• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
23 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Keskîn Bayindir ji Xaçortê bang kir: Dema gav avêtinê ya dewlet û hikûmetê ye

    Keskîn Bayindir ji Xaçortê bang kir: Dema gav avêtinê ya dewlet û hikûmetê ye

    Ji mamosteyên Îzmîrê bertek: Zext nikarin me bitirsînin

    Ji mamosteyên Îzmîrê bertek: Zext nikarin me bitirsînin

    Li Qoserê 500 donim zeviyên genim şewitî

    Li Qoserê 500 donim zeviyên genim şewitî

    Ji mitînga Amedê bang kirin: Divê birêz Ocalan azad bibe

    Banga mitînga ‘azadiyê’: Divê roja mitîngê hemû dinya me bibîne

    Dayikên Aştiyê banga tevlibûna ‘Mitînga Azadiyê’ kir

    Dayikên Aştiyê banga tevlibûna ‘Mitînga Azadiyê’ kir

    Derbarê cerdevanên êrişkar de tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin

    Derbarê cerdevanên êrişkar de tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Keskîn Bayindir ji Xaçortê bang kir: Dema gav avêtinê ya dewlet û hikûmetê ye

    Keskîn Bayindir ji Xaçortê bang kir: Dema gav avêtinê ya dewlet û hikûmetê ye

    Ji mamosteyên Îzmîrê bertek: Zext nikarin me bitirsînin

    Ji mamosteyên Îzmîrê bertek: Zext nikarin me bitirsînin

    Li Qoserê 500 donim zeviyên genim şewitî

    Li Qoserê 500 donim zeviyên genim şewitî

    Ji mitînga Amedê bang kirin: Divê birêz Ocalan azad bibe

    Banga mitînga ‘azadiyê’: Divê roja mitîngê hemû dinya me bibîne

    Dayikên Aştiyê banga tevlibûna ‘Mitînga Azadiyê’ kir

    Dayikên Aştiyê banga tevlibûna ‘Mitînga Azadiyê’ kir

    Derbarê cerdevanên êrişkar de tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin

    Derbarê cerdevanên êrişkar de tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Ji bo aştî were vî welatî divê gotinên Serokê Gelê Kurd li ber çavan bigirin’

Fexredîn Kiliç - AW

2 ÇILE 2025 - 08:03
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Dayikên Aştiyê Nafiye Yîgît û Meryeme Tûra ku hevdîtina bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re nirxandin û wiha gotin: “Ji bo ku aştî were vî welatî divê gotinên Serokê Gelê Kurd li ber çavan bigirin.”

Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku ji Pervîn Bûldan û Sirri Sureyya Onder pêk dihat di 28ê kanûnê de çû Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê û li wir bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Şandeyê piştî hevdîtinê di 29ê kanûnê de fikir û nêrînên Abdullah Ocalan bi daxuyaniyeke nivîskî ji raya giştî re parve kir. Abdullah Ocalan di peyama xwe de li ser 7 xalan rawestiya bû û destnîşan kiribû ku ji bo Tirkiyeyê û herêmê dem dema aştî, demokrasî û xwişk û biratiyê ye.

Peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan li Tirkiyeyê û Kurdistanê bû rojev û nîqaş û nirxandinên peyamê berdewam dikin. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê Nafiye Yîgît û Meryeme Tûra jî hevdîtina bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re nirxandin.

‘Bila aştiyeke birûmet were vî welatî’

Nafiye Yîgît, diyar kir ku helwesta desthilata AKPê û MHPê ya têkildarî nîqaşên li ser pirsgirêka kurd ne ji dil in û wiha got: “Gotinên Serokê Gelê Kurd rast in û di cih de ne. Bi salan e bi awayekî yek alî aştî tê xwestin. Bi salan e xwîn tê rijandin, her çar aliyê Kurdistanê bi xwîna zarokên gelê kurd hatiye avdan. Banga me ya li dewletê ev e; Heke ji bo ku aştiyek were vî welatî ji dil bin, ji bo ku dayik negirîn, cenazeyan hembêz nekin, divê gotinên Serokê Gelê Kurd li ber çavan bigirin. Bila aştiyeke mayînde birûmet were vî welatî. Bila gelê kurd weke hemû gelên cîhanê li welatekî azad jiyaneke birûmet bijî, gelê kurd ev heq kiriye.”

