê “Kawyar” ê ku derhêneriya wî Salem Salavatî dike jî qala Nanny Asia, jineke kal û pîr ku bi firotina şekir debara xwe dike, piştî îdamkirina kurê xwe di zindana Kurdistanê de sozê dide xwe ku eger ew bikaribe kesekî ji îdamê xelas bike, ew ê heta banga sibehê ya nimêjê reqs bike û şa bibe.

‘Ev çîrok heqîqet e’

Maryam Samadî û Baran Ehmedî têkildarî fîlmên xwe û festîvalê ji ajansa me re axivîn. Maryam Samadî diyar kir ku gelek kêfxweş bûye ku tev li festîvalê bûye û çîroka fîlmê xwe wiha vegot: “Ev çîrok e heqîqet e. Heqîqeteke li ser Behra Ûrmiyeyê ku zuha bûye ye. Bahoza xwê bandor hem li mirovan hem jî li heywanan kiriye. Min jî xwest li ser vê mijarê fîlmekî çîrokî çêbikim. Fîlmên çîrokî yên li ser xwezayê gelekî zehmet in. Dîsa jî min hewl da bikişînim.”

‘Peyamek ji bo mirovan e’

Maryam Samadî bi lêv kir ku xwestiye bi fîlmê xwe vê peyamê bide: “Peyamek ji bo mirovan e. Heke mirov bêrehmiyê li xwezayê bike, xweza jî bêrehmiyê dike. Xweza yek bi yek tiştan ji wan xwêfiroşan distîne. Her tiştek di nav xwezayê de winda dibe. Lê di dawiyê de ez hêviyekê ji aliyê xwezayê ve çêdikim. Dibêjim xweza dîsa dikare rehmê bike û careke din berdewam bike. Ji ber wê yekê her du karakterên di fîlmî de ber bi dengê xwezayê ve ber bi Behra Ûrmiyeyê ve diçin.”

‘Kêfxweş im ku fîlmên min bi zimanê Kurdî ne’

Meryem Samadî xwest ku Festîvala Fîlman a Amedê her sal çêbibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ez dixwazim êdî fîlmê dirêj çêbikim. Projeyên min hene ku li ser dixebitim. Di pêşerojê de dixwazim van fîlman çêbikim. Min hemû fîlmên xwe jî bi zimanê dayikê çêkirine. Kêfxweş im ku fîlmên min bi zimanê Kurdî ne.”

‘Hevparbûna êşê kir ku ez fîlmî baştir bilîzim’

Lîstikvan Baran Ehmedî diyar kir ku ji ber derhênerê fîlmî nekarî tev li festîvalê bibe ew weke nûnera fîlmî tev li festîvalê bûye. Baran Ehmedî da zanîn ku fîlm beriya çar salan hatiye çêkirin û qala çîroka fîlmî kir. Baran Ehmedî anî ziman ku bavê wê nêzî kişandina fîlmî jiyana xwe ji dest daye û wiha got: “Kurê karaktera fîlmî jiyana xwe ji dest daye. Bavê min nêzî kişandina fîlmî çû ser dilovaniya Xwedê. Ji min re mirovekî gelek baş bû û dilovan bû. Mirina bavê min bû sebep ku ez jî xwe di nava wê xemê de bibînim. Ji ber karaktera fîlmî kurê xwe winda kiribû, ev hevparbûna êşê kir ku ez baştir wê fêm bikim û baştir bilîzim.”

 

‘Gelek derhêner û fîlmên wan min li vir dîtin’

Baran Ehmedî anî ziman ku gelek kêfxweş e ku festîvala fîlman careke din hatiye lidarxistin û wiha got: “Ez gelek kêfxweş im ku beşdarî festîvalê bûme. Gelek derhêner û fîlmên wan ên min nedîtibûn li vir min dîtin. Festîval gelek xweş hate lidarxistin her tişt di cih de bû. Ji ber wê ez hêvî dikim ku festîval berdewam bike.”

 

 

 

 

 

Etîket: 3yemîn Festîvala Fîlman a AmedêFîlmê Xwefiroş
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Kelecana vê pêvajoyê gelek tişt bi xwe re guhert’

‘Kelecana vê pêvajoyê gelek tişt bi xwe re guhert’

16 KANÛN 2025
Îsmaîl Zagros: Divê hunermend êşa di dilê gelê xwe de derman bike

Îsmaîl Zagros: Divê hunermend êşa di dilê gelê xwe de derman bike

13 KANÛN 2025
Derhêner Mano Xelîl: Xewna sînemaya Kurdî êdî bûye rastî

Derhêner Mano Xelîl: Xewna sînemaya Kurdî êdî bûye rastî

12 KANÛN 2025
Çîroka Efrîniyan: Li Baxçeyê Me Dareke Zeytûnê Hebû

Çîroka Efrîniyan: Li Baxçeyê Me Dareke Zeytûnê Hebû

9 KANÛN 2025
Festîvala Fîlman a Amedê dest pê dike: Werin em li çîrokên hev guhdarî bikin

Festîvala Fîlman a Amedê dest pê dike: Werin em li çîrokên hev guhdarî bikin

4 KANÛN 2025
Lîsa Çalan: Em li benda serlêdanên Fona Sînebîrê ne

Lîsa Çalan: Em li benda serlêdanên Fona Sînebîrê ne

1 TÎRMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (563)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne