Navenda Nûçeyan – Li gorî dane û îstatîstîkan di 23 salên AKPê de sewalkarî sal bi sal mir û li şûna sewalkariyê dewar ji welatên derve hatin kirîn. AKPê tenê di 15 salên dawî de 7.6 milyon dewar ji welatên derve kirî. Tenê li bajarên Herêma Serhedê di 35 salan de 17 milyon sewal kêm bûn.
Rençber û çotkarên li Tirkiyeyê heta salên 2000î debara xwe bi sewalkarî û çandiniyê dikirin. Lê piştî AKP bû desthilat û hikûmet xist destê xwe, sal bi sal karê rençberî û sewalkariyê kêm bû. Ji ber ku Wezareta Çandinî û Sewalkariyê zêdetir polîtîkaya îthalatê pêş xist û îxracat bi sînor kir, êdî qîmeta sewalkarî û çandiniyê kêm bû. Dane û îstatîstîk nîşan didin ku li Tirkiyeyê di 15 salên dawî de sal sal rêjeya kirîna goştê sor û sewalên mezin (dewar) ên ji dervê welat qat bi qat zêde dibe.
Piştî AKP bû desthilat Wezareta Çandinî û Sewalkariyê polîtîka îthalatê pêş xist û kirîna dewaran zêde kir. Rêjeya kirîna sewalan a ji welatên derve piştî 2010an firotina sewalan derbas kir. Beriya desthilata AKPê 2 hezar û 990 sewalên mezin (Dewar) ji dervê welat hatin Tirkiyeyê. Lê di 15 salên dawî de heta cotmeha 2025an derket 13 milyar û 381 milyon lîrayî. Tirkiyeyê di 15 salan de 7 milyon û 643 hezar û 730 sewalên mezin û 3 milyon û 243 hezar û 824 sewalên biçûk (Pez, bizin mih) bi giştî 10 milyon û 887 hezar û 554 sewal ji dervê welat kirî. Ji bo kirîna sewalan bi giştî 10 milyar û 809 milyon pere dan dervê welat.
Li aliyê din goştê sor derxistin 469 hezar û 211 tonî. Ji bo goştê sor 2 milyar û 572 milyon lîra pere dan dervê welat.
Li gorî rapora Parlamenterê CHPê Omer Fethi Gurer, Tirkiye di aliyê sewalkariyê de bi temamî bi dewletê derve hatiye girêdan. Li gorî daneyên Omer Fethi Gurer, di 3 mehên ewil ên 2025an de li Tirkiyeyê 345 hezar û 240 dewar (Çêlek-ga-gamêş) ji dervê welat hatin kirîn. Ji bo van dewaran jî 532 milyon û 432 hezar tl pere hat dayîn. Di 3 mehên ewil ên 2018an de 329 hezar û 404 dewar ji dervê welat hatibûn kirîn. Di sala 2024an de jî Tirkiyeyê 373 hezar û 129 dewar ji dervê welat kirîbû. Dîsa di 3 mehên ewil ên 2025an de Tirkiye 118 hezar û 827 ton goştê sor ji terve kirî.
Li gorî nûçeyên dawî li Tirkiyeyê heta cotmeha 2025an bi 13 milyar û 381 milyon lîrayî dewar ji dervê welat hat kirîn. Bi giştî 7 milyon û 643 hezar û 730 dewar ji derve hat kirîn. Dîsa 3 milyon û 243 hezar û 824 pez (bizin û mih) sewal ji derve kirîn.

Tirkiye dê 450 hezar dewar ji dervê welat bikire
Li gorî rapora Wezareta Çandiniyê ya Amarîkayê (USDA) ya 20ê mijdara 2025an Tirkiye di nava welatên ku sewalan ji derve dikire de di rêza duyemîn de ye. Di aliyê îxracatê de jî tune ye. Li gorî rapora DYAyê, Tirkiye dê di sala 2026an de 450 hezar dewaran ji derve îthal bike. Dîsa dê 70 hezar ton goştê sor bikire.
Li gorî daneyên TUÎKê jî sewalkariyê tune dibe
Li gorî daneyên TUÎKê yên Gulana 2025an li Tirkiyeyê sal bi sal sewalkarî tune dibe. Ji ber polîtîkayên hikûmetê rençber êdî sewalan xwedî nakin. Ji ber ku hem xwedîkirin zor û zahmet dibe, hem jî goşt, şîr û berhemên sewalan erzan dibe êdî sewalkar naxwazin sewalan xwedî bikin û karên dîtir dikin. Li gorî daneyên Hezîrana 2024an li Tirkiyeyê bi tevahî 16 milyon û 555 hezar sewalên mezin ên wekî çêlek, gamêş (dewar) hene. Li gorî kanûna 2023an ji sedî 0,2 rêjeya sewalan kêm bûye.
Di hezîrana 2024an de 53 milyon û 965 hezar sewalên biçûk ên wekî mih, bizin (pez) hebûn. Dîsa di sala 2024an de ji sedî 1,7 rêjeya goştê sor kêm bû.
Li gorî daneyên TUÎKê di sala 2023an de li Tirkiyeyê 2 milyon û 384 hezar ton goşte sor hat hilberîn. Di sala 2024an de jî ji sedî 11,7 daket û 2 milyon û 105 hezar û 895 ton hat hilberîn.
Di 35 salan de 17 milyon sewal kêm bû
Li Tirkiyeyê herî zêde li Herêma Erzirom, Qers, Îdir, Erdexan, Agirî, Mûş, Wan û Bêdlisê sewalkarî tê kirin. Li gorî daneyên 2025an li van bajaran nêzî 3,16 milyon sewal (pez û dewar) têne xwedîkirin. Li van bajaran nêzî 2.466 çiftlikên (gom) hene. Di nava bajarên Tirkiyeyê de herî zêde sewal li Erziromn, Qers û Agiriyê tê xwedîkirin. Lê li gorî salên borî rêje kêm bûye.
Li gorî raporan di sala 1990î de li Herêma Rojhilatê Anatolê 16 milyon û 927 hezar û 241 sewalên biçûk ên wekî mih-bizin (pez) û 3 milyon û 118 hezar û 324 dewar hebûn. Bi giştî 20 milyon û 045 hezar û 565 pez û dewar li herêmê dihatin xwedîkirin.
Dane nîşan didin ku di 30 salên dawî de pez ji 20 milyonan daketiye 3 milyonan. Dane aşkere dikin ku sal bi sal çiwas xwedîkirina pez û dewaran kêm bûye.