‘Bila dewlet û hikumet ji dil bin’

Nafiye Yîgît, got ku “Yê bi salan tê kuştin, koçber bûye gelê kurd e û kesên hesrên çavên wan dibarin jî dayikên gelê kurd in” û wiha berdewam kir: “Hevdîtinek bi Serokê Gelê Kurd re pêk anîn. Serokê Gelê Kurd ji aştiyê re amade ye. Em bang li dewlet û hikumetê dikin. Em dibêjin bila ji dil bin bila bi rastî û dirûstî destê xwe dirêjî aştiyê bikin. Em aştîxwaz in em destê xwe dirêjî aştiyê dikin. Êdî bes e. Em naxwazin êdî xwîn were rijandin û mirov bimirin.”

‘Mîmarê aştiyê diyar e’

Nafiye Yîgît axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Heke bi rastî jî dixwazin aştî çêbibe îro ev çi şerê li Rojava ye. Îro çete ketine Rojava. Tu cudatiya me û Rojava tune ye. Îro dayik, keçik û xortên kurdan li ber çavên me tên qetilkirin. Kurd kurd e. Em ê piştevaniya wan bikin. Îro çete ketine wir dewlet û hikumet alîkariya wan dike. Ez weke dayikekê vê şermezar dikim û qebûl nakim. Em dibêjin bila dewlet jidil be. Bila rastî û dirûstî destê xwe dirêjî aştiyê bike. Mîmarê maseya aştiyê jî û mîmarê aştiyê jî diyar e. Bila demildest destê xwe dirêjî aştiyê bike.”

‘Em aştiyeke bi bingeh dixwazin’

Dayika Meryeme Tûra jî xwest ku aştiyeke bi bingeh were pêkanîn û wiha got: “Bi salan e xwîna gelê Kurd tê rijandin van dayikan êş kişandine. Di salên 90î de gundên kurdan hatin şewitandin. Çiqas zilm û zor li kurdan hatibe kirin jî kurdan aştî xwestiye. Çawa ku Serok aştî xwest, em jî aştiyeke bi bingeh dixwazin. Em ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê aştiyê dixwazin. Banga me li Dewlet Bahçelî wan jî heye bila vî şerî bidin sekinandin. Heke di dilê wan de aştî hebe bila ewilî şerê li Rojava bidin sekinandin. Êdî zarok û jin neyên kuştin. Em dibêjin bila li Rojhilata Navîn aştî pêk were.”

Meryeme Tûra bang li dayikên leşker û polîsan jî kir û wiha domand: “Bila dayikên leşker û polîsan destê xwe deynin ser wijdana xwe, destê xwe bidin aştiyeke heqîqî.”

 

Etîket: Meryem TûraNafiye Yigit
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Meşvan li Mêrsînê ne: Em ê sibê banga çareseriyê li Meclisê bikin

Meşvan li Mêrsînê ne: Em ê sibê banga çareseriyê li Meclisê bikin

19 KANÛN 2024

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Rihayê gendeliya malzemeyên tibê: Malzeme hatine dizîn û firotin HATE NÛKIRIN

    Li Rihayê gendeliya malzemeyên tibê: Malzeme hatine dizîn û firotin HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dosye 1: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
    Bindestê bindestan li cîhanê bêwelat in: Komarê ji Romanan re çi kir?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Koçber li benda vegerê ne: Serêkaniyê hê jî bi destê dewleta Tirk tê birêvebirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rêveberên DEM Partiya Sêrtê: Werin em bi hev re Rêberê Gelê Kurd azad bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Denîz Undav bi nasnameya xwe ya Kurdî di rojeva cîhanê de ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyê ku şibandin endamê PKKê hat girtin!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ala Amedsporê bi Pira FSMê ve hate daliqandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 22yê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Derbarê cerdevanên êrişkar de tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo Roja Muzîkê ya Cîhanê şahiyek hate lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (622)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne