Li Mûşê mamosteyek bi boneya “Hefteya alav-amûrên herêmî” bi xwendekaran resmên milîtarîst da xêzkirin.
Li Dibistina Navîn ya Korkut Karakale Fatîh Kuç ya navçeya Korkutê ya Mûşê, mamosteyek bi hinceta “Hefteya amûr-alavên xwecihî” bi xwendekaran resmên milîtarîst da xêzkirin. Ew mamoste van resmên milîtarîst ku da xêzkirin li ser medyaya dîjîtal parve kir. Di resmên ku zarokan xêz kiriye de tê xuyakirin ku şiklên balafirên şer û alav-amûrên leşkerî xêz kirin e.













