Di êrîşên komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de jinek jiyana xwe ji dest û yek jê zarok 17 sivîl birîndar bûn.
Li gorî nûçeya ANHAyê di êrîşa komên çekdar ên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de jina bi navê Fedwa Mihemed El Kurdî (57) a ji pêkhateya Ereb jiyana xwe ji dest da û yek jê zarok 17 sivîl birîndar bûn.
Navê kesên birîndar wiha ne: Aydil Elî (9), Dicle Osman Omer (34), Doxan Elo (18), Henan Ebdulhemîd (20) û Ebdulhemîd Îslamîl (48).
Di saetên êvarî de hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê êrişî bendeke ya Hêzên Ewlekariya Hindirîn ya li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kiribû.













