Amed – Bi Peyamana Qesra Şîrînê ya nêzî 400 sal berê di navbera Împaratoriya Osmanî û Safeviyan de hatiye îmzekirin Kurdistan bû du parçe. Îro ji ber heman feraseta berdewam, sînor ne tenê wek fîzîkî wek hişmendî û hest jî dixwaze Kurdan ji hev dûr bixe. Tenê feraseta neteweya demokratîk dikare sînorên di navbera hiş û mejiyan de hatine avakirin hilweşîne.
Dîroka Kurdistanê di nava çend sedsalên dawî de bi zora şûr, li ser maseyan û bi armanca perçekirina Kurdan Peymana Qesra Şîrîn hate xêzkirin û di navbera Osmanî û Împaratoriya Farisan de di sala 1639an de hate îmzekirin. Ev peyman ne tenê bû sînorê di navbera du împeratoriyan de, bû destpêka parçekirina mezin a gelê Kurd û gelên li herêmê.
Koka kevnar: Gelekî ku dîrok bi xwe amade kiriye
Kurd ne bi peymanan, lê bi têkiliyên xwe yên civakî, çandî û siyasî li ser axên Mezopotamyayê de şax veda, reng û denge xwe li ser van axan bi tifaqa û têkiliyên cîrantiyê ava kir. Kurd ne peymanan lê bi dostanî, tifaq û têkiliyên stratejîk xwe piralî parastin û ber bi roja me ya îro hatin. Ji mîrateya Hûrî, Mîtanî û Medan heta roja me ya îro, Kurd her tim li ser vê erdnîgariyê bûn stûna bingehîn. Ev kokên kûr ên ku bi hezaran salan di bin axê de gihîştine hev, ji her sînorên çêkirî bêtir xurt û qewî ne.
Alayên Hemîdiyê: Polîtîkaya parçekirina hundirîn
Di qonaxa perçebûnê de, avakirina Alayên Hemîdiyeyê ên sala 1891an wekî xencereke jehrî li dilê civaka Kurd hate xistin. Dewleta Osmanî bi vê gavê, ne tenê têkiliyên fizîkî, lê sînoran di nav dilê Kurdan de jî ava kir. Bi rêya van alayan, eşîrên Kurd ên bi hezaran salan bûne stûna parastina çand, ziman û statuya Kurdan bi vê peymanê li dijî hev rabûn û vîna bi hezaran salan parastine, bi kurmê xiyanetê perçe bûn û bûn dijber-dijminên hev. Ev polîtîka bû bingeha pergala cerdevaniyê ya îro.
Berdewamiya peymanan: Zincîra komkujiyan
Peymana Qasra Şîrînê û Lozanê, di sedsala 20an de rê li ber qirkirinên mezin vekir. Dewletên ku Kurdistan parçe kirine, ji bo ku vê perçebûnê biparêzin, bi tifaqên hêzên hegemon ên cîhanê û piştgiriya wan li dijî Kurdan komkujî pêk anîn. Komkujiyên wekî Geliyê Zîlan, Dêrsim, Helepçe, Enfal, Roboskî û Şengalê, encamên rasterast ên wê feraseta qirker, bê statu û perçekirî dihêle ne. Helbet her gava li dijî Kurdan hatiye avakirin tenê bi çend serokeşir û deroran re hat pêkanîn. Civaka Kurd a derveyî dewletê û desthilatê maye li dijî vê yekê hem bîreweriya xwe xurt kir, hem jî ji bo parastin û hebûna xwe ket lêgerînên hebûnî.
Rola jinê: Parastina xeta jiyanê ya sînoran pûç dike
Di nava vê dîroka perçebûnê de, jinên Kurd ên bûne kirdeyên herî rêxistinkirî yên nasnemeyî, yekîtî û têkoşînê. Dema zilamên serdest ax û jiyanan ji hev cuda kirin, jinan bi ziman, çîrok û dengbêjiya xwe welatê di dil de parastin. Ji berxwedana Adîle Xanim û Leyla Qasimê heta felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” ya îro, jinên Kurd sînorên ferasetêi peymanan serdestan parçe kirin. Jinan nîşan da ku sînorên li ser kaxezan nikarin pêşî li vîn û ruhê azadiyê, xwebûnê bigirin.
Nirxandina Abdullah Ocalan: Çareseriya Neteweya Demokratîk
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, destnîşan dike ku peymanên mîna Qasra Şîrînê û Lozanê, bi polîtîkayên qirkirinê hatine kûrkirin. Li gorî Ocalan, bersiva herî mezin a li dijî vê dîroka reş, avakirina Neteweya Demokratîk e. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tîne ziman ku yekîtiya Kurdan ne bi dewletên neteweyî, lê bi vîna gelan û jiyana komîn a ku sînoran bêwate dike, pêkan e.
Yekîtiya Demokratîk dikare sînorên dil û hişan hilweşîne
Li Kurdistanên yekem, sînorên ku beriya 400 salan bi Peyama Qasra Şîrînê hatine danîn, îro tenê bi avakirina Yekîtiya Demokratîk dikarin bên rûxandin. Neteweya Demokratîk ne tenê modeleke siyasî, lê bersiva dîrokî ya li dijî polîtîkayên qirkirin û perçebûnê ye. Ji bo ku Kurd careke din nebin qurbana komplo û komkujiyên nû, pêwîstiya herî jiyanî yekîtiya di bin banê vîneke hevpar de avakirin e û pergaleke demokratîk li her qadeke jiyanê de rêxistinkirin e. Tenê bi yekîtiyê, dê sînor û dîwarên ji Qasra Şîrîn ber bi îro di navbera gel û baweriyan hatine avakirin, werin rûxandin.













