Enqere – Endamê OHDê parêzer Ozgur Yaldiz têkildarî qanûnên azadiyê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşniyar kiribû û raporên partiyên siyasî diyar kir ku qanûnên azadiyê pêwîstiya pêvajoyeyê û got: “Ji bo pêşeroja gelan ji bilî qanûnên demokratîkbûyînê û azadiyê tu rê tune ye.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 6ê Kanûnê de ji “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” ku ji aliyê DEM Partiyê ve li Stenbolê hat lidarxistin re, peyamek şandibû û Ocalan di peyamê de diyar kiribû ku divê pêvajo li ser prensîbên qanûna hemwelatîbûna azad, qanûna aştî û civaka demokratîk û qanûnên azadiyê bê lipêşxistin. Komîsyona Meclîsê ku ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatiye avakirin jî piştî qedandina guhdarîkirinê derbasî merhaleya duyemîn a amadekariyên qanûnî bû. Hemû partiyên siyasî yên di komîsyonê de ne raporên xwe radestî komîsyonê dikin û komîsyon jî ji bo çerçoveya qanûnî dê metnekê amade bike û piştî serê salê metna raporê pêşkeşî Meclîsê bê kirin.
Heta niha ji bilî AKPê hemû partiyên siyasî; DEM Partî, CHP, MHP, TÎP, EMEP û Koma Yenîyolê raporên xwe radestî Meclîsê kirin. Di rapora CHPê de li ser “Mafê Hêviyê” tiştek nehatiye gotin. Her wiha di rapora MHPê de jî ji mafê perwerdehiya zimanê Kurdî tu tiştek nehatiye gotin. Rapora AKPê ku di çapemeniyê de belav bûbû jî lê heta niha radestî komîsyonê nehatiyê kirin. Di rapora AKPê ku hatibû belavkirin de jî têkildarî daxwazên Kurdan tu tiştek têde ci nedigirtiye.
Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Enqerê parêzer Ozgur Yaldiz raporên partiyên siyasî û qanûnên azadiyê yên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke prensîbên pêvajoyê pênase dike nirxand.
Qanûnên azadiyê
Parêzer Ozgur Yaldiz anî ziman ku qanûnên azadiyê yên ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatibûn pêşniyarkirin hewcehiyên pêvajoyê ne û wiha got: “Qanûnên azadiyê li ser bingeha gelê Kurd dê çawa tev li dewletê bibe û qanûnên demokratîk dê çawa bên lidarxistin e. Qanûnên azadiyê di heman demê de kêmkirina qedexeyan û zêdekirina mafên demokratîk û azadiyê ne. Ev berpirsyarî jî dikeve ser milê partiyên siyasî ku di parlamentoyê de li ser qanûnên nû yên azadiyê esas digire bê derxistin. Her wiha divê girtiyên siyasî jî werin berdan. Ew ji ber fikir û xebatên siyasî di hundir de ne. Ji bo qanûnên demokratîk û azadiyê jî divê girtiyên siyasî werin berdan. Ji bo aştiyeke mayînde û pêkhatina qanûnên azadiyê ev yek hewcedariyek e. Ji bo gerîla dikaribin werin tev li siyasetê bibin, ewlehiya wan girîng e û divê ev bê mîsogerkirin.”
Mafê perwerdehiya fermî ya zimanê Kurdî
Ozgur Yaldiz bal kişand ser daxwazên qanûnî yên gelê Kurd ku di çarçoveya pêvajoyê de pêk werin û got: “Mafê perwerdehiya fermî ya zimanê Kurdî mafekî bingehîn e. Ji bo aştiyeke mayîndê pêk were jî daxwaza gelê Kurd, hiqûqnas û kesên demokrat jî ev ê ku mafê perwerdehiya zimanê dayikê bê nasîn. Ev daxwaz jî divê di parlamentoyê de weke qanûn bê mîsogerkirin. Divê di destûra Tirkiyeyê de guherîn pêk werin. Di destûrê de yek netew heye. Dibêjin hemû netewên li Tirkiyeyê dijîn, Tirk in. Divê ew xal bê guherandin û hemû netew û mafên wan di destûrê de bên nasîn û qanûna hemwelatiyê biguhere. Tirkiyeyê di hevpeymanên navneteweyî ku qebûl kirine de şerh li ser hin xalên qala mafê perwerdehiya zimanê dayikê dike daniye. Divê Tirkiye wan şerhan rake. Her wiha qanûnên rêveberiya xwecihî jî bên sererastkirin û rêveberiyên xwecihî bên xurtkirin. Yanî biryar bila ne li navendê lê li herêmê bên girtin.”
