• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
07 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Otomatik taslak

    MEBYA-DERê li Pîranê cangoriyên meha Gulanê bi bîr anî

    Di meha Nîsanê de 622 karker di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan

    Di meha Nîsanê de 622 karker di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan

    Bajarê ku dixwazin bi tora rizîbûnê teslîm bigirin: Amed

    Bajarê ku dixwazin bi tora rizîbûnê teslîm bigirin: Amed

    Xelkê Wanê: Kurdî hê jî qedexe ye, divê zimanê me were nasîn 

    Xelkê Wanê: Kurdî hê jî qedexe ye, divê zimanê me were nasîn 

    Leşkeran li girtiyê nexweş xist: Nehiştin tedawî bibe

    Leşkeran li girtiyê nexweş xist: Nehiştin tedawî bibe

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 7ê GULANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Otomatik taslak

    MEBYA-DERê li Pîranê cangoriyên meha Gulanê bi bîr anî

    Di meha Nîsanê de 622 karker di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan

    Di meha Nîsanê de 622 karker di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan

    Bajarê ku dixwazin bi tora rizîbûnê teslîm bigirin: Amed

    Bajarê ku dixwazin bi tora rizîbûnê teslîm bigirin: Amed

    Xelkê Wanê: Kurdî hê jî qedexe ye, divê zimanê me were nasîn 

    Xelkê Wanê: Kurdî hê jî qedexe ye, divê zimanê me were nasîn 

    Leşkeran li girtiyê nexweş xist: Nehiştin tedawî bibe

    Leşkeran li girtiyê nexweş xist: Nehiştin tedawî bibe

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 7ê GULANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rageşiya DYA-Venezûelayê: Trump dorpêçê da destpêkirin, hikûmet xiste lîsteya terorê

Navenda Nûçeyan / AW

17 KANÛN 2025 - 11:37
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Serokdewletê DYA Donald Trump ferman da ku artêşa Amerîkayê ketin û derketine hemû tankerên petrolê ji bo Venezûelayê bê qedexekirin. Trump hikûmeta Venezûelayê jî wekî “rêxistina terorê ya biyanî” pênase kir. Li hemberî vê yekê Serokdewletê Venezûelayê Nicolas Maduro jî bi daxuyaniyekê ev yek wekî êrişek emperyalîzma DYAyê nirxand û got ku dê mafên serweriya xwe biparêzin.

Rageşiya di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Venezûelayê de hindî diçe zêde dibe. Piştî DYAyê hêzên xwe yên behrÊ li Behra Karayîp û peravên Venezûelayê bi cih kirin, niha jî fermanekê ketin û derketine hemû tankerên petrolê ji bo Wenezûeyê qedexe kir. Trump di parvekirina xwe ya li ser platforma sanal a bi navê Truth Socîalê de îdîa kir ku Maduro dahata ji petrolê bi dest dixe ji bo karên îlegal xerc dike. Trump idîa kir ku ev çavkanî ji bo teror, bazirganiya madeyên hişbir, bazirganiya mirovan û cînayetên cur bi cur bi kar tîne.

Maduro û hikûmet di ‘lîsteya terorê’ de ne

Trump ku ev demek e Moduro û hikûmeta Venezûelayê bi firotina madeyên hişbir tawanbar dike, gavên nû avêtin û hikûmeta Venezûelayê wekî, “Rêxistina terorê ya biyanî” pênase kir. Trump piştî hikûmeta Venezûelayê mîna xiste lîsteya terorê daxuyand ku ev gav di serî de petrol û ax ji bo “Nirxên Amerîkayê yên hatine dizîn” paşve bistînin, hatine avêtin. Di parvekirinê de hate angaştin ku Amerîka dê hem nirxên hatine dizîn paşve bigire û hem jî talûkeyên li dijî DYAyê asteng bike.

Bijarteka leşkerî li ser maseyê ye

Di parvekirinê de Trump gefên destwerdanek leşkerî jî xwar û ev tişt gotin: “Venezûela ji hêla hêza behrî ya herî mezin a dîroka Başûrê Amerîkayê ve hate dorpêçkirin. Venezûela heta petrol, ax û nirxên din ên ji me dizîn paşve nede dê şoqek di dîrokê de nehatiye dîtin, bijî.” Piştî daxuyaniya Trump di piyaseya petrolê de fiyet serobino bû. Çav li rê ye di dema pêş de li gorî pêşketinan pêlên xurtir li bihayê petrolê bikeve.

Venezûela: Em serweriya xwe biparêzin

Li hemberî vê yekê Serokdewletê Venezûelayê Nicolas Maduro jî bi daxuyaniyekê ev yek wekî êrişek emperyalîzma DYAyê nirxand û got ku dê mafên serweriya xwe biparêzin. Hikûmeta Venezûelayê bi boneya van pêkanîn û gefan bi daxwaznameyekê giliya DYAyê li Serokatiya Demê ya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kir. Di daxwaznameyê de hate diyarkirin ku Washingtonê li Deryaya Karayîp tankerek petrolê ya Venezûelayê desteser kiriye û hiqûqa navneteweyî binpêkiriye. Ev kirina DYAyê wekî korsaniyê hate binavkirin.

 

Etîket: AmerîkaDonald TrumpDYAVenezuela
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Di hevdîtina Îran û Çînê de banga ‘divê şer bisekine’ hate kirin

Di hevdîtina Îran û Çînê de banga ‘divê şer bisekine’ hate kirin

6 GULAN 2026
Trump, Elî Zeydî vexwend Qesra Spî

Trump, Elî Zeydî vexwend Qesra Spî

30 NÎSAN 2026
WSJ: Trump ji bo Îranê wek aborî bifetisîne dorpêçeke didomîne

WSJ: Trump ji bo Îranê wek aborî bifetisîne dorpêçeke didomîne

29 NÎSAN 2026
Trump: Nûçeya li ser kuştina Xameneyî rast e

Trump bi rojeva Îranê civîna krîzê pêk tîne

27 NÎSAN 2026
DYAyê bi îdiaya ‘gendêliyê’ dest datîne ser vîlaya Mensûr Barzanî

DYAyê bi îdiaya ‘gendêliyê’ dest datîne ser vîlaya Mensûr Barzanî

26 NÎSAN 2026
Di xwarina Qesra Spî de dengê çekan: Trump bi lez hat derxistin

Di xwarina Qesra Spî de dengê çekan: Trump bi lez hat derxistin

26 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Xelkê Wanê: Kurdî hê jî qedexe ye, divê zimanê me were nasîn 

    Xelkê Wanê: Kurdî hê jî qedexe ye, divê zimanê me were nasîn 

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ocalan: Ji malê heta kolanê, ji siyasetê heta hunerê Kurdî bikin zimanê jiyanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ceza li pîrozbahiya serkeftina Amedsporê hate birîn!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • MHPê Dayikên Aştiyê bi Kurdî pêşvazî kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bajarê ku dixwazin bi tora rizîbûnê teslîm bigirin: Amed

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Leşkeran li girtiyê nexweş xist: Nehiştin tedawî bibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rohilat Efrîn: Heta ku mafê jinan mîsoger nebe li Sûriyeyê istiqrar nepêkan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 7ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sînorên Qesra Şîrînê dê bi Neteweya Demokratîk bêwate bibin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sînan Bulbul piştî 32 salan hate berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (165)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne