Hevşaredara Erxeniyê Bîrsen Azak Bayar û endamên Meclîsa Şaredariyê bi jinên taxa Adnan Medresê re civiyan.
Hevşaredara Erxeniyê Bîrsen Azak Bayar bi tevî endamên Meclîsa Şaredariyê û Midûriyeta Xizmetên Ji bo Jinan û Malbatan, li taxa Adnan Menderesê ya navçeyê bi jinan re civiya. Civîn li ser pirsa “Divê xizmeteke çawa em bidin jinan?” birêve çû. Di civîna bi jinên taxê re ji bo haydarbûn û avakirina hişmendiya xebatên li ser jinan, daxwazî û pêşniyariyan axaftin û nîqaş hatin kirin. Her wiha di civînê de xebatên civakî û çandî ku Şaredarariya Erxeniyê dikare bixe rewacê jî hatin nîqaşkirin.

