‘Divê mafê hêviyê yê birêz Abdullah Ocalan were nasîn’
Ozgur Yaldiz destnîşan kir ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê divê “mafê hêviyê” ji bo muzakerevanê serekê yê pêvajoyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were bicihanîn û wiha axivî: “Birêz Ocalan muzakerevanê serekê yê vê pêvajoyê ye. Ji bo wê jî divê şert û mercên birêz Abdullah Ocalan bên başkirin û mafê hêviyê pêk were. Mafê hêviyê ne tenê ji bo birêz Abdullah Ocalani di girtîgehan bi sedan girtî li benda vî mafî ne. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê jî ji bo pêkanîna mafê heviyê biryar daye. Lê ew biryar 11 sal in pêk nayê. Divê ev maf bê naskirin. Heke şert û mercên birêz Abdullah Ocalan bên başkirin, mafê hêviyê pêk were û ew derkeve derve ji bo pêvajoye dê bandoreke erênî bike. Ji bo wê jî dewleta Tirkiyeyê di parlamentoya xwe de dikare biryarê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê pêk bîne û qanûnek nû derxe. Ev ji bo hemû gelen Tirkiyeyê û aştiyeke mayîndê gaveke erênî ye.”
Raporên partiyên siyasî
Ozgur Yaldiz têkildarî raporên partiyên siyasî ku pêşkeşî Meclîsê dikin jî anî ziman ku raporên hin partiyan xizmeta aştiyeke mayînde nakin û wiha got: “Di raporên partiyên siyasî yên teslîmî komîsyonê kirine de qala mafê zimanê Kurdî û mafên neteweyî yên gelê Kurd nehatine kirin. Li gorî van raporan ev nabe aştiyeke mayînde. Têkiliya gelê Kurd û dewletê, têkiliya gelê Kurd û gelê Tirk divê li ser zemîna hiqûqî bê çêkirin. Divê têkiliyeke hiqûqî û demokratîk pêk were. Ji bo wê jî hewcehî bi hiqûqeke maf, azadî û demokratîkbûyînê esas digire pêk were. Di raporên partiyên siyasî de an mafên gelê Kurd pirr kêm in an jî navê gelê Kurd jî di raporê de tune ye. Ev jî nîşan dide ku ev pêvajo ji aliyê hin derdoran ve nehatiye fêmkirin. Ji bo wê jî divê ev pêvajo bi awayekî cidî were axaftin û nêrîneke wekhev pêk were. Heke wisa nebe ev pêvajo jî naçe serî. Ev hişmendî jî li pêşiya pêvajoyê weke kemînekê ye. Ji bo aştiyeke mayînde pêk were û dewlet demokratîk bibe divê hemû partiyên siyasî li gorî vê yekê tevbigerin. Weke OHDê me raporek jî pêşkeşî Komîsyonê kir û ji bo pêvajoyê xebatên me didomin. Ji bo pêşeroja gelan ji bilî qanûnên demokratîkbûyînê û azadiyê tu rê tune ye. Divê em nekevin kemînên li pêşiya pêvajoyê. Divê saziyên hiqûqê, civakî û sivîl jî ji bo aştiyê kar û xebatên xwe bikin û nêrînên xwe ji bo aştiyeke civakî û mayînde bînin ziman.”













